MIŞEXTÎ • ADIL ZOZANÎ

MIŞEXTÎ • ADIL ZOZANÎ

LÎS wek herdem bi karê xwe va me dilbaristan dike 

Adil Zozanî, di romana Mişextî de di ser bûyerên ku qewimîne û hatine jiyandin re, têgiha ”mişextî” û wateyên ku lê hatine barkirin dide ber pirsyaran.

 

Lehengên sereke yên romanê hem bûyeran dijîn û hem jî çavdêr in. Mişextî, ew kes in; hem xeydaneke ku îhtîmal e ku di kêliyekê de li wan bibe lihevkirineke xurt, di navbera wan û warê wan de çêdibe, hem jî ji ber wan şertên dijwar û neligorîdil ku piştî cirîna bobelatekê pêk tên, bêgav in dev ji cî û warên xwe berdidin û koçber dibin – tevî ku ne bidil û daxwaz in jî-. Sacoya Mitirb, Mîrqasim Begê Botî, ”mişextiyên” Helebçeyê û yên dî…

 

Ew hem xeydanên nazdar in, hem jî koçberên bêgavmayî ne.

 

Em bi xwendina vê romanê car dî tê digihîjin ku, em kurd tim û tim di rewşa ”li vî alî behr e, li vî alî çal e” de mane û hatine ber fetisînê û me bêhna ku ji bo jiyîna me divê jî, ji vê rewşa paradoksî peyde kiriye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev