
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd Kovan Amedî û serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil, pîroznameyek ji du hilbijirên Kurd bo Parlametoya Eyaleyta NRW şandin.
Du Kurdên welatparêz Bêrîvan Aymaz ji Partiya Keskan û Serdar Yuksel ji Partiya Sosyaldemokratên Almanyayê, bo Parlamentoya Eyaleta NRW wek parlamenter hatin hilbijartin.
Serokê FKKS Kovan Amedî û Serokê KDC Îsmaîl Kamil, pîroznameyek ji her du parlamenteran re şand û kêfxweşiyên xwe ji hilbijartina wan re nîşan dan.
Temeniyên xwe wek bo lobiyek xurttir, bo parastina mafên mirovî, demokrasî û parastina mafên neteweya gelê Kurd ku bi wêrekî biparêzin. Her usa daxwaza hevkariyek baştir kirin.
Serokê KDC´ê Îsmaîl Kamil
Serokê FKKS´ê Kovan Amedî
Riataza