Li Dûr

Li Dûr

Weşanxaneya LÎSê bi berhemên delal va dilê me baristan dike

Werger: Dilawer Zeraq

Li Dûr, romaneke ji Wêjeya Xortanîyê ye. Mine Soysal, digel têgihên wekhevî, dadwerî, xerîbî û jihevcihêtîyê, çîroka du xortên ku ji derdorên civakî yên dijî hev in, vedibêje.

Soysal, temayên wekî ewlehîya di dema karkirinê de û heqê perwerdebûnê digel pêwendîyên malbatî û hogirîyê dixe navenda vegotina xwe.

Roman, bi saya karakterên xwe yên zengîn û bi tevî honaksazîya xwe, berê xwe dide jîyarên ji hev cuda û digel çîrokên mirovan, ji Stenbolê heta bi Meletîyê guh dide ser bajarên cuda û bala me dibe ser awayê guherîn û veguherîna bajaran û pê re jî şopên teze yên qewamên borîrojê dixe bîran.

Nivîskar, bi pêdeçûn û vegotina xwe ya rewan û bi dîyalogên xwe yên rastîparêz, bala xwendevanên ji her temenî dibe ser xwe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *