Dara Zeytûnê – 2

Dara Zeytûnê – 2

Muhemed Şerîf Cilînî

Salixdana rewikî (nebatî)

Darek herdemê salê keske û temen dirêje, şiyana wê heye li hemberî mercên giran ên hawîrdor, weke ziwabûnî, zeviyên kevirîn û kêm kûrahî û kêm berîtî li ber xwe bide, koka wê kêm û nazik e, kûrahiya wê di navbera (40-70 cm) de ye. Qurmên darên ciwan de qurmê girêk, dor e û bi kalbûnê re di encama mezinbûna hin beşan de li ser hesabê beşên din dorbûna xwe winda dike. Bilindahiya darê bi gelemperî (3-6 m) ye, û carna digihîje (10-12 m), li gor mercên cîwar û celeban.

Serê darê ji toreke ji şax û çiqilan pêk tê, û pelên wê çermî ne û qalindin temenê pelan (2-3) sale û bi gelemperî di biharê de diweşin, lewma her dem kesk e.

Berika (Liba) zeytûnê

Berik bi qaşileke nerm û şayik hatiye pêçandin û ji du beşan pêk tê: beşa yekemîn navika goştî ya bi rêjeya (% 94,5-98) ji berikê ye, beşa duyemîn dendik an sîsik bi rêjeya ( 2-5,5% ) ji berikê, û dendik an sîsik ji qalikekî hişk ji derve û naveka nerm di hundir de pêk tê.

Pêkhateya kîmyayî ya berika zeytûnê wiha ye:

Teratî (Av)                                             35-63%

Zeyt (Cerb an cevrîn)                           15-30%

Proteîn                                                     1,5-3,5%

Şekir                                                         2-8%

Celuloz (textîn)                                       7-12%

Xulî                                                           1 – 3%

Tirşiyên Hêmanî                                      0,3 – 1%

Çandin

Çandin bi gelemperî di payîzê an destpêka zivistanê de, bi destpêkirina baranê re, li gorî yek ji van du hawayan tê kirin:

1 – Hawê kevin:

Rêbaza Qurmê: perçe têne standin ji cihê ku perçifîne di nabera koka (qurma) darê û sitûna wê de, ya tê naskirin bi navê (Kutik), pêdivî ye ku ev kutik bi qaşil an jî qalikê darê be, û dibe jî xwedan rehên ji kêlekê ve şîn bûne, yên pircaran gupik an şaxên nuh destpêka şînbûnê hilgirin, dûv re kutik tê danîn binê kortikekê bi kûrbûna (50 cm) an di axê de bi hawayekî ku qaşil an gupik ber bi jor ve bin, paşê kortik bi ax tê dagirtin û tê hiştin heya ku şîn bibe û derkeve ser axê.

2- Rêbaza nûjen:

Rêbaza derxikan (şitilan): pêk dibe bi jêkirina şaxên nûjen, bi awayê her şaxek hilgirê girêkekê an bêtirî yekê be, û her girêk xwedan gupikekê be, û bingehê wê tê noqkirin bo demekê di nav vebuhujtiyeke bi tîrbûneke sînorkirî, bi çendek ji keresteyên (heyberên) şînbûna riwekan yên bi navê Oksînat tê naskirin, paş noqkirinê şaxek an du şax bi hev têne çandin nav axê de di tûrekî ji naylon (pilastîk) de, hejmarek mezin ji wan li kêleka hev tên rêzkirin, di hundurê xaniyekî (maleke) ji plastîk de, ji bo bêne avdan û şînkirin û piştî salekê ji şînbûnê, dibin şitilên tên çandin di kortikên di axê de, ku mezin bibin û darek nû bidin, Bajarokê Kefer Sefrê li herêma Çiyayê Kurmênc (roavay Efrînê) bi vê rêbazê navdar e

Temenê dara zeytûnê

Dara zeytûnê bo demeke pir dirêj dijî û leza mezinbûna wê sêrek û ne bi leze. Li gelek deverên cîhanê gelek darên zeytûnê yên temen dirêj hene, nemaze li welatên deryaya navîn, ku temenê wan ji 1000 salî bêtirin û hinek ji wan jî 2000 salî ne.

Li bajarokê Kirka Axaş li parêzgeha Mêrsînê li başûrê Tirkiya îroyîn, dareke zeytûnê heye ku temenê wê 1656 sal e, û hin pispor jî di wê baweriyê de ne ku temenê wê yê rastî dibe sala 2018an, û tiştekî daylan (ecêb) e ku ew dar hê jî berdar e heya îro, û li gor pisporan, ew sêyem kevintirîn dara cîhanê ye, bilindahiya wê digihê (13) metran û giloveriya qurma wê jî 3,4 metre ye.

Li parêzgeha Xatay (Hatay) li başûrê Tirkiya îroyîn, dareke zeytûnê ya 1350 salî heye û ew jî heta niha berdar e, û di demsalekê de zêdetirî 300 kîlo zeytûn daye.

Berhemdariya darê

Piştî çandina nêzîkî 7 heta 8 salan, ew dest bi berhemanîna berikan dike, û hilberîna wê di 20 salên pêşîn de nîvnîve dimîne, piştî ku di temenê 30 an 40 salî de, dest pê dike ku bi berhem bilind dibe, bi rêjeyek bilind ya cerbê (zeytê) tê de, lê ev rêjeyan li gorî erda ku li ser hatiye çandin û avdanî ye yan na, darên zeytûnê yên bejî (bê avdanî) li gorî darên ku têne avdan, ji hev cûda ne, bi pirbûna an kêmbûna berhemê, rêjeya zeytê re bi çakbûne ne. Darên avdanî gelek ber didin û nikarin pir zeyt bidin, û yên bejî berik kêmtire, lê zeyt pirtir û çaktire.

Hilberîna navînî ya zeytûnê ji dara gihîştî di navbera (22 û 90 kg) de ye, û wekî rêgezekê hilberîna darên zeytûnê yên bejî rasterast bi temenê wan ve girêdayî ye, ev tê vê wateyê ku darek 100 salî bi gelemperî dikare bêtir hilberîne, ji dema ku ew 60 salî bû hilberand.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev