
Berpirsyarê malpera me zargotina kurdên Sovyetê bi kurdên cihanê da naskirin
Birêz Têmûrê Xelîl!
Wekî hûn dizanin kursa me ya “Folklorê û Edebîyata Gelêrî ya bi Sertîfîka” çê bûbû. Em kêfxweş in ku cenabê we jî beşdarî vê kursê bû. Ji bo dersdarî û keda we em spasîya we dikin.
Weqfa Mezopotamyayê
Bi saya vê bernameyê bi hezaran kurdên her çar perçeyên welatê me û kurdên tevaya cihanê bi zargotina kurdên Sovyeta berê, karê rojnameya Rya teze û Radyoya Rewanê ra bûne nas.
Naveroka Pêşkêşîyê
- Destpêka karê berevkirin û çapkirina nimûneyên zargotina (folklora) kurdî li Rûsîyayê, berî Şoreşa Oktobir.
- Wergerandina berhemên kurdzanên Rûsîyayê yên di cihanê da binavûdeng ji rûsî û ermenî.
- Destpêka berevkirin û çapkirina nimûneyên çanda me li Yekîtîya Sovyet.
- Bingehdanîna ocaxên kurdî li Yekîtîya Sovyet, wek rojname, radyo, teatro, weşandina berheman.
- Hewildanên ku dewlemendîya çanda kurdî ya li Yekîtîya Sovyet berevbûyî û parastî bigihînine tevaya gelê kurd, astengîyên di wî karî da.
- Astengên ji alîyê hinek ronakbîrên kurdan da sazkirî li ser çapkirina berhemên çandî û edebî û herwiha qeydkirina stiranan.
- Hewildanên reşkirin û biçûkkirina karê radyoya kurdî a Rewanê, bi kêmanî bi riya çapkirina 2 pirtûkên ser dîroka radyoya me li Bakur.
- Pêwendîyên Hecîyê Cindî bi HAWARê ra.
- Piştî sohbeta Xelîlê Çaçan û Mustefa Barzanî, daxweza zêdekirina wextê radyoya Kurdî a Rewanê gihîşt ber destê serekê dewleta Sovyet Xrûşçov û wextê radyoyê 3 caran hate zêdekirin û bû 90 deqe.
10.Di şertê qedexeyên propagandakirina şêr, heyfhildanê, jinrevandinê û hwd qeydkirina hemû stiranên kurdî di radyoyê da û parastina wan.
- Keda rûsan di karê pêşxistina çand û wêjeya me da.
- Keda ermenîyan di karê pêşxistina çand û wêjeya me da.
Malpera me (krd.riataza.com) di nava 7 salan da, bi 2 rûbrîkan – Ji berhemên Kurdzanên me û Ji berhemên zargotinê – 540 caran nivîs çap kirine. 270 heb (di her heftê da berhemek, weke 5-7 rûpel) ji her yekê.
Di wêneyan da: 20 berhemên kurdzanên binavûdeng, ku Têmûrê Xelîl ew ji rûsî û ermenî wergerandine kurdî û 20 berhemên folklora kurdî, ku Têmûrê Xeîlîl bi herdu keçên xwe – Mîdîyayê û Dîdarê ra tevayî ew ji latînîya kurdên Sovyet û kurdîya kîrîlî tîpguhêzî tîpên kurdî yên latînî kirine û dane çapkirin. Herwiha 4 wêneyên bergên berhemên folklorî yên bingehdar û rêvebirê Radyoya kurdî ya Rewanê Xelîlê Çaçan in: “Memê û Eyşê” – pîês, “Memê û Eyşê” – destan, “Zembîlfiroş” – destan, “Gotinên pêşîyan” yên bi cûrê kategorîzekirî.
Riataza