”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 64

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 64

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Dîroka Kurdistana Îraqê ya here nû”. Em îro beşa wê a çaran, ango a dawî çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

S. M. Îvanov

Dîroka Kurdistana Îraqê ya here nû -4

Pirsgirêka herheyî ya Îraqê nexwendewariya niştecîyan e. Lê li Kurdistaanê wê pirsgirêkê bi awayekî serketî çareser dikin: ji wextê, ku ji sala şêr ya 2003an derbaz bûye, dereceya xwendewarîyê li herêma kurdan bi 22 %  va hatîye bilindkirin. Ew tê wê maneyê, ku 400 hezar kes jî fêrî xwendin û nivîsarê bûye. Li Kurdistanê 18 Zanîngehên neteweyî û yên biyanî kar dikin, her sal di wan da bi hezaran xwendkar xwendina xwe xilaz dikin. Mecala xwendkar û aspîrantên kurd heye li Bexdayê û warên din yên Îraqa erebî, herwiha li welatên biyanî bixwînin. Rûsîya her sal 45 bûrsan dide xwendkarên ji Kurdistana Îraqê bona zanebûnên xwe li Înstîtû û Zanîngehên Rûsîyayê da bidine bilindkirinê. Em wê jî destnîşan bikin, ku xwendkarên kurd bo xwendinê dişînin ne tenê Moskvayê û Sankt-Peterburgê, lê herwiha bajarên welêt yên din (Kazanê, Ûlyanovskê, Rostova ser Donê). Li Herêmê Navendên fêrkirina zimanên biyanî hene ji bo xwendina li dibistaneke bilind ya li derveyî welat. Kompanîya Rûsîyayê “Gazprom neft” li dayîreyên xwe perwerdehiya pîşeyî ya karkir û personelên teknîkî yên navîn amade dike.

Digel vê rastiyê ku hîn koalîsyonek rasteqîn a Hikûmeta Federal a Îraqê nehatiye afirandin, kurdên Îraqê hewil didin ku mafên xwe yên destûrî wekî federasyon biparêzin û bi erebên şiyî yên ku li Bexdayê piranî ne, hevkarîyê berdewam bikin. Bi kemala xwe va duyemîn posta Îraqê – serokkomarê welêt sîyasetmedarê kurd yê binavûdeng Berhem Salih e, li Parlamentoya Îraqê fraksyona kurdan heye, beşeke kurdan di hêzên çekdarî yên welêt û strûkturayên parastinê da ser postên bilind kar dikin. Nakokî û nerazîbûnên demkî yên di pêwendîyên navbera Bexdayê û Îraqê da, ku di rûyê referenduma îlonê ya sala 2017an ya derheqa serxwebûna herêma kurdan da rû dan, bi riya hevraxeberdanan û guftûgoyan bi awayekî serketî çareser dibin. Hema bêje deh salan, ji sala 2005an hetanî sala 2014an serokkomarê Îraqê Celal Telebanî bû, ku sîyasetmedarekî xwedî qedir û hurmeteke mezin, serekê Yekîtîya Niştimanî Kurdistanê bû. Dema di rûyê pirsgirêkên tundurustîyê da ew mecbûr bû terka posta serokkomarîyê bide, hevalbendê wî yê partîyê, ku ew jî li welêt û dervayî welêt xwedî rûmeteke pir bû, Mihemed Fuad Maasumê kurd kete dewsa wî, ango bû serokkomar. Kurd wek herdem di hukumeta federal da di poston bilind da nin, bi awayekî layîq nûnertîya gelê xwe di struktûrayên dewletê yên parastinê da dikin. Di fraksyona kurdan ya di Parlamentoya federal da weke pêncî kurd hene û ewana di karê lihevanîna blokên sunîyan û şiîyan da roleke berbiçav dilîzin. Gelek caran bi saya hereketê navbeynkarîyê ya serokkomarê pêşin yê Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî nelihevîyên di hukumeta merkezî da heyî hatine çareserkirin, pir caran jî wê demê, gava tu blokeke sîyasî nikaribû jimara dengan a pêwîst berev bike bona di hilbijartinên parlamentîyê da bi bawerî bi ser keve û pêvajoya damezrandina sazûmanên zagonî û desthilata rêvebir ya nû ji bo gelek mehan hate paşve xistin. Di tebaxa sala 2014an da rêberên kurdan piştgirîya daxweza piranîya Îraqîyan kirin bo hukumeta Nûrî el-Mailkî dest ji kar bikişîne, bona dijberîyên di navbera erebên şiyî û sunî da heyî (di navbera hukumetê û parêzgehên sunîyan da ku serî hildabûn) bêne çareserkirin, ku wê demê êdî pir sert bûbûn û sincirî bûn.

Bi wê ra tevayî, dijwarî û bêhntengîyên di pêwendîyên navbera Hewlêrê û Bexdayê da wek berê hene û ji holê nehatine rakirin. Û fikira îlankirina serxwebûnê û derketina herêmê ji Îraqê heta niha jî zindî ye û pirsa rojane ye. Ji bo kurdan pir giring e, ku bendên xala 140î ya Destûra Îraqê bêne cîbicîkirinê, ku di wê da herwiha tê gotinê, ku wan kesan vegerînine cî û warên xwe (qesta wan ereb û kurd in), ku di dema desthilata Seddam da bi destî zorê hatine raqetandin û sirgûnkirin. Pişt ra, wê gengaz be ku serjimariyek li deverên ku wa gotî nakokî lê hene derbaz bikin, xwesma li parêzgeha Kerkukê ya bi neftê û gazê va dewlemend, û paşê jî li wir referendumê derbaz bikin bona wê parêzgehê bikine nava axa Herêma Kurdistanê ya Îraqê. Her kes zane, ku bo çi desthilata merkezî pêkanîna wê xala Destûrê paş va dixe. Pirsgirêka din ya di pêwendîyên navbera Hewlêrê û Bexdayê da pejirandina qanûnên federal yên nû ne: derheqa mehsûletên neftê da (cûreyê girêdana kontraktan bona lêgerîn, derxistin û firotana wan), herwiha derheqa statû û fînansekirina hêzên çekdarî yên Kurdistana Îraqê da (desteyên pêşmergeyan da).

Kurdên Îraqê di şerê bi hêzên terorîzma navnetewî  – îslamîstên tundraw ra (çeteyên “Dewleta Îslamî”4) pêşengî dikirin. Desteyên pêşmergeyan çek di destan da ne tenê axa Kurdistana Îraqê û warên dora wê ji terorîstan diparastin, lê herwiha parêzgehên din yên Îraqê jî rizgar kirin. Hukumeta Herêma Kurdistanê herwiha xercên sereke yên bo xwedîkirin û xizmetkirina yek û nîv mîlyon penaberên Îraqê û Sûrîyê hilda ser xwe.

 

Pêwendîyên dualî yên Kurdistana Îraqê bi Rûsîyayê ra xurt in. Di sibata sala 2013an da serokkomarê Herêmê yê pêşin Mesud Barzanî bi awayekî fermî seredana Rûsîya Federal kir.

 

Em wê jî bêjin, ku seredana mêvanê qedirbilind bi vekirina textê bîranînê ya li ser dîwarê wê malê dest pê bû, ku di salên 50î yên sedsala buhurî bavê Mesud Barzanî – rêberê efsanewî yê tevgera kurdan ya netewî ya ji bo azadîyê Mela Mustefa Barzanî di koçberîya mecbûrî da jîyabû. Serokkomarê Kurdistana Îraqê rastî serokkomarê Rûsîyayê V. V. Putîn, wezîrê karên der S. V. Lavrov, serekê ”Gazprom”ê A. B. Miller hat. Helwestên Rûsîyayê û Kurdistana Îraqê di hêla gelek pirsgirêkên navnetewî û herêmî da wekehev in.

Kurdên Îraqê hewil didin ji dijminatîya bi dewletên biyanî ra dûr bikevin, ewana herdem di hemi pevçûnên herêmî da xwe didine alîyekî, ango piştgirîya hîç alîyekî nakin. Pêwendîyên hevalbendîyê yên Hewlêrê û Suleymanîyê bi Waşîngtonê û Bryûsêlê ra wek herdem yên dostanîyê û pêbawerîyê ne û di eynî wextê da hevkarîya xwe ya bi Rûsîyayê û Çînistanê ra pêşda dibin. Pêwendîyên baş bi Îsraêlê û Tirkîyê ra bo Herêmê nabine asteng, ku bi Îranê û welatên ereban ra hevkarîyê bike. Piştgirîkirina bo kurdên Sûrîyê nebûne sebebê dijberîya ji hêla desthilatdarîya Beşar Esed da. Hewlêr di sîyaseta xwe ya der da xwe li riya bê alî, ango neytralîtêtê digire, di xeberdanên karmendên fermî da berbihêrî û amadekarîya ku bi hemû welatan û rêxistinên navnetewî ra hevkarîya ji herdu alîyan ra kardar bikin xuya dibe. Kurdistana Îraqê di hindava êkstremîzma olî û netewî û terorîstên navnetewî da, wek komên îslamîstîyê yên tundraw, bê tehemûl e.

Kurdistana Îraqê herêmeke aram, ewle û di hêla sosîal-aborîyê da pêşketî ye. Ew bo kurdên Sûrîyê, Îranê û Tirkîyê bûye şemdaneke rasteqîn, nimûneya ku pirsgirêka kurdan çawa dikare bi heqî bê çareserkirin. Pirsgirêkên gelekî giran û dijwar hebûne jî – wek şerê sert yê pêşmergeyên kurd bi çeteyên DAÎŞê5 ra, hebûna zêdeyî mîlyonek penaberan li ser axa xwe, tengasiyên di fînansekirina herêmê ji buceya dewletê de, – lê kurdên Îraqê bi awayekî xwebawer civaka xwe a demokratîk ava dikin.

Serokkomarê pêşin yê Kurdistana Îraqê, rêberê Partîya Demokratîyê ya Kurdistanê

Di 16ê tebaxê sala 1946an li Komara Kurdan ya otonom ya li ser axa Îranê ji diya xwe bûye, ku wek Komara Mehabadê ketîye nava dîrokê, di mala serleşkerê binavûdeng û rêberê tevgera kurdan ya millî-azadarîyê Mela Mustefa Barzanî da. Di dema koçberiya bavê wî da ya bi darê zorê li Yekîtîya Sovyet (1947 – 1958) di mala kalikê xwe yê ji alîyê dê da, ku serekê eşîreta Zîbarîya bû, mezin bû û hate perwerdekirin. Di 16 salîya xwe da Mesud xwendina xwe ya li dibistanê bi cî hîşt û xwe gîhande desteyên pêşmergeyên kurdan. Zûtirekê tevî çend opêrasyonên leşkerî yên mezin bû û wek leşkerekî serketî şerê dijminê xwe kir: bi cesaret, mêranî, mêrxasî, zîrekî û jêhatîbûna xwe ya li deşta şêr berbiçav ket. Ser demekê bû serwêrê radyoya “Dengê Kurdistana Îraqê”, lê ji sala 1968an da serokatî li dezgeha kurdan a aramîyê (ewlekarîyê) “Parastin” kir.

Serkirdayetiya Partîya Demokratîyê ya Kurdistanê (PDK) kar û barê Barzanîyê biçûk û jêhatina wî ya organîzatorîyê bilind qîmet kir û di adara sala 1970î da ew peywirdar kir ku beşdarî rêkeftineke digel Bexdayê derbarê dayîna statûya xweseriyê ya herêma Kurdistanê bibe. Lê hukumeta Îraqê erk û berpirsyarîyên xwe binpê kir, û Mesud Barzanî mecbûr ma careke din dest bavêje çek. Dema di sala 1976an da serhildaneke din a kurdan jî ji alîyê desthilatê da hate têkbirin, wî rêberîya bavê xwe kir, ku bo qenckirina tundurustîya xwe diçû DAY. Piştî wefata Mustefa Barzanî, li Kongreya IX ya PDK, ku di adara sala 1979an da hate pêkanîn, Mesud Barzanî hate hilbijartin wek rêberê wê partîyê û berê xwe da Îranê, li wir hewil da ku desthilata nû ya Îranê piştgirîya wan bike, bona bikaribin careke din dijî hukumeta Îraqê şerê çekdarî destpê bikin. Di dema şerê Îraqê-Îranê (1980 – 1988) da desteyên PDK bi serokatîya Mesud Barzanî dijî leşkerên Seddam Huseyn şerê partîzanîyê dikirin û çend navçeyên dora sînorên Îraqê-Îranê kirine bin kontrola xwe. Piştî îmzekirina Peymana Aşîtîyê di navbera Îraqê û Îranê da di sala 1988an da, alîgirên Mesud Barzanî ji piştgirîkirina Tehranê mehrûm man û careke din ji hêla Seddam Huseyn da bi hovîtî hatine zêrandin, pêrgî zextên wî yên nemrivane bûn. Piştî bi opêrasyonên DAY û hevalbendên wê di karê rizgarkirina Kuweytê da, derbeke xedar gîhandine leşkerên Îraqê, herwiha dû wê yekê ra ku bi biryara Şêwra Aramîyê ya NY li bakurê Îraqê ”warên ewlekarîyê” saz kirin, kurdên Îraqê ji xezakirinê û belayên mezin yên ji hêla desthilata beesîyan da xilaz kirin. Di gulana sala 1992an da li Herêma kurdan ya otonom ya Îraqê da hilbijartinên pêşin yên demokratîk hatine derbazkirin, di encama wan da PDK serketineke xwebawer bi dest xist. Piştî rûxanidna desthilata Seddam Huseyn maf û azadîyên kurdan, ku wana çek di destan da bi dest xistibûn, bi awayekî zelal di Qanûnê da hatine bicîkirin, û 12ê tîrmehê sala 2005an Mesud Barzanî hate hilbijartin wek serokkomarê pêşin yê Kurdistana Îraqê.

Mesud Barzanî bi kar û barên xwe va îzbat kir, ku ew serleşkerekî cêribandî û karmendê dewletê yê bêhempa ye, herwiha dîplomatekî baş û sîyasetmedarekî aqilmend e. Fikirandin sîyasî ya realist, helwesta dijî tundrawîyê bûne bingeh, ku qedirê wî li welat û dervayî welêt bilind hate girtin. Ew pir caran wek navbeynkar tevî pirsên çareserkirina nelihevî û nerazîbûnên di navbera du blokên sîyasî yên hundurê welêt da – şiîyan û sunîyan, navbera komên cuda-cuda yên kurdên Sûrîyê da, herwiha alîkarîya wê yekê kirîye, ku Partîya Karkerên Kurdistanê û desthilata Tirkîyê li hev bên, şerê hevdu nekin. Berbihêrî û tehemûla olî û neteweyî alî Mesud Barzanî kirin, ku ew di her karekî xwe da serketî be.

Wêne: Kurdên Gurcistanê

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev