Baweriya Vikingan

Baweriya Vikingan

Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed Nesrîn Rojkan xanimê

pêşnîyara malpera me qebûl kir û soz da ku dem bi dem ji me ra

rêzenivîsa gotarên li ser VIKINGan binivîse.

Em sipasîya wê dikin û îro gotara wê a çaran raberî we dikin.

Nesrîn Rojkan,

Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed

 

Vikingan baweriya xwe bi gelek xweda û xwedavandan dianîn. Ew xweda her çend xweda jî bin hema hema wek mirovan xwediyê taybetmendiyên xweşî û nexweşîyê bûn.

Xwedayên herî mezin Odin, Tor û Frej bûn. Odin xwedayê şerê û zanistiyê bû û hêzên wî yên efsûnî jî hebûn. Tor êdî mihrîban bû. Ew gelek hêzdar bû lê ne ewçend aqil bû. Frej xwedayê bereketê bû û gelek comerd bû.

Di serdema vikingan de perestgah nebûn, hema di xwezayê de ayînên xwe ji xudayên xwe re dikirin, li ber rûbaran, li ber çavkaniyan yan jî li ber daristanên pîroz. Lê li gor çavkaniyan Adamê Bremenî di geşta xwe ya sala 1075 de li bajarê Uppsalayê perestgahek mezin bi peykerên Odin, Tor û Frej dîtibû.
Em, baweriya bakuriyên kevin, piranî saya serê helbestên berhevkirî yên ’’Eddaya Kevin’’ de hay ji vê mitoljiyê bûne. Nivîskarên wan helbestan nenas in. Di nav wan helbetsan de behsa çêbûna dinyayê dikin û ka çawan pêş ketiye û ka dê çawa bi dawî be. Herwuha di wan de çîrokên xwedayên wan û macerayên wan xwedayan jî tê kirin.

’’Eddaya Nû’’ di sala 1200 an de ji aliyê Storre Sturlason ve hatiye nivîsandin. Di rastiyê de ew pirtûk hînkerek e ji helbestnivîsan re, lê motivên xwe ji çirokên xwedayên paganan anîye.

Warê Xwedayên wan Asgård (baxçeya Xwedayan e).

Di baweriya vikingan de, darek gelek mezin heye, reşedarek e û navê darê jî Yggdrasîl e. Di nav wê darê de candar dijiyan. Asgård (baxçeya Xwedayan), li ser taca darê bû û tê de xweda diman û ji wan re digotin ’as’. Çend ji wan xwedayan Tyr, Frigg, Freja, Balder, Heimdal, Brage û Idun e. Di dawî de, li gor wê baweriyê di roja Ragnarökê de, dê him hemû mirov û him jî hemû xwedabihevre têk biçûna.

Odin, Tor och Frej

Xwedayê herî giring Odin bû. Odin xwedayê zanistê ye û xwediyê Valhallê ye. Valhall mezintirîn avahi ye cihanê de. Wî hemû şehîdên şerê komê wîr dikir. Hespek wî bi heştlingî hebû û navê hespêjî Sleipner bû. Du qarên wî yên reş hebûn. Hugin û Munin li ser dara dinyayê difiriyan û hertiştê ku didîtin ji Odin re digotin.

Tor yek ji kurê Odin e, û ew mezintirîn û zexmtirîn xwedayê ku mirovan li dijê dêwan diparast. Wî bi çakûça xwe ya şerê ve şerê xwe dikir û xwe û vikingandiparast. Mjölner çakûça wî, û kembera wî ya hêzê jî Meginjord bû.Tor suwarê erebeya xwe dibû û digeriya, ew erebe ji aliyê du gîskan ve dihate kêşandin.

Frej yan jî Frö xwedayê bereketê bû û cotkarek aştîxwaz bû. Frejsuwarê berazê xwe yê rengzêrîn Gylleneborste dibû û pê digeriya. Carina geştên rêyên dûr jî dikir li nav dara Yggdrasilê da. Ew dem suwarê keştiya xwe ya Skidbladnerê dibû û di navbera erd û deryayê de digeriya.

Midgård (baxçeya navêndê – mala mirovan)

Li ser şaxekî di navenda dara dinyayê de bû Midgård. Mirov li wir dijiyan, bi taybet jî Vikingan. Girêyên li ser daran bûbûne çiya û newal. xunavên li ser pelan bûbûne derya û deryaçe. Kefza ser darê jî bûbûne daristanên mezin.

Binerd

Li binê Midgårdê, binerdê warê miriyan hebû, Nifelhem. Desthilatdara wir Hel bû. Li ser şaxa çiqên darê reşeelf û boncî dijiyan.

Dêw

Dijminên herî dijwar yên asan/xwedayan dêw bûn. Ew li Utggårdê( baxçeya derve) dijiyan. Ew war li rexê dinyayê cihek bû û navê wê warê Jotunhem bû. Gelek çîrok li ser şerên navbera xweda û dêwan de hene.

Dêwek ji wan Loke bû lê ew bixwe li Asgårdê dijiya. Herçend nehs û fesad jî be leheng jî bû û belayan dianî serê xwedayan. Sê zaroyên Loke hebûn. Midgårdsormen (marê navbaxçeyê) ku zuhayê deryayê bû. Fenriksulven, gurek mezin û dirinde bû, û herwuha xwedavenda mirinê Hel bû.

Sê kok

Di bin darereşkê de sê kokên darê hebûn ku her yek ji wan ava xwe ji sê çavkaniyan digirtin. Ejderhayê Nidhög kokek ji xwe re digezt. Li ser kokek din dêwek çê Mimer dijiya. Li ser koka sêyem jî sê xwedavendên qederê dijiyan. Wan hersêyan biryaran jînê û mirinê li ser candaran didan. 

Baweriya xwedayî

Xwedayan li gor rewşên cûda, dikariyan serkeftinan bidine mirovan. Piranî caran dema ji xwedayan daxwaziyek dikirin, qurbanan didan.

Ayînên xwe bi komek piçûk li baxçeyek biçûk jî dikirin, yan jî bi girseyek mezin li perestgahekde. Lê piranî caran di xwezayê de li cihek nîşankirî kom dibûn û ayîna xwe bi rêve dibirin. Ev cih jî yan daristanek bû, yan li devê çemek bû, yan jî li ser gintek bû.

Salê sê caran; carek meha rêbendan, carek havîna zûyîn, û li payîzan şahîyên gorîkirinê xwînî, yan jî gorîkrina xwînî ji bo xwedayan li dar dixistin.

Gorîkirin bi çend awayan pêk dihatin. Xwendinên pîroz dikirin yan jî çîrokên xwedayan digotin. Ya giringtirîn jî gorikirina serjêkirina ajelan bûn. Xwîna ajelan dipekandine li ser peykerên dar yênxwedayên xwe û goştê wan jî dixwarin. Hinek caran mirovan jî goriyên xwedayê xwe dikirin.

Xwedayên cûda ji bo armancên cûda

Her xwedayek ji di kiryarek xwe de jîr bû. Dema viking diketine zorê duayê xwe ji xwedayê xwe re dikirin da ku alikariya wan bike.

Ji ber ku Odin xwedayê şerê bû wan jî berya şerê xwe duayê alikariya Odin dikirin da ku di şerê xwe de ser bikevin. Odin bêtir ji aliyê keyayan ve û mirovên giring ve dihate hebandin.

Lê civak bêtir ji Oden hez dikirin. Ew semiyanê brûsk û bageran bû. Dema brûsk vedida digotin ku Tor suwarê erebeya xwe bûye û digere. Dema çakûça xwe li cihek dida, brûsk jê derdiçû. Tor parêzvanek baş bû li hemberê hêzên nebaş, him axayên zalim û himjî dijminên cindarî.

Frej li ser baranê û tavarojê biryaran dida. Wî alîkariya gundîyan dikir û tovên wan dida ajdan. Bi xwîşka xwe Freja, xwedavenda evînê re, semiyanê bereketa mirovan jî, û yê ajelan jî bûn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev