Nameyên evînî – 153

Nameyên evînî – 153

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Bedewbûn ne tiştek e ruhê min. Mirov gerek xweşik be, xwînşîrîn be. A min û te, di rastiyê da, bedewbûn û xweşikî û xwînşîrînî jî rolek ne lîst. Tu bi çi ketî dilê min, heta niha nizanim. Lê tiştek baş zanim, ku dilê min rind lê dixe, carna zerp lê dide, lê natirsim ku dikare biteqe, jiber ku zanim ew zerpa evînê ye.

 

¤¤¤

Tu zanî, anaha tiştek hat hişê min, an tuyê bêjî kerîtî ye, an tuyê bêjî waaaawwww…. Carina wisa bi min tê, ku difikirim her tiştê me mecazî ye: xwerina me, nivîsên me, fikirên me, daxwezên me. Tenê evîna me xwezayî ye, ku ew jî hemû mecazîyên me dike xwezayî.

 

¤¤¤

Ez ne dû hev ji te ra dinivîsim. Carna ser demeke dirêj dikevime nava jîyana me ya derbazbûyî, paşê ya niha û ya paşdemê…
Nameya min berbi xilazbûnê diçe û ew gotina here xirab – “xilaz” min dike nava rewşeke teng. Lê dawîya her tiştî jî heye. Û eger ez bi du gotinan rewşa xwe ya îro bînime ber çavan, bi bawerîya min, ev e: Ez di jîyana xwe da cara duduyan bengî bûm û ew keç dîsa tu yî!”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *