
ROJEKE REŞ Û TARÎ Û DILÊŞ…
Bayram Ayaz
Îro 97mîn salvegera kuştina sê rewşenbîrên me ye.
Roja îdam kirina Hecî Extî (Bavê Tujo yanî Av. Mehemed Efendî), Seyid Evdilqadir û Kemal Feyzî yê Bedlîsî li Amedê…
Cangoriyên bizava azadiya gelê Kurd û rizgariya welatê me Kurdistanê, cangoriyên doz û dawayeke rewa, cangoriyên doza miletekî bindest, doza me Kurdan.
Doza miletê ne azad,
Doza welatê bê dewlet…
Em we bi rêz û hurmet bibîrtînin.
Zilma li we kirin, hed û hesab jê re nebû,
We li ser sêpiyan daliqandin, şehîd kirin.
We heta nefesa xwe ya dawî
Bi egîdî û qehramanî, wekî şêr û pilingan
Berxwe da bi serbilindî.
We li dilê zalim û kujeran tirs û xof reşand
Li dawiya dawî bi mêranî û wêrekî
jîn û giyanê xwe di ber vê dozê de bexişand.
Nahşên we revandin,
Li cîhên nenas û nediyar
Di çalekî de ax bi ser we de kirin
Kêl û gorên we ji xelkê veşartin.
Hêj em li dûyê cîhê kêl û gorên we ne.
Wan hûn ji me revandin.
Lê wan nekarî bîr û hizrên we bi dawî bînin.
Wan laşê we ji me revand.
Lê we ji me ra,
Ji keç û kur û neviyên xwe re mîrasek
Li dû xwe hêla
Mîrasê doz û dawayeke rewa û nimûneya wêrekiyê
Daku neviyên we jî,
Bo Kurdî, Kurdbûnê û mayîna nav û neslê Kurd
Bo parastina axa Kurdistanê, mayîna şûn û warên Kurdî
Bi berdewamî têkoşin, berxwe bidin.
Heta xelkê me azad, welatê me rizgarbûyî.
Em bi mîrasê we yê miletperwer kurdewar,
Bi bîr û hizrên we yê welathez Kurdistanî
Şanaz û serbilind in.
Rih û hizrên we yê Kurd û Kurdistanî
Serçaviya bîr û hizr û hêz û qeweta me ye.
Hêviya me ji keç û xortan, ciwanan ew e ku
Ew jibîr nekin van egîd û mêrxasan
Û doza xwe ya rewa.
Bi xwendinê û bi zanînê
Bi xwedî lê derketina ziman, nasname û axê
Pêşde bidin dozê û bigihîn mafên hevbeş ên miletî.
Eger me da ser şopa van egîdan
Dê Kurdî û Kurdbûn bimîne heta û heta
Dê avadan bibe, şax û şên be KURDISTAN.
Dê rihê cangoriyên me şad bibe,
Bibe gul û kulîlk li welatê me KURDISTANÊ.
Riataza