TOR

TOR

Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed Nesrîn Rojkan xanimê

pêşnîyara malpera me qebûl kir û soz da ku dem bi dem ji me ra

rêzenivîsa gotarên li ser VIKINGan binivîse.

Em sipasîya wê dikin û îro gotara wê a duduyan raberî we dikin.

Nesrîn Rojkan,

Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed

Kurê Oden, Tor brûsk e. Çendî babê wî Oden durû be, ew jî rastgo ye, çendî babê wî fênbaz be, ew jî ew çend qenc e.
Ew yekî gir û rihsor e, û xurt e, hema bêje ji hemû xudayan xurttir e.

Kembera wî ya hêzê, ew hê xorttir dike. Meginjord: dema li xwe dike hêza wî dibe du carên xwe.
Çekê Tor, Mjölner e, çakûçek ecêb e, hesinê wî çakûçê bonciyan jê re qutane.

Hûn dê çîroka wan paşî bibihîsin. Lerz dikeve dilê trollan, dêwên qeşayan û dêwên çîyayan dema çavên wan bi Mjölnerê dikevin lewra gelek birayên wan pê hatine kuştin. Lepikên Tor ji hesinê ye ji bo ku bikare destiyê çakûçê bi kês bigire. Diya Tor, xwedaya erdê Jord e.

Kurên Tor Modeyê bihirs e, û Magneyê xurt e keça Tor Truda hêzdar e.
Jina wî Sîv e, ya ku porên wê zêrîn e. Berya ku bi Tor ra bizewice, kurê wê ya Ull hebû û Tor zirbabê Ull e.

Ull xudayek ku bi tîr û kevanê nêçiriyê dike, û ew him xwedayê nêçîrê û him jî yê kaşûnê ye.

Tor parazvanê Asgård û Midgårdê ye.

Gelek çîrok li ser Tor û macerayên wî hene. Em ê rojek rastê wan jî bên.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *