Ji nimûneyên zargotina me – 278

Ji nimûneyên zargotina me – 278

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. HEY LÊ

 

Hey lê teresê, teresbavê!

Bejina vê teresbavê zirave ji ta rihana kursî-mirsî.

 

Teterekê Stembola kavil derket,

Ketîye welatê Anadolîyê,

Sibeye, rastî min hatîye,

Xwe avîtîye ser darê darimê –

Kul û derdê min dipirsî.

 

Go: “Kuro, êtîmo, xelqê minî têlî delalî,

Şebaba mîna stêrekî, ji stêrekê kawranî qira,

Ji kulî ezmîn derdikeve li berî hîvê nava penca royê,

Bi mqabilî stêrkê Leyl û Mecrûmê disinine.

Pêş defekî çerkezîva,

Piş tirkê qîz û xortê vî zemanî.

 

  1. TÎMARÊ

 

Tîmarê, ser xelatê,

Ba dihejînî rîşîya çarê,

Ezê qederê keleş lawikê xwe bigrim ber vê baharê.

 

Tîmarê, têlî, têlî,

Behera Wanê ber diçilvilî,

Ez şahirim, tu bilbilî.

 

Oêstanê dar û sêve,

Ezê qederê keleş lawikê

Xwe bigirim ji îro pêva.

 

Tîmarê, wê li ser rezane,

Tu bes bike wan melhezane,

Memikê dostka min sêvê sorin,

Hêdî bidine ber wan gezane.

 

Lawikê ermenî, esmerek tarî,

Te lêv şekirin, didan sedefî,

Min silav, sed silav şand, çi bikim dîharî.

 

  1. EMAN, EMAN DOMAM

 

Eman, eman, eman,

Domam, min te dibê,

Te min – nabê,

Kaxez, beretê min û te ketine avê.

 

Domam, de tu were ez te birevînim,

Bira kotîyê mêrê te bide navê.

 

Domam, lawikê min dudune,

Yek kurê apê mine, yekî dine,

Gava êvarê kurapê min tê pişta xwe ser cîyê min vedike,

Min tirê merê reşe, ruhistînê ruhê mine,

Yêngê dinê min qebûl kirîye ji eşq û dile:

Min nizanibû xelqê xerîbe,

Dîsa ji qewmê bavê mine.

 

Vî kerî pezê çendî vaye,

Nêrîyê navda mîna gaye,

Lawikê minê qesta sîng û berê min kirîye,

Cot memika jêra silav daye.

 

Kerîyê pezê vê neqevê qerqaş dike,

Hergê hûnê pirsa ji min dikin,

Ew qelenê min bedewe.

 

Lawiko, pezê nîvro hate dena,

Nêrî kuta ser şivana,

Dilê min kete xala sûret,

Na welle, tilî-pêçîyê bilûrvana.

 

Kerî pezê vê hilhilê,

Nêrîyê kever pêşîyê hilê,

Xadê gundê mera qebûl neke,

Gundekî usane, nahêle şevekê

Lawikê min bikeve paşla min cahilê.

 

 

* * *

 

Domam, te li bi çeva, çeva çendin,

Birû-bijanga hafê çeva girt govende,

Nîşanekê nava sîng û berê domama mindane,

Donzdeh melle, mellengê bi surmanî,

Sêzde keşîşa, keşîşê Ermenîstanê,

Çarde şêxa, şêxê êzdîxanê –

Ne tê gotin, ne tê xwendin,

Dîsa min evdalê xwedê ji hev deranî.

 

  1. LO BAVO

 

Lo bavo, bejna bavê min dara ketê,

Bû gujînîya hespê kekê min ber çemê Şerefdînê,

Oxira kekê minda sê cara sebir ketê.

 

Minê hîvîya xwe gîhandîye mîrê mezin,

Dîndara kekê min bive dîndara axangê qîametê,

Çawa ezê negirtim, nedame xortê mal bi gundda,

Heft salîngê virda dilê min têda hebû,

Destê minê girtîye, ezê dame Kerîmê Ejdîayê.

 

Lo bavo, bejina bavê min dara tere,

Bû gujînîya hespê kekê min –

Ber çemê Şerefdînê qal û şere,

Minê hîvîya xwe gîhandîye ber mîrê mezin, yekê jorin,

Def û zurnê bûk û zeva ber derê kekê min negere,

Çawa ez girtim nedame xortê mal bi gundda,

Heft salîngêda dilê min tê hebû,

Destê minê girtîye, ezê dame Kerîmê Ejdîayê,

Zora malê dinê.

 

Lo bavo, bejina bavê min lo dara gezê,

Bû gujînîya hespê kekê min –

Ber çemê Şerefdînê bangê bezê,

Minê hîvîya xwe gîhandîye ber ziyareta Tendûrekê, mîrê mezin,

Sala îsalin kêça kor ber derê kekê min evdala xadê nezê,

Çawa ez negirtim, nedame xortê mal bi gundda,

Heft salîngêda dilê min tê hebû,

Destê minê girtîye, ezê dame Kerîmê Ejdîayê, qoncê dojê, arkolkê tendûrê.

 

Lo bavo, bejina bavê min dara çûkê,

Bû gujînîya hespê kekê min,

Ber çemê Şerefdînê, ber gêdûkê,

Minê hîvîya xwe gîhandîye

Ziyareta Tendûrekê, mîrê mezin yekê jorin,

Belgê sala îsalin ji pêra biteribe bext û mirazê min evdal bûkê.

 

Foto: Mûzexaneya Seyda Goyan

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev