Pîşesaziya Sabûna Xemilandinê (Toilet)

Pîşesaziya Sabûna Xemilandinê (Toilet)

Muhemed Şerîf Cilînî

Sabûn yek ji kevintrîn paknêra ne, yên mirov nas kiriye, ew ji berhemê karlêkana di navbera zeyt û don, çi ji rewika û çi ji ajela, û avqelayê (Soda Kostîk) de, bo nimûne, pêdivîyên berhemanîna tonnayek: (800) kg, zeyt an don (dibe pêk hatî be ji zeyta Gwîzê Hindê + zeyta Xurmê donî + zeyta Zeytûna), (155) kg Qela vebhujtî di avê de bi ciriya-Density (35-40) pilên Bomê, û (15) kg ji bihna gulan, heger daxwaz Sabûna rengîn be, wê demê pêdivî bi (2) kg boyax jî heye.

Sabûna xemilandinê di kargeh û pîşesazgehên nûjen de, bi kurtî û bê şîrovekirin karlêkanên kîmyayî, li gor van astan pêk tê:

A –Asta Amade kirina kerestan:

1.Zeyt û kerestên qatixî: ronkirina qatixê hevgirtî, tevlî hevkirina corên zêytê ên pê divê, her coreyek li gor asta daxwazkirî.

2.Avqela: vebhuştina (helandin) Qelayê ya mîna qaşiloka an kevirekî hişk, di avê de û sarkirika avqelayê, ji ber vebuhijtin, germbûn died, paş re tê dirustkirina kêşa avqelayê bibe bi ciriya-density (35-40) pileyên Bomê.

3.Avxwê: vebuhijtina xwiya xwarinê (xwiya kevirî) di avê de, heya pila têrbûnê.

B – Asta Pijandina Sabûnê: Pijandin pêk tê dîzikeke (niqrek an tankekê) lûlikî ji jêr ve kovikî, tê de boriya badokirî û li jêrî kovikê boriya bazinî ji jor ve qulkirin, ji bo tê vedana keldumana avê, bi mebesta tevdanê û kelandinê, hem jî ji bo av di dîzikê de kêm nebe, pijandin pêk tê bi du pêngavan:

1.Pêngava Sabûnî kirina pêşîn: bi pompe kirina zeyt û katix ber bi dîzika pijandinê, û germkirin dest pê dibe bi derbasbûna keldumana avê di boriya badokirî re, dema germahî digihê (80) pilan, avqela tê pompe kirin hindik hindik û tevlî zeytê dibe, pompe kirina avaqela yê (30) xuleken dikêşe, kelandin û tevdan bi kelduman zêndî (4) demjimeran dikêşe, paş re ava têr xwê tê pompekirin ber dîzikê ve, ji bo xwê alîkariya helberrîna Sabûnê ji avqela sor ya gemarî, tevdan tê rawestan, û Sabûna pijiyayî tê dawevirdin bi dirêjiya şevekê, Sabûn tê meyandin û bi serdikeve, avqela sor ya gemar û kersên nabin Sabûn dadiwerivin di kovikê de.

2.Pêngava bi dawî kirina Sabûn kirinê an têrkirinê: avqela sor tê rijandin ji dîzikê, û aveke germ tevlî dîzikê bibe, hey asta beriya rijandina avqela sor, û tevde tê veguheztin bo dîzikek din mîna ya pêşîn, kelandin ji nû ve dest pê dibe, di heman dem de hinek avaqela pak tevlî Sabûnê dibe, kelandin (4) demjimêra dikêşe, paş re avaxwê (şorav) tevlî Sabûnê dibe, rawestan û dawervirandin şevekê dikêşe, Sabûn dimeye û bi ser dikeve, avqela sor dirije dîzikê ji bo destpê kirina nifşek nuh ji Sabûn kirinê, lê Sabûna meyandî ya bi terratiya (30-35)%, tê pompe kirin û komkirin di dîzika Sabûna terr de.

C – Asta Zuhakirin an Hişkkirinê: Sabûna ruhin û terr ya bi terratiya (30-35)% tê zuhakirin an hişkkirin bi du pêngavan:

1.Pêngava zuhakirina sereke: Sabûna bi terratiya (30-35) pompe dibe di riya germekerkê germ dibe bi keldumana avê, ber birca zuhakirinê, ya di bin bandora vakyumê û ji jêr ve kovikiyê ava terratiyê dihilime û dibe kelduman, tê vekêşan bi bandora vakyumê, û Sabûn qaşilkî dibe, bi terratiya (15-17)% kom dibe di binê kovikê de, veguhêzerek badokî vediguhêze bo stirandinê.

2.Pengava zuhakirina dawî û bidestxistin şeîrokên (miqarana) ya tê bi navkirin (Noddels): sabûna qaşilî tê strandin di strandkerek badokî de, binavê (Pilûder) di bin bandora vakyumê, û ji serê din ve derdikeve mîna şeîrok dirêjia seîrek ne bihtirî (5) cm, û qalindî ne kêmî (5) mm, bi terratiya (12%), têne komkirin di dîzekek textî û kovik ji jêr ve.

D – Asta reng û bihin kirina Sabûnê: bi du pêngava pêk tê

1.Bi veguhêra Şeîrokên Sabûnê têne veguheztin bo tevdankereke taybet, û keresta rengvaniyê tevlî Şeîroka dibe û têne tevdan.

2.Şeîrokên reng bûyî têne veguheztin bo tevdankereke din û şilbihin tevlî Şeîroka dibe, bi hev re têne tevdan.

E – Asta piçandin, kufkirin û pêçanê: pêk tê li gor van pêngavan:

1.Şeîrokên reng û bihin bûyîn, têne strandin di strandkereke din de bi navê (Pilûder), ji bo hevyekê yê, û ji strandkerê derdikeve mîna morînekê, ev morî tê piçandin di amûra piçandinê (birîn an jêkirin), ya mîna çirkêk pêve kêrên piçandin an birrînê, navberên kêra weke heve, dema morîna Sabûnê dighê amûrê, kêr morînê piço piço dike weke hev.

2.Amûra pestandin û kufekirina Sabûnê, pêstînek şipîya ye li jê milê pestanê kufek (qalib) heye, dema perçê Sabûnê bin milê pestînê, yê bi ser de dikeve hem didewisîne hem jî tintêla kufê didê.

3.Kufên (qalibên) Sabûnê têne pêçandin bi kaxezên taybet ji bo Sabûn di amûra pêçandina otomatîk de, an têne dagirtin di qutiyên karton li gor endeziya kufan.

4.Sabûna pêçayî an ên di qutiyan de, tên dagirtin û girêdan di kartonan de û amade dibe ji veguheztinê û firotanê.

Demê berhem anîna Sabûnê ji destpêka pijandinê heya pêçan û dagirtinê, hilberîn nêzî (72) demjimêran, ango sê rojan dirêj dibe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev