BIRYAREK BI YEKDENGÎ DERBARÊ KOMKUJIYA XUŞK Û BIRAYÊN ME ÊZDÎ

BIRYAREK BI YEKDENGÎ DERBARÊ KOMKUJIYA XUŞK Û BIRAYÊN ME ÊZDÎ

LI MECLISA FEDERAL (BUNDESTAGÊ) LI KOMÎSYONA MAFÊ MIROVAN Û ALÎKARIYA MIROVÎ

Bayram Ayaz

21ê hezîranê sala 2022an li Meclisa Federal (Bundestag) ya Almanya li Komisyona Mafê Mirovan û Alîkariya Mirovî komkujiya ser xelkê me yê Êzdî li devera Şengalê (03.08.2014) hat gengeşe kirin. Li rûniştina komisyonê pispor hatin gohdarî kirin. Piştî gotûbêjê endamên komisyonê vî derbarî de deng dan ku ev hêrîş komkujiyek e li dijî komekî xwedî baweriyeke taybet. Bi gotineke din komisyonê bi yek dengî biryar da ku ev jenosîd e. Ev biryara komisyonê dê here Meclisê jî. Eger li wê derê jî bê pejirandin, ev dê bibe serkevtineke mezin bo xebat û xizmetên xuşk û birayên me Êzdî û her wisa bo diyaporaya (ravenda) Kurd û Kurdistanî li Almanya.

Ev biryar dikarin bêjin belkî bi qasî çend dilopên avê ye di ser agir û şewata dilê me re reşandin. Lê girîng e. Kurd û Kurdistanî hewce ye em derd û kulên xwe, doz û daxwazên bigihîn her deverê cîhanê, ji xwe re yar û dostan zêde bikin, dijminan kêm bikin.

Di vê xebatê de keda hêja Prof. Dr. Ilhan Kizilhan û rojnamevana nasdar Düzen Tekkal taybet zêde ye. Civaka Kurd li Almanya û rêxistinên din jî karên berketî kirin ku ev mijar hat rojeva komisyona meclisa federal ya Almanya. Nûnerên CKA /KGD jî li civîna komisyonê wek gohdar û şahidê vê rojê beşdar bûn.

Spas bo hemî aliyan, yên keda wan di vê xebatê de heye. Lê hewce ye em hertim li dû bin û lê kar bikin ku ev biryara komisyonê li Meclisa federal jî bê pejirandin.

 

Têbinî/Agehî:

Wêne ji rûpela hêja kekê Mehmet Tanriverdi hatine girtin.

Serokê Civaka Kurd li Almanya hêja kekê Ali Ertan Toprak û cîhgirê wî kekê Mehmet Tanriverdi û endama rêvebiriyê hêja Mona Kizilhan jî wek guhdar li civînê amade bûn.

Riataza 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *