
Vê carê jî lêkolînerê me arşîvên dewletê tevlihev kirine
û belgeyên balkêş derxistîye û raberî xwendevanên xwe dike.
Mihemed Erzurum
Ev belge, 15-09-1962 de, ji yalî sîxurekî, li ser malbata Şêx Seîd, herwiha ser Şêx Selahaddîn û Şêx Alî Riza hatiye amadekirin. Belge ji deh rûpelan pêk tê.
Xûya dike ku pîştî têkçûyîna Serhildanê û şehadeta Pîrê nemir, ajan û kesayetên tarî, çavên wan ji xwînê têr nebûne, ling bi ling, gav bi gav, gund bi gund li pey zarokên Şêx Seîd geryane, her dem ji Îsmet Înönü û hevalbendên wî re agahî, telgraf û rapor şandine paytexta Enqerê.
Me li jor jî dest nîşan kiribû, ku belge ji deh rûpelan pêk tê, lê ji ber şert û mercên rojane û rewşên awarte, navê wî kesî û temamî ya dokumantan me parve nekir…
Rêwiyên riya îxanetê!
Her çiqas we xwe veşartibe jî, piştî çend sala şûn de dibe ku Serhediyek rabe navê we îxanet û kirinên we ên bê Xwedayî li ser malper û rûpelan bi gelê xwe re parveke, rûyê we yên tarî deşîfre bike…
WERIN DEST JI WÎ BÊBEXTÎYÊ BERDIN!
Riataza