Dara Zeytûnê -1

Dara Zeytûnê -1

Muhamed Şerîf Cilînî

Navê Zanistî: Olea europaea

Navê Îngilîzî: Olîv e

Malbat: Oleaceae

Navê Kurdî: Cerbûsk û Lêlûn û ya gelemper Zeytûn e

Warê resen yê dara zeytûnê û hebûn û belavbûna wê ya li cîhanê

Tê bawer kirin ku dîroka vê darê vedigere di navbera (6000-5000) sal berî zayînê de, warê resen herêma başûrê Qofqazê (Kafkasya an Qafqasiya) û bilindahiyên Mezopotamyayê (ango erdnîgariya Kurdistanê) ye û ji van deveran di riya Asyaya Biçûk re, berfireh bûye û gehiştiye qulteyna Derya Spî, ji aliyekî din ve, di lêkolîneke berfireh de, ya zanyar Daniyêl Zoharî ve hatiye kirin, ku dibe warê resen yê dara zeytûnê vedigere rohilatî deryaya navîn, bi taybetî devera di navbera Edeneyê ya îroyîn de li Tirkiyê, û bakurê roavayê Sûriyê ya îroyîn, û ev yek nîşan dide ku yekemîn warê resen yê dara zeytûnê Kurdistan e, û bi taybetî Çiyayên Toros û çiyayên Zagrosê, ku warên resen yên genim û tenên din bû.

Kartaciniyan (xelkê Kertacê ya li Tûnisê) û Fînîkiyan (xelkên kevnar yên perava rohilatî Derya Spî ) bûn ku dara zeytûnê derbasî bakurî Afrîkayê, Ispanya, Îtalya û başûrê Fransa, û Romiyan çandiniya wê li bakurê Îtalyayê berfireh kirin, hem jî Girîkan (Yewnaniyan) û Fenîkiyan ew li nîvgirava Îberyayê belav kirin.

Hin lêkolînên Kevneşopî (arkeolojîk) û Ciyolocîk (jeolojîk an zanistiya Eredê) ên ku li herêma Ebla li başûrê Idlibê li Sûriya îroyî, ya beşek bû ji keyîtiya Hûrrî û paş re Horrmîtanî bû, ya pêşiyên kevnar ên kurdan, hatin kirin, nîşan didin ku darên zeytûnan li wê herêmê ji bêtirî 6000 sal ve hebûn. Li Ispanyayê, kevintirîn ji 5000 sal hatibû dîtin, li gundê Karsil li Almeria. Herweha beriya 5000 sal li girava Girîtê (Kirît) zeytûn bi awayekî bazirganî hatiye li karxistin.

Her wiha jî, vedîtinên kevneşopî (arkeolojîk) ên bêtirî ji yek şûnwarên kevneşopî li herêma Girava (Cizîra) Sûriyê nîşan didin ku Guvaşgehên zeytûna hebûn, weke Girê Taban û Girê Tinînîr û yên din.

Di serdema piştî Serdema Navîn de, bi 50 salan, bi taybetî di sala 1560 de, dagîrkerên Ispanî dara zeytûnê veguhestin cîhana nû, ku çandiniya wê li Pîro û Çîlî geş bû, li Pîro (Antonio de Rivera), dara zeytûnê yekemîn ji Ispaniya li Lîma paytexta Pîro yê çandibû û çandiniya zeytûna belav bû li geliyên berûberî peravên derya Pasîfîk ên Emerîkaya Başûr, ku geşa wê weke ya Deryaya Navîn e.

Ispaniyan dara zeytûnê di sedsala 18an de li Kalîforniyayê derbas kirin, pêşî di sala 1769an de ji hêla şanda San Diego de Alkala ve hate çandin û paşê çandiniya wê di sala 1795an de li seranserê herêmê belav bû, piştî ku çandiniya dara zeytûnê ji sala 1860an û pê ve bû karsaziyek pir serketî.

Li Japonyayê, yekem çandiniya serkeftî ya darên zeytûnan di sala 1908 de li girava Şodo, ya bûye dergûşa çandina zeytûnan.

Hejmara darên zeytûnan li cîhanê nêzî 865 mîlyon dar heye (hejmarên sala 2005an), piraniya van daran li welatên Deryaya Navîn in, her çend deverên din ên cîhanê ne bêtirî (%25ê) ji rûbera ku zeytûn lê hatine çandin, helberîna wan ne bêtirî (10%) ji tevaya hilberîna cerb an zeyta cihanê ye.

Lê li Kurdistanê hejmara darên zeytûnan wiha têne texmînkirin:

  • Başûr roavayê Kurdistanê (Sûriye):
  • Li herêma Efrînê (ware resen yê darê) nêzîkî (20) milyon dar,
  • li Ezazê, Kobaniyê û gundên kurdan li herêmên rohilatê Helebê: Sifîrê, Babê, Minbicê, Girgamêşê (Cerabulusê), nêzîkî (3) milyon dar hene. Hêjayî gotinê ye ku hejmara guvaşgehên zeytûnan digihêje (500) guvaşgeh.
  • Bakurê Kurdistanê:

Çandiniya zeytûnan li parêzgehên: Kilîs, Xatiya (Antakya an Hatayê) li çiyayên Gewr an Amanos, Entabê (Dîlok) û Mêrdînê li herêma Dêrika çiyayê Mazî belav dibe, lê mixabin min nikarî bû hejmara wan bizanim tevlî lêkolîn û lêpirsînê di tora Intenetê de.

  • Başûrê Kurdistanê:

Li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ji bo çandina zeytûnan tevgereke çalak heye, û li gorî jêderên ferweriya herêmê niha hejmara darên zeytûnan gihiştiye (4) milyon dar, û (6) guvaşgehên nûjen hatine avakirin. Yek ji wan li Hewlerê ye û ya din jî li Helebceyê ye.

  • Rohilatî Kurdistanê (Îran):

Lê mixabin tevî lêkolîn û lêgerîn, min nekarî bû hejmara darên zeytûnan li wir bizanibim.

Zeytûn di çandên gelan de

Zeytûn di gelek çandan de cihekî girîng digire û li hin deveran xwedî nirxên durişmên girîng e, di nav de şaxê zeytûnê wekî durişma aştiyê ye, dara zeytûnê di çanda Girîkan (Yewnanan) de jî wekî sembola hişmendiyê hatiye binav kirin, li gor mîtolojiya Girîkî ya dibêje: ku Athena dara zeytûnê wekî rewikekî kedî pêşkêşî mirovan kir, û xwedawenda aştiyê ya Girîkî Êrîna, keça Ziyos, her dem şaxek zeytûnê hilgirtiye, û cerba (zeyta) zeytûna wek diyarî dihate pêşkêrin ji keyan û palewanên werzîşê re, her weha jî, tacên ji şaxên dara zeytûnê ya pîroz ku Herakleyos li (Olympia) çandiye, li ser serê wan dihate danîn, wekî ku ji hêla Girîkiyên (Yewnaniyên) kevnar ve hatiye gotin, di helbest û nivîsarên wan de.

Pelik û şûnwarên Firewnî, ên dîrokî û mumya destnîşan dikin ku Misiriyên kevnar di gelek warên jiyanê de zeyt bikar anîne, tê bawerkirin ku zeyta zeytûnê jî yek ji wan e, di derbarê çandiniya wê de jî tê bawerkirin ku ev çandiniya wê, berya 4000 sal de, di dema desthilatdariya Xanedaniya Hijdehan de (1.580 – 1.320 B.Z.) dest pê kiriye û zeyta zeytûnê jî di serdema Firewniyan de hatiye bikaranîn ji bo ronîkirina perestgehan, yekemîn şaristaniyên ku zeyt bi mekanîzmayên mekanîkî yên xwezayî derdixin, şaristaniya Firewniyê ye, ku hema bêje li gor heman rêbazên îroyîn e, di serdema navbera (980 – 715 B.Z.) de tacên ji şaxên darên zeytûnê li ser serê mûmyayan dihatine danîn. Di gorên Firewn ên wekî “Taca Dadê an Edaletê” ya ku li ser serê Tutanexamon hatiye danîn de hatiye dîtin.

Têbîniyek

Ev gotar destpêka rêzeke ji gotarên li ser dara zeytûnê û pîşesaziyên berhemên wê ye.

(beşa 2an sibê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev