Pirsa we û bersiva me – 219

Pirsa we û bersiva me – 219

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 25

1-

Mele Faris ji alîyê miftîyê Hezexê ve ji bo gundekî weke mela hate tayînkirin. Mele Faris çû gundê ku lê melatîyê bike. Dema mele Faris çû nava gund, her serê çend gavan kêlek di ber malan de didît û wî fatîheyek li ser wan kêlan dixwend. Mela bi xwendina fatîheyan betilî û ji xwere got; wilo xwîya dike ku gundî mirîyên xwe di ber mala xwede vedişêrin. Dema melê fatîha dixwend, dît ku vaye sofî Silo ji hewşekê derket û silav li hev kirin. Û seyda dîse fatîha xwend.

Sofî Silo jê pirsî; seyda çima her gavekê tu fatîhayê dixwîne?

Mele Faris dest bi ayet û hedîsên pêxember kir û got li gor dînê me divê em sûretê fatîha li ser mirîyên xwe bixwînin. Di vê navberê de sofî Silo dest bi ken kir û got; seyda ev ne kêlên mirîyane ev kêlên cêrên jajî ne…

 

2-

Çil merivên Kercosî bi hev re diçin hecê. Di nav qelebalixa hecê de yek ji wan û hevalên xwe bi ser hev ve winda dibin. Ewê bi tenê mayî, li serê kevirekî rudinê û di halê xwe de dipojine, û berê xwe dide melayê Mekihê. Ji melayê Mekihê re dibêje; Seyda sî û neh hecîyên hevalên min yên ehmeq winda bûne, gelo te ew ehmeq nedîtine?

 

3-

Pêxwasek ji ber sextekarî û dizîyê dikevê hepsê. Di hepsê de nexweş dikevê û her roj diçe ba textor. Her carê ku diçe textor parçek ji laşê wî kêm dibe. Ango rojekê dest, rojekê pêçik û rojekê jî ling tê jêkirin.

Hevalê wî jê dipirsê:

-Erê keko, ma çi qewimîye ku tu her roj diçe textor û parçek ji laşê te kêm dibe. Ma çi hewala te ye lo?

Yê pêxwas bersiv dide:

-Evên romî min bi rehetî bernadin. Min jî biryar daye ku ezê hindik hindik ji hepsê firar bikem û birevim.

 

4-

Dema ku du hejar/feqîr diaxivin, yek ji yê din dipirse:

Mînak, ger du trembêlên te hebin, tu yê yekê bidî min?

-Bêguman ez ê bidim.

-Eger xaniyek te hebe, tu dê yekî bidî min?

-Bê guman.

-Eger du dîkên te hebin, tu yê yekê bidî min?

-Na ez nikarim bidim.

-Çima tu nikarî bidî?

-Ji bo ku hene.

 

5-

Hakim ji diz pirsî:

-Kuro ma tu şerm nakî, her roj tu li vir î qeşmer?

Diz serê xwe rakir li hakim mêze kir û got:

-Li bextê te be, rastîyê bêje, yê ku pir li vir e ezim an tu yî?…

 

 Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev