Berhemên kurdzanên me – 275

Berhemên kurdzanên me – 275

Me di 274 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka şairê rûsan yê herî binavûdeng Aleksandr Pûşkîn ”Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da”, beşa wê a pêşin a raberî we bikin.

Ev berhema giranbuha, ku berî 200 salan bi rûsî û gelek zimanan çap bûye, bi kurdî çap nebûye. Em wê kêmanîyê bi riya malpera xwe, bi wergera berpirsyarê xwe – Têmûrê Xelîl dadigrin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da – 1 

A.Pûşkîn

 

Pêşgotin

 

Van dawîyan pirtûkek kete destê min, ku di sala 1834an da li Parîsê hatîye çapkirin: Voyages en Orient entrepris par ordre du Gouvernement Francais {1}. Xudanê pirtûkê, ku gera sala 1829an bi awayê xwe şirove dike, bîr û bawerîyên xwe bi van gotinan va bi dawî tîne:

 

Un poete distingue par son imagination a trouve dans tant de hauts faits dont il a ete temoin non le sujet d’un poeme, mais celui d’une satyre {2}.

 

Ji şairên, ku tevî rêwîtîya ber bi Tirkîyê bûne, min tenê A. S. Xomyakov û A. N. Mûravyêv nas dikir. Herdu jî di ordîya mîrlaw Dîbîç da bûn. Yê pêşin di wan deman da çend helbestên lîrîk yên nazik nivîsîbû, yê dudan karê xwe didît derheqa rêwîtîya xwe ya ber bi warên buhurtî da binivîse, ku tesîreke mezin li ser wî kiribûn. Lê ez li ser rêwîtîya ber bi Erzurumê rastî tu nivîseke satîrîyê ne hatim.

Minê tu caran bawer nekira, ku li wir wê behsa min bê kirinê, eger min di wê pirtûkê da navê xwe nedîta, ku li rex navên gênêralên korpûsa Kavkazê derbaz dibû. Parmi les chefs qui la commandaient (l’armee du Prince Paskewitch) on distinguait le General Mouravief… le Prince Georgien Tsitsevaze… le Prince Armenien Beboutof… le Prince Potemkine, le General Raiewsky, et enfin – M-r Pouchkine… qui avait quitte la capitale pour chanter les exploits de ses compatriotes {3}.

Ez li xwe mukur bêm: ev xetên rêwîyê firansizî yên bi gotinên xweşik, ji derewên kovarên rûsan zêdetir ez aciz kirim. Ji bo min herdem jî tiştekî pêkenînê û dûrî aqilan bû, ku meriv li ruhdarbûnê, heyecanê digerin: Nikarî li heyecanê bigerî; ew gerekê bi xwe bê bal şair. Eger bona wê yekê herî şêr, ku pesinê mêrxasîyên li wir bidî, di hêlekê va nakeve serê min, di hêleke din va jî ne karê camêran e. Ez tevî kar û barên leşkerî nabim. Ew ne karê min e. Dibe derbazbûna ji Sehan-Lûyê ya bi cesûr, tevgera mîrlaw Paskêvîç, ku sereskerên Osman-paşa ji hev kir, binketina du korpûsan di nava rojekê da, rêwîtîya bi lez ber bi Erzurumê – ev hemû, ku bi serketî derbaz bûn, dibe di çavên merivên leşkerî da layîqî xwebawerîyê bin jî (wek, ji bo nimûne, bona maqûl konsûlê milkdar Fontanyê, ku xudanê rêwîtîya ber bi Rohilatê ye); lê minê şerm bikira li ser serleşkerê bi nav û deng tiştên pêkenînê binivîsanda, yê ku bi awayekî camêrî ez di bin konê xwe da sitar kirim û di nav kar û xemên xwe yên bê hesab pir da guhdarîyeke mezin da ser min. Merivê, ku hewcê piştgirîya kesên xurt nîne, qîmetekî mezin dide bînfirehî û mêvanhizîya wan, ji ber ku daxwaza ji wê zêdetir nikarî li wan bikî. Gunehkarkirina ji bo bêşêkirîyê gerekê bê guhdarî nemîne, wek ku rexneyeke bê kêr an jî dereweke edebî. A bona vê yekê jî min biryar kir vê pêşgotinê çap bikim û bûyerên xwe yên rêwîtîyê raberî we bikim û herwiha ew her tişt, ku min di sala 1829an da derheqa wê rêwîtîyê da nivîsîbû.

 

Serê Yekê

 

Best û beyar. Maleke Kalmîkîyayê ya wek holikan. Avên Kavkazê. Riya leşkerî ya Gurcistanê. Vladîkavkaz. Şînên osêtînan. Çemê Têrêkê. Şikevta Darîalê. Riya ji ser çiyayên sîs, yên berfî. Çavpêketina pêşin li Gurcistanê. Şadirwanên avê. Xozrêv Mîrze. Serekbajarê Dûşêtê.

…Ez ji Moskow çûme Kalûgayê, Bêlyovê û Oryolê û ez 200 vêrstan zêde çûm; lê min Yêrmolov dît. Ew li Oryolê dijî û gundê wî nêzîkî wir e. Ez berbangê seheta 8an hatime bal wî, lê ew ne li mal bû. Rêvebirê min gote min, ku Yêrmolov naçe bal tu kesî, xên ji bavê xwe, ku merivekî sade, kalemêrekî berbihêr bû, ku ew tenê karmendên bajêr qebûl nake, lê ji bo her kesên din derîyê wî vekirî ye. Piştî sehetekê ez careke din hatime bal wî. Yêrmolov bi dilgermîyeke hinkûfî xwe va ez qebûl kirim. Ji çavpêketina pêşin min tu mînanîhevbûn di nava bengzê wî û portrêyên wî da ne dît, ku piranîya wan ji profîlê hatibûne kişandin. Sûretê wî gilover, çavên wî agirî, ku di rengê gewr da bûn, porên wî yên sipî gijgijî bûn. Beşera wî ne bi dilê min bû, ji ber ku ne tabiyî bû. Lê dema ew difikire û pirçûyê xwe dike, kêfa merivan tê lê mêze bike û ew mînanî portrêya wî şairî ye, ku Dov kişandîye. Ewî kurkekî çerkezan li xwe kiribû. Li ser dîwarên odeya wî şûr û xencer dardakirî bûn, heykelên serekên Kavkazê jî li wir hebûn. Wisa xuya bû, ku ew bêsebir xwe ji bêdengîya xwe xilaz dikir. Çend caran hewil da derheqa Paskêvîç da bipeyîve û herdem jî bi ruhdarbûn; dema ewî derheqa serketinên wî da dipeyivî, ew himberî Navîn dikir û mîrlawê Êrîvanê bi nav dikir wek mîrlawê Êrîhonê. “Bira ew êrîş bike,- Yêrmolov got,- li ser paşayê ne bi aqil, lê yê berk, wek nimûne, li ser paşayê, ku serokatî li Şûmlê dikir,- û Paskêvîç ji wan deran beta vebû, winda bû”. Min gotinên maqûl Tolstoy gîhande Yêrmolov, ku Paskêvîç di kampanîya Farizistanê da ewqas serketî karê xwe bi rê va bir, ku merivê aqil gerekê karê xwe ji wî xirabtir bimeşanda, ku ji wî bihata cudakirin. Yêrmolov di ber xwe da vebeşirî, kenîya, lê pêra razî nebû. “Meriv gerekê bêne parastin”,- ewî got. Ez wisa bawer im, ku ewê bîranînên xwe binivîse, an jî wê bixweze binivîse. Ew bi Dîroka Karamzîn ra ne qayîl e; ewî dixwest, ku qelema wî ya bi adan fikireke wisa bisêwiranda, ku derketina gelê rûsan ji xizanîyê û feqîrîyê ber bi serketinê û zorayê banîya ber çavan. Derheqa bîranînên xweşmêr Kûrb da ewî got con amore {4}. Zirar gihîşte almanan. “Piştî pêncî salan,- ewî got,- wê bifikirin, ku di vê rêwîtîyê da ordîya Prûsîyayê an jî Austrîyayê piştgirî kirîye, ku di nav wan da gênêralên alman hebûne “. Ez weke du sehetan bal wî mam. Ew ber xwe ket, ku navê min yê tam ji bîra kiribû. Ew bi xeberxweşî uzra xwe ji min xwest. Sohbeta me çend caran hate ser edebîyetê. Derheqa helbestên Grîboêdov da ewî got, ku ji xwendina wan hestûyên sûretê merivan dêşin. Derheqa hukumetê û sîyasetê da tu gotinek nehate ser zaran. Ez gerekê ser riya Kûrskê û Xarkovê ra derbaz bûma; lê ez bi rêyeke kese derketime ser riya Tîflîsê, xwerina xweş ya li rex Kûrskê ji dest min çû (ew di rêwîtîya me da giring e) û tu daxwazeke min tunebû herime ûnîvêrsîtêta Xarkovê, ku ne hêjayî xwerinxaneyeke Kûrskê ye. Heta Yêlsê rê xerabe ne. Çend caran çentê min di nav gemarê da qirêj bû, ku weke qirêja Odêssayê bû. Carna di rojê da ez ji 50 vêrstan zêdetir ne diçûm. Zûtirekê çavên min li bestên Voronêjê ketin û min bi awayekî serbest xwe li ser şînkaya wan rastan şûlikand. Li Novoçêrkaskê min mîrlaw Pûşkîn dît, ku ew jî diçû Tîflîsê û me li hev kir, ku bi hev ra bikevine rê. Derbazbûna ji Awropayê ber bi Asîyayê her diçe zelal tê texmînkirin: daristan xuya nabin, çiyayên bilind zêde dibin, hêşinayî tîr e, têr û tije ye; teyrede xuya dibin, ku di mêşeyên me da ne zêde ne; quling li bilindcîyan datînin, ku dibêjî qey nobedarîya me dikin, bi kubarî li rêwîyan dinihêrin.

 

Kihêlên, ku gema wan nayê kişandin

Bi kubarî di nav refê hespan da didine tiradan…

Kalmîk dora xanîyên li rex stasyonê dihêwirin. Li rex holikên wan hespên wan yên bê rewş û elîwat diçêrin, ku hûn wana bi wêneyên Orlovskî nas dikin.

Van rojan ez çûme maleke kalmîkan, ku weke holikan bû (ew ji qumaşê xet-xetî ye, ku bi benê sipî va dorgirtî ye). Tevaya malbetê berevî ser hev bû xurînîya xwe bike. Beroş danîbûne orta malê û ew dikelîya û dû ji kulekê derdiket. Jineke kalmîk, ku xuya bû yeke zîrek bû, qelûn dikişand û didirût. Ez li rex wê rûniştim. “Navê te çi ye?” – ***. – “Tu çend salî yî?” – “Deh û heyşt”. – “Tu çi didirûyî?” – “Bilûz”. – “Ji bo kê” – “Ji bo xwe”. Ewê qelûna xwe da min û dest bi xurînîyê kir. Di beroşê da av di donê pêz û xuyê da dikelîya. Ewê kevçîya xwe dirêjî min kir. Min ne xwest dilê wê bişkênim û min nanê xwe di kevçîya wê da kir. Ez ne bawer im, ku aspêjxaneyeke gelêrî ya din dikaribû tiştekî wisa bê usul bikira. Min hîvî kir pêxwerinekê bidine min. Hinek bastirme dane min; ew jî besî min bû. Erf-edetên kalmîkan ez tirsandibûm, ez bi lez ji wê holikê derketim û min berê xwe da bestên Sîrsêyê.

Li Stavropolê min di ezmîn da min ewrek dît, ku di nav deh salên dawî da ne dîtibû. Ew eynî ew ewir bûn, di eynî cîyî da. Ew – berfên ser zincîra çiyayên Kavkazê bûn.

Ji Gêorgîêvskê ez ser riya xwe çûme Goryaçîyê vodî. Li vir min veguhastinek mezin dît: di dema min da vannayên avê, ku bi destan çê kiribûn, di holikan da bûn. Çavkanîyên avê ji çiya derdiketin û bi rêyên cuda-cuda li wan deran bela dibûn û li dû xwe rêç û îzên sipî û sor dihîştin. Me bi çoçikê, an jî bi butulgeyên serê wan firandî ji binê erdê ava kelandî dadigirt. Niha vannayên gelekî baş û malên bê qusûr çê kirine. Li vir xasbaxçeyê bi sosinan va, li rex çiyayê Maşûkê hatibû çêkirin. Li her deran rê û şiverêyên paqij, cîyên rûniştinê yên di nav hêşinayê da, gul û kulîlk, pira, pavîlyon hebûn. Li ser vannayan kilît ne mabûn, bi keviran asteng danîbûn ber derîyên wan teştên mezin; polîsan li ser dîwarê vannayan nivîsîbûn: paqijayê biparêzin, bira li her deran bedewî û ciwanî be…

Ez li xwe mukur bêm: Çem û behrên Kavkazê gelekî alî gel dikin; lê ez ji bo rewşa wan ya xirab gelek ber xwe diketim; heyfa min dihat, ku li wir rêyên kevirî yên xilpe-xwaro hebûn, gîha bê hemdî xwe li wan deran şîn dibû, kesî miqatî lê ne dikir, li gelek cîyan meriv dikaribû bişimita, biketa avê. Min bi xemgînî xatirê xwe ji wan çem û behran xwest û careke din berê xwe da Gêorgîêvskê. Zûtirekê şev ser min da hat. Ezmanê sayî bi mîlyonan siteyrkan va ximximî. Ez li rex kenarê Podkûmkayê ra diçûm. Carna ez bi A. Raêvskî ra li van deran digerîyam, me guh dida awazên avê. Çemê Bêştûyê ji dûr va gelek reş xuya dikir, ku bi çiyan va dorpêçayî bû û axirîyê di nav tarîstanê da winda bû…

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev