
Kemal Burkay
Ne bes e ji te ra ev roj, ba û baran, erd û emr?
Av û nan, şiêr û kilam, evîn, zanîn û huner?
Bo çi ye ev hêrs û kîn, zulm û teda, şer û şîn?
Mirovo, bajarvano, meymûna bi şûr û xençer!
* * *
Ji min ra heval divê, xizmekaran çi bikim
Yek cil û yek mal divê, koşk qesran çi bikim
Ka çi heye hêjatir ji aştî û azadî?
Mirovê delal divê, şehrîyaran çi bikim
* * *
Bi dû mal û pûl, bomo, te revand xezneyên dinê
Dengê avê û bê, bîhna nîsanê, rengên îlonê
Bextewarî û delalî bi zêr û zîv nayê kirîn
Mirovî bi aqil û zanîn, hîs û raman tê pîvanê
* * *
Şoreşgerî ne bi gotin û laqirdîyan e
Bi kar û xebat e, hiş e, dil û jîyan e
Parva dikî wek bira bi heval û hogir
Çi bar e çi kar e, êş û şa, av û nan e
* * *
Roj wek çivîkên payîzê çûn, lê venagerin
Darên emr xezal dibin, çi bi ber, çi bê ber in
Yên ku barê xwe kişandin, kilama xwe gotin
Bi gîrî hatin dinyayê, bila dilşad herin
* * *
Ji bo pere û pûl, mal û zevî, nav û nîşan
Dinya delal ji xwe ra meke cennime, heyran
Ew azadî û aşitî ye te dilşad dike
Bextewarî di dil da ye, ne di kîsê peran
* * *
Gulan e, dîlan e, gul û gîya, dar-ber, cejna rengan e
Çivîk dixwîne, dengê wê mîna şirîna co û çiran e
Ev dinya hemû ya te ye, heval, ev ro, ev ba, ev kilam
Ev delalî û şiêr, deng û reng, şev-roj, erd-ezman e
* * *
(Ji ”Şîêrên Giştî – Kurdî”)
Riataza