Pîşesaziya şekir ji şelimên şekirî

Pîşesaziya şekir ji şelimên şekirî

Muhemed Şerîf Cilînî

Ji ber ku geş û axa deştên Kurdistanê, ji bo çandiniya Şeliman bi kêr tê, hêja ye gotinê ye, ku Şelim ji rewikên deverên navînî û ên sar in, min xwest mijara vê gotarê derbarî pîşesaziya Şekir ji Şeliman, bi hêviya rojekê kargeha bi destxistina Şekir ji Şeliman, li beşekî Kurdistanê bête avakirin.

Şekir tê derxistin ji koka Şelimên şekirî, yên bi dirvên xwe konî ye an kovikî ye, reng spî ne, asta şekir di kokê de di navbera (15 -20) % ji giraniya kokê, û di hin coran de dighê (27%), bi gelemperî her (7 – 8) kg. Şelim (1) kg. şekir didin, ew jî li gor asta şekirê di kokan de, hêjayî gotinê ye ku (40 -45) % ji helberîna şekir li cîhanê ji Şeliman tê derxistin û (55 -60) % ji helberînê ji Qeselê şekir tê derxistin.

Pîşesazkirina şekir ji Şelimên şekirî di van qunaxan re derbas dibe, paş gihaştina Şeliman bo kargehê (fabrîkê):

1.Pîvan û taqîkirin: dema barhilgirên Şeliman dighêne kargehê, barê wan tê pîvan, û nimûneke ji Şeliman tê sitandin, ji bo taqîkirina asta şekir, hem jî asta gemarê.

2.Valakirin û komkirin: bi du awayî pêk tê, yek bi zuhayî têne valakirin û bi veguhêzerên terîşî vediguhezin bo embaran, ya dudiwa, bi awayê şil di pêşî de Şelim têne şuştin bi avek xurt, berya veguhêzin bo embaran.

3.Derxistina şekir: derxistin pêk tê bi pêk anîna van pêngavan:

a.Perçekirin û tîfilkirina Şeliman, bi amûra perçekirin û tîfilkirinê ya tê de kêrên taybet hene, divê tîfil pir tenik bin

b.Tîfil derbasî amûrekê bi navê belavker (diffusers) bibe, ev amûre ji cênd malikên biçûk pêk tê, tîfilên Şelim tûşî ava germ dibin di pileya (70-76) pile, rêveçûna avê û tîfilan dijberî hevin (berovacî), lez û liva tîfilan di amûrê de pir girane, hingî şekir ji tîfilan xwe berdide nav avê, û herî coşa avê xurt be, avaşekir wê zelaltir be, li dawî de asta avaşekir bi şekir dighê (13-15) % û rengê avaşekir reş dibe.

c.paqijkirina avaşekirî: di vê qunaxê de avaşekir ya xame tê paqijkirin ji heman coreyên gemarê û pêkhatiyên ne şekirî, ev paqijkirin pêk tê bi dermankirin bi ava Kilsê – Ca(OH)2 ango (Calicum Heydroxide) û bi hevre tê kelandin, paş re tê peqnadin bi xaza xilûzê (CO2), ango duyê şewata xilûzê (komirê), ji bo niştîkirina keresatên ne şekirî û gemarên din yên peyda dibin di avaşekir de û têne veqetandin bi parzinandinê û rengê avaşekir tê guhertin û dibe zerê vekirî, ev kar pêk dibe bi pêkanîna van pêngavan:

1.xilûzkirina yekemîn (komirkirin bi Ȋnglîzî: carbonization): ango dermankirin û peqpeqekirina xaza xilûzê (CO2) ji bo niştekirina (dawevirandin) kilsê ji ava şekir û bike xilûzên Kalisyom (Calcium Cabonate CaCo3), ya dikare kerestên ne şekirî vekişîne û bimije, hem jî parzinandinê hêsan dike

2.parzinandina yekemîn: ji bo parzûnkirina xilûzên Kalisyom (CaCo3) û niştehên din, ji avaşekir.

3.Xilûz kirina duwemîn: bi armanca kêmkirina asta xoyên kalsyomê û kalsyoma mayî di avaşekir de û niştiyên mayî ji xilûzkirina yekemîn.

4.Parzinandina duwemîn: ji bo veqetandina niştiyan ji avaşekir paş têrkirina avê bi xaza xilûzê, asta şekir di avê de li dawiya vê pêngavê dighê (13 – 15) %.

5.Têrkirina avaşekir bi şekir: bi aramanca kirîstalkirina şekir, paş kiryarên

Fîzîkî û Kîmyayî, divê asta şekir di avaşkir bilind bibe, ew jî pêk dibe bi du pêngavan:

a.Pêngava yekemîn: tîr kirina avaşekir di beşa kelandina yekemîn de û dilop kirina avê pak ji avaşekir, ya di dûmankerekê de tê germ kirin bi dûman avê, hey asta şekir di avaşekir ya dikele bighê (60 -65) %.

b.Pêngava duwemîn: tîrkirina avaşekir ya ji kelandina yekemîn derdikeve, bi kelandin û dilop kirina avê heya asta şekir dighê asta têrbûnê

6.Kirîstalkirina şekir: tê zanîn ku şekir kristal bibe, dema av dighê asta bilindtir ji têrbûnê, li gor vê yekê ava têr şekir ya ji pêngava duwemîn derdikeve, divê av jê dilopkirin ji bo asta şekir bighê (92-93) %, û ji bo şekir neyê şewitandin û reng neyê guhertin, divê dilopkirin pêk bê di mercê bê ba û valahiyê de (di bin Vakyomê – Vacum), din bin mercê de, ev av tê kelandin bi kêmkirina pila kelandinê ji (115 -118) pilan, heya (63 -70) pilan, jimara pêngavên Kirîstal kirin, li hemî kargeha ne yek jimare lê bi gelemperî ji  (2 -3) pêngava ne.

7.Cihêkirina şekirê spî Kirîstal bûyî: cihêkirina Kirîstalên şekirê spî, ji ava  dorpêç pêk tê, li ser bingeha avêtina navendî, di cihêkereke taybet de, bi navê (Centrefuge separator), paş cihêkirinê şekirê Kirîstalkirî tê sar kirin.

8.Dagirtin û Embarkirin: şekirê spî Kirstal bûyî, zuha û sar kirî tê dagirtin di tûrên nahêle şekir lihêma ava bayê bi mije, û tê embarkirin di embara de, hin embar mezinbûna wan dighê (50,000) ton şekir.

Kewş an bermayê koka Şeliman, yê bi navê molas tê naskirin, tê bikaranîn weke êmêkî erzan, jibo pez û dewaran, ji ber dewlemend bi şekir, an jî ji bo helberîna Spîrto (Alcol) û heyvanên tirşger e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev