
Ali Gurdilî
Platon gotiye ku du cîhan hene: Cîhana îdeayan û ya xwiyakirî, ango cîhana qelp. Hemû heyînên ku li dinyayê hene, ew qopiyên heyînên resenî (îdea) ne, hêz û hebûnatiya xwe jî, ji wan digrin. Lewma jî, cîhana resen û mayende, cîhana îdeaya ye. Heyînên ku di cîhana îdeayan de cih digrin, naguherin, mirin ji wan re tune û ji holê re ranabin. Ango, eternal in. Ev dîtina wî ya xweser, çavkaniya (binyada) hemû felsefeya wî ye. Ango, hemû felsefeya xwe, li ser vê ramana xwe ya xweser ava kiriye.
Mesela wiha gotiye:
* Tevgera herî baş ya ehlaqî ew e ku ber bi ‘îdeaya baş’ ve diqeside.
(Felsefeya wî ya Ehlaqê)
* Heyînên rasteqîn, îdea ne û yên ku li dinyayê xwiya dikin jî, qopî (qelp) in. (Felsefeya wî ya Heyînê)
* Şagird beriya hemû tiştan, bi rêbazên diyalektîkî; divê îdeayan fêr bibin.
(Felsefeya wî ya Perwerdehiyê)
* Huner, teqlîdkirina (qopî) teqlîda ye. Lewre, cîhana der (der, madî) teqlîd e û hunermend jî, texlîdan texlîd dike.
(Felsefeya wî ya Hunerê)
* Zanayiya rast, zanayiya (zanîn, knowledge) îdeaya ye.
(Felsefeya wî ya Zanayiyê) û hwd.
Ev nêrîna wî ya xweser ya du cîhanan û ramanên mamosteyê wî Sokrates, ku berê asîmanan nîşan dabû û gotibû ku ”jiyana me ya esasî li wir (jor) e” wekî mizgînîya dînên yekxwedayî hatine dîtin.
Riataza