Amerîka derbarê her êrîşeke nû de hişyariyê dide Tirkiyê

Amerîka derbarê her êrîşeke nû de hişyariyê dide Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka li hember destpêkirina her operasyoneke leşkerî ya nû li Rojavayê Kurdistanê hişyarî da Tirkiyê û tekez kir ku ev operasyon dê leşkerên Amerîkî yên ku li herêmê bicîh bûne bixîne metirsiyê.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja duşemê ragihandibû, welatê wî dê di demeke nêzîk de dest bi operasyoneke leşkerî ya nû li bakurê Sûriyê bike ji bo avakirina “herêmeke ewle” bi kûrahiya 30 km li ser sînorê xwe yê li başûr.

Li ser vê yekê, berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Ned Price roja sêşemê ji rojnamevanan re got: “Amerîka ji ber vê ragihandinê pir nîgeran e”.

Price got: “Em her karekî leşkerî li herêmê şermezar dikin û piştgirîya parastina hêlên agirbestê yên heyî dikin.”

Her wiha Price got: “Em li bendê ne ku Tirkiye li gorî daxuyaniya hevbeş a Cotmeha 2019’an tevbigere.”

Amaje bi yekê jî kir: “Em têdigihin nîgeraniyên Tirkiyê yên ewlekariyê yê rewa li ser sînorê wê yê başûr, lê her êrîşeke nû dê aramiya herêmê bêtir têk bibe û hêzên Amerîkî yên di bin sîwana hevpeymaniya li dijî DAIŞê de li wir in, bixe metirsiyê.”

Ji sala 2016an ve, Tirkiyê sê operasyonên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kirine (operasyona Babê 2016, Efrîn 2018, Serê Kaniyê û Girê Sipî 2019).

Tirkiyê di Cotmeha 2019an de dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku hêzên wî welatî erkê xwe li Sûriyê bi cih anîne û dê ji wî welatî vekişin, Tirkiyê dest bi operasyona xwe ya dawî kiribû.

Lê êrîşa Tirkiyê wê demê hêrseke mezin li Amerîkayê derxist, ku Trump cîgirê xwe Mike Pence şande Tirkiyê û li wir bi Erdogan re rêkeftinek ji bo agirbestê pêk anî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev