Mesrûr Barzanî: Ez li Davosê me, da ku nêrînên xwe bi civaka siyasî û bazirganî parve bikin

Mesrûr Barzanî: Ez li Davosê me, da ku nêrînên xwe bi civaka siyasî û bazirganî parve bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: ez li Davosê me, da ku nêrînên xwe bi civaka siyasî û bazirganî re parve bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe tora civakî nivîsî û diyar kir: “Ez li Davosê me ji bo tevlî korbenda navdewletî bibim, da ku nêrînên xwe bi civaka siyasî û bazirganî re li ser rêyên bazirganî yên nû, ewlehiya enerjî û xwarekê, guhartinên siyasî û ewlehiyê parve bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta beşdariya di Korbenda Aboriya Cîhanê a Davosê, 21ê Gulana 2022an ber bi Swîsrayê bi rê ket.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya çalakiyên korbendê de, dê beşdarî panelekê bi navnîşana (Pêkhateyeke Nû ya Asayişê li Rojhilatê Kurdistanê de) bibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha li perawîza korbendê de ku ji 22 ta 26ê Gulanê birêve diçe, dê çendîn civîn û hevdîtinên wî bi berpirsên pilebilind, xwedîkar, aborînasên herêm û cîhanê re hebin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînên xwe de, ji bilî guftûgokirina dawî guhartin û pêşhatên Îraqê û herêmê, guftûgoyan derbarê hemcurkirina aborî û çavkaniyên dahatê, girîngiya pêşxistin û çakaziya di sîstema bankî de, dîtina bazarên nû ji bo berhemên çandiniyên yên Kurdistanê, pêşxistina tevgera bazirganî û veberhênanê de bike.

Mesrûr Barzanî: Xweşhal im ku ji bo gihandina Hikûmeta Herêmê li Davosê me

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: “Xweşhal im li Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê me, ji bo gihandina dengê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pevguhartina nêrînên xwe li ser pirsên cîhanê.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, ew li Davosê ye, ji bo gihandina dengê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pevguhartina nêrînên xwe li ser pirsên cîhanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh, yekşemê li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” nivîsî: “Xweşhal im li Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê me, ji bo gihandina dengê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pevguhartina nêrînên xwe li ser pirsên cîhanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh na pêr ji bo beşdariya di Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê de bike, gihîşt Swîsrayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya çalakiyên Korbendê de, dê beşdarî panelekê bi navnîşana (Pêkhateyeke Nû ya Asayişê li Rojhilatê Navîn de) bibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha li perawîza Korbendê ku ji 22 ta 26ê Gulanê birêve diçe, dê çendîn civîn û hevdîtinên wî bi berpirsên pilebilind, xwedîkar, aborînasên herêm û cîhanê re hebin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev