Darê

Darê

Muhemed Şerîf Cilînî

Darê an jî Dara, bi yewnanî Dáras, Bîzantiyan navê Anastasiopolîs lê kiribûn, Tirkan navê “Oğuz “ lê kirine, lê careke din di sala (2010an de) navê Dara lê kirin, bajar an gundê Darê 30 km’an li başûrê rojhilatî Mêrdînê dikeve, li ser rêya Mêrdîn û Nisêbînê ye, bajarekî di demên kevin de bi nav û deng û hem stratêjîk bû.

Darê ji aliyê keyê Farisan Daryusê siyemîn ve hatiye avakirin, tê gotin ku di demekê de bûye paytexta Farisan jî.

Bajar piştî Zayînê carinan dikete bin desthilatdariya Împeratoriya Romaniyan û Bîzantiyan de û carinan dikete bin desthilatdariya Farisan de, û di sedsala 7’an de dikeve destê Ereban û heta bi sedsala 15’an, paş wê dikeve destê Osmaniyan de.

Ji piran, serayan, sarîncan û avahiyên din û pereyên car carna di nav şikêran de tê dîtin, xuya dike ku Dara bajarekî dewlemend bûye.

Dara ji çar taxan pêk tê: taxa Haciyan, taxa Kelê, taxa Axê û taxa Fileha. Dema ku mirov van taxan ango li navenda Darayê digere şopên dîroka çar hezar salan dibîne.

Piştî şerê berî zayînê 331an de, yê ji aliyê Îskenderê Mezin bi Farisan re, li gorî bingeha xwe ji nû ve hatiye avakirin, şûnwarê bajarê kevnare yê ku tê dîtin ji dema împeratorê bîzanstiyan Anastasiusê yekem ve, di sala 507an de hatiye avakirin û navê Anastasiopolîs (bi wata “Bajarê Anastasius”) lê kiriye.

Bi dû re jî di sala 530’an de ji aliyê împeratorê Romayê Justinianus I ve li gorî avakirina helenîstîk, ji nû ve hatiye avakirin.

Bajarê ku ji aliyê persan ve hatiye avakirin hatiye hilweşandin û kevirên wê ji bo bajarê nû dibin, tenê cihê ku jê re dibêjin “Zindan” ji aliyê Dariyûş ve hatibû avakirin, hê li ser lingan maye.

Dara kevin bi bedenek bi dirêjiya 4 km hatiye pêçandin, du deriyên vê bedenê hene yek jê li bakur dinêre û yek jî li bașûr, hîna jî gelek xirbeyên dêra, seray, mizgeft, bazar, xanî, pir û sarîncên avê û tenan li ser piyan mane .

Keleya Darê li ser girekî li bakurî bajêr li bilindahiya 50 m hatibû avakirin, lê îro ji bingehên kelayê pêve tu tiştekî din nemane û li şûna avahiyên li ser gir, gundiyan ji xwe re xanî avakirine.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev