Xaçperestên Kurd

Xaçperestên Kurd

Mihemed Şerîf Cilînî

Kurdistan bi her pênc perçên dabeşkirî ne di navbera dewletên îroyî de: Turkiyê, Ȋranê, Ȋraqê, Sûriyê û Azerbeycanê, welatekî hemarenge bi olan: Misilmantî, Êzîdiyatî, Yarsanî, Xaçperestî (Xirîstanî) û Cihûtî.

Di ve gotarê de ezê şirove bikim belavbûna Xaçperestiyê û Xaçperestên kurd li Kurdistanê.

Destpêka belavbûna Xaçperestiyê (Xirîstanî) li Kurdistanê, di sala 29 P.Z de bû, dema pêxember Îssa şagirtê xwe Mar Edî şande bajarê Ruha (Edasa navê Ruhayê di dema Romanan de) yê ji bo derman kirina keye Ebcer ji nexweşiya gurrîtiyê, piştî keye Ebcer candurist dibe ji nexweşiyê, baweriyê bi xaçperstiyê tîne, pişt re Mar Edî diçe navça Hewlêrê (Erbêlê) navenda mîrgeha Edyabênê (Hedyab), ji bo mizgîngeriya ola xaçperestiyê bike, yê pêșîn ji Kurdan bi navê Feqîza (hin dibêjin ew Cihû bû ) ê ko ji malbateke xizan bû, bawerî bi ola xaçperestiyê anî, ji Hewlêrê derdikeve û 5 salan li çiyan mizgîngariya Incîlê dike (pirtûka pîroz ya xaçperestan), paşê Mar Edî wî bi nav dike weke Keşê Hewlêrê di sala 104an P.Z. de

Piştî mirina Mar Edî, şagirtên wî Mar May li herêmên Amedê û Misêbînê (Nisêbîn), Tomas li çiyaê Dasinan li herêma Badînan û Fîlîpos li Botan, Silopî û Ermenstanê, her weha çend Keşegeh hatin damezirandin, keşegehên giring Keşegehên Misêbîn – Hewlêr û Kerkûkê Germiyan bûn.

Lê xaçperestî li bakurê Kurdistanê û beşê bakur ji rohilatî Kurdistanê (Îranê), yên hatibûn dagîrkirin ji aliyê Împeratoriya Romanan ve, û paş re ji aliyê Împeratoriya  Bîzantî (Bîzans) ve, ola Xaçprestî belav bûbû, carana bi darê zorê û carana bi aşîtî.

Herweha bi vî awayî xaçperestî belav bû li Kurdistanê, di destpêka sedsala yekemîn paş zayînê, lê ev belav bûn di pêşî de ne bi lez û bez bû, sê navend li Kurdistanê hatibûn damezirandin, rolek mezin lîstin ji bo belav kirina Ola xaçperestiyê, li Kurdistan û Parsê (Faristan), yek li Ruhayê (Edasa), yek li Misêbînê (Nisêbîn) û yek li Hewlêrê (Erbîl) bû.

Hemî xaçperest û xaçperestên Kurd, li wan stembarî û zordarî ne dihate kirin di dema Farisên Hexamşaniyan de (Exmîniyan), hem jî di destpêka Ȋmperatoriya  Sasanî de a ko hatibû damezirandin di sala 224 P.Z. û ola zerdeştî weke oleke fermî hatbû  pejirandin, lê rewş hate guhertin paş bawermendiya Împeratorê Romanan Costinyan bi xaçperestiyê di sala 313an P.Z. de, li gor yasa Mîlan, û bawermendiya Keyê Ermenistanê Keye Têrîdat di sala 314an de, sitem û zordarî li ser xaçperestan dest pê kiribû, tevlî xaçperestên Kurd, Mar Eha û Mar Osa keşê Farqînê, bal kişandin di pirtûka “Karên pakrewanan“ de, ser sitema li ser xaçperestên Kurd dibû, di destpêka sedsala 5an P.Z. de, her weha Melfan Nirsay (399-503) pêştirîn kes bû bal kişand derbarî sitem û zordarîkirinê di dema Keyê Sasaniyan Şahbûrê diwemîn.

Jêderên Suryaniyan diyar dikin bilind bûna hin xaçperestên Kurd bi navên xweyî Kurdî di pêlika olîtiyê de, weke Keşe Şahdost, yê hatibû kuștin di sala 342an de, û keşe Ferhad nûnerê keşegeha Misîbînê di kongera Nîqiyayê de di sala 325an de.

Dîroknasê Holandî Arsir Kirîstinsin di pirtûka xwe de ya bi navê “Îran di dema Sasaniya de“ dibêje:

“Sitembarî pêk hat li parêzgehên bakur û bakur rohilat ên bi ser tixûbên Împerataoriya Romanî ve (parêzgehên Kurdî), li wan deveran kuștin, qirkirin û koçkirin pêk dihat, di sala 362an de (9000) xaçperest ji kela Finikê li Botan, koçber kirin bi zorê ber bi Xwarzimê”

Gerokvanê Îtaliyanî Marko Polo di pirtûka xwe de bi navê “Milyon“ dibêje derbarî Mûsilê:

“di beşên çiyan de, netewek heye bi navê Kurd, hin ji wan xaçperestên Nestorî ne an Yaqûbî ne, û hin ji wan Misilman in”.

Lê dîroknasê Ereb Mesûdî di pirtûka xwe “Mêrgên zêr û gewheran“ navê 16 hozên Kurd diyar dike, ji wan 2 hoz xaçperestin, Yaqûbî û Corqan (Gewrikan), warê wan di navber Mûsilê û çiyayên Cûdî de ne.

Xaçperestên yekîtiya hozên Hevêrkan û xaçperestên Hezexê li çiyayê Torê û yên Dêrika Hemko, neviyên van herdû hozane, ên îro xwe bi Suriyanî an neviyên Aramiyan dibînin, weha mizgîngerên Ewrupiyan, Emerîkiyan û Rûsan xistin serê wan, ji bo berjewendiyên welatên xwe, li devera Rohilata Navîn.

Herweha lêkolînvanên komela xakgarîniya şahanî gotine, hozeke kurd li parêzgeha Sêvasê li bakurê Kurdistanê heye hê çalakiyên xaçperestiyê diparêzin, û hin wan didin naskirin weke hozeke xaçperest.

Zanistê şûnwarên kevnar yê Îraqî Behnam Ebu Sof di gotareke xwe de dibêje:

“Niştecihên çiyayî yên gund û bajarên bakur rohilatî Îraqê (başûrê Kurdistanê), bakur roavayê Îranê (rohilatî Kurdistanê) û rohilatî Enatolyayê (bakurî Kurdistanê), bawerî kiribûn bi xaçperestiyê li ser rêbaza Nestoriyetê, ev rêbaz keşê Qestentîyê (Stenbûlê) Nestoryos damezirandibû sala 431an de P.Z., herweha jî dibêje: “ew xaçperestên li ser rêbaza Nestorî, ên weke zorba xaçperestên Kurdistanê xwe dibînin Aşûrî an Asûrî”.

Lê xaçperestên bașûr roavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê, nexasme xaçperestên parêzgehên Amed, Mêrdîn û Ruhayê, yên xwe dibînin Suryanî û neviyên Aramiyan, bi rastî ew Kurdin, neviyên Kurdên bawermend bûne bi xaçperestîyê dema Romanan û Bîzantiyan welatê wan dagîr kiribûn.

Mizgîngerên welatên roava ne xasme ên Firansiz, Îngilîzan û hem Emerîkanan, weke serekê keşegeha Kantirbêrî, keşe Wêlî Wêgram Evserê siyasî yê hêzên Birîtanî li rohilata navîn, bi propagadek berfireh û damezirandina dibistanan ji bo Nestoriyan, xistin ser û hişê xaçperestên Kurdistanê ku ew Aşûrî (Asûrî) ne, neviyên Împeratoriya Aşûriya (Asûriya) ya ko hilweşiya beriya 2630î salî, di sala 612an de B.Z., bi destê Mîdiyan (Medan) ên pêşiyên kurdên îroyî ne, ew ji bîr dikin ku Aşûriyên ko man di wê demê de, pişivîn û wenda bûn di nav gelê Mîdî de, hem jî xistin hişê xaçperestên Kurd yên xwe bi navê Suriyaniyan li Kurdistanê didin nasîn, ko ew neviyên Aramiya ne  – Aramî niştecihên kevnar li Çolistana (Biyabana) Şamê dijiyan – di vê gotarê de derfet tune ye, ku bi dirêjahî rola van mizgîngeran, hem rola balyozên van dewletan ên kar dikirin li Amedê, Wanê, Bedlîsê, Erzimê (Erziromê) û Wirimyê (Urimyê), evan balyozan sîxurên welatên xwe bûn li Kurdistanê, ji bo pêk anîna berjewendiyên van welatan li rohilata navîn û nemaze li Kurdistanê, berhemê kar û xebata wan balyozan perçekirin û dabeşkirina Kurdistana mezin bû.

Ez baş zanim gundên herêma ku koka min jê ye, ên li bakurî Mêrdînê ne, weke gundên Ewîna, Bafawa û Baqustan niştecihên van gundan kurdên misilman û xaçperest bûn, bi hev re dijiyan bi aramî, bi zimanê kurdî diaxivîn, ên xaçperest nimêj û bajgoriyên xwe bi zimanê kurdî pêk dianîn weke zimanê zikmakî, bi zimanê Suryanî ne zanibûn, li gelek dêran pirtûkên xaçperestiye bi zimanê Kurdî hatine dîtin, hê jî ew xaçperestên van gundan ên koçber bûne paşnavên xwe ji navên gundên xwe wergiritine weke Bafawî, Ewînî , Baqustanî û hwd.

Hêjayî gotinê ye ku xaçperest roleke wan mezin hebû di rêveberiya mîristanên kurdî weke mîristana Botan, mîristana Merwanî li Amed û Farqînê…hwd, dibûn rawêjkerên mîran, rola wan hebû di warê pêşesaziyê û bazirganiyê de.

Lê mixabîn tu agahî derbarî hejmara xaçperestên kurd tune, lê ez bawerim hejmara wan ne kêmî 3% ji hejmara kurdan, bi gelemperî li Kurdistanê Xaçperest bi navê (Fille) tên binavkirin û naskirin, bi gumana ko ev nav ji peyva (Filestan) hatiye, filestan ji guherîna navê Pelestain ya Inglîzî an Filesttîn bi Erebî, welatê jê dayikbûna pêxember Ȋssa ye.

Jêder:

– Gotarê Dr.Mihdî Kakeyî- belvbûna xaçperestiyê li Kurdistanê, bi zimanê Erebî

– Pirtûka: xuyakirina netewa Kurd – Dr. Cemal Reşîd Ehmed

– Pirtûka: Îran di dema Sasaniyan de – Arsir Kirîstinsin, wergera Erebî

– Pirtûka Firegeha dîroka Îranê – Dr, Hesen Kerîm Caf, wergera Erebî

– Pritûka: Milyon ya gerokvanê Ȋtalî Marko Polo

– Pirtûka: Mêrgên Zêr û Gewheran – dîroknasê Ereb Mesûdî

– Wikipedia Erebî

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev