Kesayetiya şîzotipal û “Kurê min efendî ye”

Kesayetiya şîzotipal û “Kurê min efendî ye”

Darius Winzer

“Kur an keça we bi terbiye ye yan derdekî wî/wê heye? Em di perwerdeya zarokên xwe de li paş standartên cîhanê ne. Bêstatûbûna Kurdan, koçberî, nebûna perwerdeya bi zimanê zikmakî û hwd, gelek sedem hene ku em hemî dizanin. Kurd ji nîmetên dinyayê sûdê wernagirin.

Hin malbat bi biterbiyebûn, efendîtî û biaqilbûna zarokên xwe pesnê xwe didin. Pîvan ew e ku divê zarok di mal de û li devedorê bêdeng be, serê xwe bike ber xwe, têkildarê xelkê nebe. Bi gotineke din “kerr û lal” be. Baş e. Zarokên wiha malê qirêj nakin, şerxwaz nînin, qelebalix nakin. “Kevir ne tiştek e lê giran e”.

Behsa gelek astengdariyên kesayetiyê, xerabûnên kesayetiyê tên kirin ku yek ji wan jî astengdariya kesayetiyê ya şîzotîpal e. Ev kesana di têkiliyan de zehmetiyên mezin dijîn û ji devedorê xwe re jî dibin bar. Di afirandina ramanê, têkiliyên civakî, lêhayî û jiyana taybetiyê de gelek kêşeyên wan hene ku ji me gelek cuda ne. Carnan mirov dibê qey hinek qure ne, heya nedurist in jî. Lê divê em milyon caran bêjin, nexweşî, astengdarî û karakterê kesan tevlîhev nekin. Heger mirov bitirse, nayê wê wateyê ku mirov tirsonek e. Ango nêzîktêdayînên exlaqî, neheqî ye.

Gelek sedemên rûdana vê kesayetiyê hene. Sedemên genetîkî, sîndroma fragîles-X û hwd. Lê pirranî ji van du sedeman yek heye ku di temenê biçûk de hatiye serê wan:

Destdirêjiya zayendî (seksî)

Mehrûmiyeta hezkirinê

Di civaka Kurd de, astengdariyên kesayetiyê me gotibû, gorî gelên cîran gelek kêm in. Li cem Tirkan pênc car zêde ye. Ji ber ku zanîngehên me li bakurê welêt nînin, me nekariye li ser xwe lêkolînan bikin. Em statîstîkên welatê xwe nizanin. Dewleta Tirk jî van statîstiîkan an vedişêrin an jî manûple dikin. Bi texmînî, di nava Kurdan de astengdariya şîzotîpal bi qasî 0,5-1% heye. Mixabin civaka me hez ji van kesan dike, bêî ku bizanibin ew di jiyanê de zehmetiyên mezin dikişînin, pesnê wan didin; “Kurê min wekî qîzan e, pirr efendî ye”, “Keça min tu dibê qey milyaket e, qet dengê wê jî dernakeve”.

Tê payîn, di her malbata ku şîzotîpal lê heye yek şîzofrenek jî heye. Lê ev pêşdaraziyeke Ewropayiyan e, li Asya Nêzîk ne wisa ye. Hin ji şîzotîpalan heger travmayên wan hebin, seranser dibin şîzofren jî. Lê hejmara kesên wiha gelek kêm e.

Li cem şîzotîpalan vekişandina civakî heye. Xwe di qalikên xwe de dişidînin, ji têkiliyên sosyal hez nakin û baweriya wan jî bi kesî nîne. Rastî mobîngan tên û dikarin asgresîv bin jî. Kesên li dora wan in, bo wan dibêjin “miroveke xerîb e, bêxem û bêhest e”. Balê nadin kincên xwe, kincên “xerîb” li xwe dikin. Carnan tiştinên xerîb jî dikin (bo mînak di dawetekê de nişka ve xwe winda dikin). Sar in. Carnan behsa tiştinên majîk (bisêhr) dikin. Hinekê paranoya bi wan re heye. Carnan dibêjin “her tişt bi min gelek xerîb tê”. Axavtina wan monoton e û ramana wan teng û stereotîp e.

Ez îdiayek xwe bêjim, dibe ku hin kes şaş ji min fêhm bikin an dilê xwe bigirin. Gorî çavdêriyên min di nava hin tarîqatên olî, di nava kemalîstên Tirkan û qismen jî di nava çepgirên radîkal de gelek ji şîzotîpalan hene. Fantaziyên xwe di şexsê îdol de dijîn.

Divê em silavekê bidin pedagojiyê, perwerdeya zarokan bizanibin. Gelek şaşiyên dê-bavên Kurd hene ku viya di nava malbatê de vedişêrin, bêî zanabûn zirarê didin zarokên xwe û wan bo pêşerojê amade nakin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev