Pirsa we û bersiva me – 224

Pirsa we û bersiva me – 224

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 29

1.

Li tarekê du birayên hev yên şûm hebûne. Li ku derê dizîkek, xerabîyek çêbûbaye ji wan dizanîn û dikirin stûyên wan de. Dîya van herdû kurên şûm hew debar dike û diçe ba melê û gilîyê kurên xwe dike.  

Melayê mizgeftê yeko yeko bangî wan herdû birayan dike. Pêşî bangî yê mezin dike û jê dipirse:  

-Kurêm Qible li ku ye? 

Deng ji kurik dernakeve. Mela dengê xwe bilind dike û bi qêrînî dibêje: 

-Qible li kuyeee?  

Kurik bi destê birayê xwe digire û bi girîn ji wir baz didin. Birayê biçûk dipirse; 

-Keko çi bû? 

Kekê mezin dibêje; 

-Vê carê sûc/tewan mezine, Qible winda bûye û têxine stûyê me de. 

 

2.

Rêncber bi bez tê ba axayê xwe: 

– Axayê qedirbilind, min tu di xewna xwe de didît.  

– Xêre kuro, te çawa dît? 

– Em herdû di firokê de bûn. 

– Êêêê 

– Pişt re firoke xerab dibû û ji asmanî diket xwarê. 

– Xêre ÎnşaEllah, pişt re çi dibû? 

– Ez diketime konçala gu, tu jî diketî konçala hingiv de. 

– Êêê tu dibîne ferqa navbîna min û tu eve. Axatîya min di xewnan de jî dîyar e. Pişt ra çi bû? 

– Pişt ra me hevdû bi alastinê paqij dikir.

 

3.

Osê diçe hecê lê her tim nimêja xwe di nav jinika de dikir. Polîsan her car ew hişyar dikirin û digotinê; ”ya hecî, heram heram” ew ji nav jinika derdixistin lê mixabin ew dîse vedigera nav jinika.  

Dawî polîsa bangî kesekî bi kurdî û erebî zane dikin û pirsê ji Osê dikin, çima hertim tu di nav jinika de nimêja xwe dike.  

Osê: Ez di dewsa dîya xwe de hatime hecê.

 

4.

Mirado diçe qehwexanê rûdinê û ji qehwecî kola dixwaze. Ew gelekî bi fikar e. Fêrisekî mirovan  tê ser maseya Mirado û radije kola wî bi ser xwe de dike û ji Mirado dipirse: 

– Bira te xêre tu ewqas bi efkar û xemgîn û bi derdî.  

Mirado: Ez bextreş im. Êvarê bi jina xwe re me nîqaş kir û wê dev ji min berda. Ez dereng çûme kar, patron ez ji kar avêtim. Ji kar derketim bi rê de trembêlek li min qelibî. Min go ezê xwe bikujim, dermanca min neteqîya. Min xwest xwe daleqînim werîs qetîya. Min xwest bi xaza xwezayî xwe bikujim, ji ber ku min fatura wê nedaye ew jî tunebû. Min jahra mişka êxista nav kola xwe de, da ez bimrim, ew jî te vexwar.

 

5.

Cîranê min demjimêr/saet: di 03.00 ên şevê de li zengilê derî xist !! 

Dîya wî nanek dabû feqîra ku min ji dengê kemança Koma Hezex nebihîst bû. 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev