Pîşesaziya Nişşayê ji Genim

Pîşesaziya Nişşayê ji Genim

Muhemed Şerîf Cilînî

Pîşesaziya Nişşayê yek ji pîşesaziyên kelepûrî û gelêrî ye li Kurdistanê û ew yek ji pîşesaziya navmalîyê bû, amadekirina Nişşa yê di malan de, di nav ber pirsiyariyên jinan de bû, bi awayekî kevin, Genim bi avê re dihate nermijandin, çend rojan paşê dihate hêran, Genimê nermijî û veqetandina şilava Nişşayê pilpixîn kirina şilava Nişşayê, niştekirina Nişşayê ji avê û dihate zuhakirin û hêran.

Lê di kargehên nûjen de tête çêkirin ji arvanê genim yê bikêrî nanpijandinê nayê, an ji genimê ji coreyên bêkêr, amadekirin pêk tê li gor van pêngavan:

  1. Di pêşî de arvan tê tevlîkirin bi avê re, bi awayê (65%) arvan, û (35%) av be, û tê strandin heya hevîr dibe mîna lastîkê.
  2. Hevîr tê rawestan heya dipişpişe.
  3. Hevîrê pişpişî tê şûştin, dema derbas dibe di navber du gundorên berovacî hev digerin û avrêj dibe, ava rêjkirina hevîr Nişşayê şilav dike.
  4. Şilava Nişşayê tê parzinandin di parzûneke pir hûr de, ji bo vebirajtina kapekê (qaşilê genim) û perçên Gilotamînê.
  5. Nişşa tê niştîkirin ji şilava Nişşayê, di dikên serberjêr de an di vebrêjkerên hêza avêtina navendî de.
  6. Nişşa vebrêjkirî ji şilavê tête zuha kirin di hêtûnê de bi bayê germ heya teratiya Nişşayê bibe kêmî 12%.
  7. Hevîr bê Nişşa ye û dewlemende bi Gilotîn, ji navbera her du gundoran derdikeve, tê pestînkirin an dewsandin li ser depên qulqulî û Gilotîn dibe mîna pembo an ewirk.
  8. Gilotîn dîsa tê şûştin heta ku piştrast bibin ku Nişşa tê de nemaye û ji ber taybetmendiyên gilotînê ve tê zuhakirin di pileyeke nizim de.

Têbînî: Goltîn keresek e ji bo helbrîna Cespê an Şêrêzê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *