Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – I

Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – I

                    Xwendevanên delal, em ji îro şûnda çend beşên nivîseke zanyarî ya lêkoler,

yek ji endamên Koma KURMANCÎ ya Enstîtuya Kurdî a Parîsê

Omitê Mistefê, ku xwendevanên malpera me wî wek Umid Demirhan jî nas dikin,

raberî we dikin. Fermo, îro beşa wê a pêşin bixwînin.

Omitê Mistefê

A.Destpêk: Kurd wekî endamekî malbata aryayînijad

B.Kurdî wekî endamekî malbata zimanên aryayî

C.Awireke giştî li serdemên zimanê aryayî

1.Serdema Pîşdadiyan: Aryayiya pêşîn û geşedana dengsaziya wê

2.Serdema medoparsî/keyanî: Niviştên “Bîstûn”ê û fermîkirina zimanê aryayî yê kevnare

3.Serdema eşkanî: Bandora dagirkeriya romiyan li ser qelsbûna zimanê aryayî û zêdebûna zaravayan

4.Serdema sasanî: Zindîkirina ziman û hêmanên aryayî li ser bingehê destkeftiyên eşkanî

D.Erdnîgariya “Şahname” û “Kurdgalnamek”ê wekî sîwana zimanên aryayî

1.Di Şahnameya sedsala 15an de dîroka kevneşopî ya şahên kurdan

2.Mêjûnasiya erdnîgariya Şahnameyê li gorî zanyariyên dîrokî yên hevçerx

3.Li ser bingehê Şahnameyê sondajek ber bi Aryaya kevnare

4.Sihvedana dîroka şahên Aryayê di nava çavkaniyên dîrokî yên erebî de

5.Li ber ronahiya Kurdgalnamekê nirxandina zanyariyên çîrokî û dîrokî yên Şahnameyê

E.Rotayên dagirkeriyan û bandorên wan li ser pişaftina zimanên aryayî

1.Rizgarkirina zimanên aryayî ji mengeneya hind-ewropayî

2.Li gorî resenî û pişaftinê polînkirina zimanên aryayî

3 Zimanên aryayî yên zayendbar û pişaftî

F.Encamname

 

A.Destpêk: Kurd wekî endamekî malbata aryayînijad

Rastiyeke jiyanî-civakî ye ku navê hinek dewletên neteweyî tercîheke zimanî ye û navê nijadekê destnîşan nake. Wekî mînak, Sûdan navê dewleteke neteweyî ya ereban e û endamê Kombenda Erebî ye; tê de ereb, nûbî, kurd, hebeşî û reşikên afrîqayî dijîn û bi erebî diaxivin. Lê belê ev erdnîgarî nayê wateya nijadeke erebî ya xwerû û hemû gelên niştecih di nava pota û pergala zimanê erebî de yeksan bûne.

Her çi ku peyva “kurd”ê ye, hem navê neteweyekê ye hem jî nijadeke mirovan e; her li kê dera cîhanê kurdek hebe, ew kes hem netewe hem jî nijada xwe destnîşan dike û dibe ku bi kurdî nizanibe jî. Lêkolînên pizişkî yên hevçerx li ser haplogrûpên xwîna kurdan û çendek neteweyên cînar xebitîne; neteweya kurd û xizmên wan bi awayekî zanistî eşkere kirine. Wekî mînak: desteyeke pizîşkên saziya PLOSê ya amerîkî di lêkolîneke pizîşkî ya bi navê “Lêkolîneke antîjena leokosîta mirovan (HLA/Human Leucocyte Antigen) a genetîkî li ser kurdên Iraq, Îran û Tiflîsê (Kafkasya, Gurcistan): têkilî û encamên pizîşkî” de hinek encamên zanistî weşandine: “Bi ihtîmaleke mezin kurd endamên devereke genetîkî ya kevnare ya Deryaya Spî-Rojhilata Navîn-Kafkasyayê ne; encamên heyî û yên ku berê ji nava kurdan hatine bidestxistin, dibe ku di bernameyên paşerojê de kêrhatî bin û zanyariyên pizişkî yên derbarê kurdan de hêsantir bikin… Em gihiştin vê encamê: Profîla kurdan a genetîkî nîşan dide ku kurd hem beşek ji koma gelên Deryaya Spî pêk tînin hem jî taybetmendiyên genetîkî yên Kafkasyayê dihewînin. Her wiha hêjayî gotinê ye ku gelheya Lekî ya li rojhilata Kafkasyayê dibe ku hem nêzîkî gelheya luran hem jî ya kurdan be; ji xwe navê lekan hertim digel lur û kurdan tê kişandin… Berê kurd hertim li çiyayan û bi tena serê xwe (otokton) dijiyan (6000 BZ). Huriyên ku zimanê wan kafkasî (û ne hind-ewropî) bû, dibe ku paşxaneya genetîkî ya kevnare ya kurdan bin, Di sala 1200 BZ de medî û hevalbendên wan êrişî herêma huriyan kir… Wekheviya genetîkî ya di navbera tirkan û kurdan de vedigere genên wan ên kevnare yên Anatolyayê. Her çiqas kurd û tirk bi zimanên ku di nava malbatên cuda de cih digirin biaxivin jî, lêkolînên genetîk ên kurd û tirkan nîşan didin ku her gel di nava komên Deryaya Spî de cih digire. Lêkolînên genetîkî yên ku li ser kurdên tirkiyayî, gurcistanî û îranî hatine meşandin, serdestiyeke haplogrûpên ji Rojhilata Navîn (Anatolya yan jî Mezopotamya) derketî destnîşan dikin; têkiliyeke nêzik a genên wan bi cihû, hemwelatiyên libnanî û tirkan re nîşan didin. Her wiha encamên gelheya Îranê jî nêzikî encamên kurdan in; ev jî dîsan nîşan dide ku ziman û gen bi hev re nabin, ji ber ku ziman dibe ku ji hêla hindikahiyeke genetîkî (ya desthilatdar) ve hatibe ferzkirin. Rewşa tirkan jî ev e: gelên Anatolyayê ji serdema kevnare ya berî dîrokê ve li wir bi cih bûne, lê hindikahiyeke tirkan a ku ji Asyaya Navîn hatiye, di demên dîrokî de zimanê xwe li ser doraliya xwe ferz kiriye… Encama xebata me ew e ku kurd ji aliyê genetîkî ve nêzikî gelheya Aran (Kafkasya) û Deryaya Navîn (Deryaya Spî) in û ji serdemên kevnare ve li Kurdistanê bi cih bûne…”[1] Ji aliyekî din ve li gorî lêkolîneke pizîşkî ya Fercediyan (ji Zanîngeha Şîrazê) û Qadirî “di navbera kurd û azeriyên Îranê de têkiliyeke genetîkî ya xurt nîşan dide. Encamên zanistî tu ferqeke girîng di navbera van gelhe û komên etnîkî yên din ên sereke yên Îranê de eşkere nekiriye. Di navbera azeriyên Îranê û gelên Tirkiyê û Asyaya Navîn de tu têkiliyeke genetîkî ya nêzik nehatiye dîtin. Li gorî encamên niha, kurd û azeriyên Îranê yên îroyîn di nava hewzeke hevpar a genetîkî de ne…”[2] Lêkolîna desteyeke pizîşkî ya din jî heye ku bi angaşteke xurt wiha dibêje: Profîla genetîkî ya kurdan bi yên Asyaya Navîn, Sîbîryayiyan, Deryaya Navîn û gelên din ên cîhanê re hatiye berawirdkirin; ji bo berhevdana kompîturê bi giştî 7746 kromozom hatine bikaranîn. Hem analîzên genetîkî yên cîranan û hem jî yên kurdan di koma gelheya Deryaya Navîn de ne; genên kurdan nêzikî nifûsa îranî, ewropî û kafkasî (svanî û gurcî) bi cih dibin. Dirêjeya haplotîpên HLA yên nû pir caran hatine diyarkirin; dirêjeya haplotîpên din ên kurdan jî di nava azerî û filistîniyan de tê dîtin…” [3]

 

Ji aliyê dîrokî û efsaneyî ve, Şahnameya osmanî damezrînerên Dewleta Pîşdadî wekî kurd destnîşan dike (Şahname, r. 224-225); Kurdgalnamek jî şûnwarê pêşîn ê kurdên “Mad û Pars”ê deverên Azerbaycan û Kurdistanê yên îroyîn nîşan dide (Kurdgalnamek, r. 42). Pirtûka Jubîleyan a tewratî jî heman agehiyên dîrokî û efsaneyî piştrast dike û dibêje: “Madaî bi keça Şem (Sam) re zewicîbû û li ba xezûrgelanê xwe dijiya; wî nedixwest wekî mîratgirekî Yafesî li qeraxên Deryaya Reş akincih bibe. Ji ber vê yekê jî, wî daxwaz ji xezûrgelanê xwe Îlam, Aşûr Arfaxadî kir ku jîngehekî bibexşînin wî. Ew erdê ku xezûrgelanê wî danê, piştre li ser navê wî wekî <Medya> hate naskirin” (Pirtûka Jubîleyan, 10:35-36). Ev rastiya dîrokî nîşan dide ku kurd -ji serdemên pêşîn ên mirovahiyê heta roja îroyîn- bi şaristaniya xwe ya taybet ve hebûne û erdnîgariya gelên aryayînijad di serdema Darayê Yekem de gihiştiye sînorên xwe yên herî berfireh: ji Libya û Makedonyayê heta Xarezm û Çemê Îndûsê bi berahî, ji rêzeçiyayên Aranê (Kafkasyayê) heta Babilistan û Hebeşistanê bi dirêjahî berbelav bûye.

Dîsan rastiyeke dîrokî ye ku ev sînorên berfireh hertim ji aliyê rojavayê ve rastî êrişên romiyan, ji aliyê rojhilatî ve rastî êrişên sindohindiyan, ji aliyê bakurî ve rastî êrişên tirkan û ji aliyê başûrî ve jî rastî êrişên ereban hatine. Piştî belavbûna îslamê jî çendek dewletên kurdan ên serbixwe li Aran (Kafkasya), Anatolya û Misirê (Şedadiyên Aranê, Mendeşahiyên Egeyê, Leşkeriyên file yên Marmarayê, Dewleta Amasyayê ya serbixwe, Eyûbiyên Misir û Şamê…) hatine damezrandin; wihareng êpecek dewletên kurdan li navenda Kurdistanê (Merwaniyên li navenda Kurdistanê, Hesenweyhiyên li rojhilatê Kurdistanê, Hezarespiyên li Lekistan-Luristanê) ava bûne. Dîsan medoparsiyan li navenda Aryayê (Rewendiyên Azerbaycanê, Buweyhiyên ji Gîlanê heta Bexdayê, Melik Kurdên li Xoresan-Sîstan-Belûçistanê, mîrgehên belûçî yên li Belûçistanê) dewlet ava kirine. Lê belê piştî belavbûna mezhebgiriya sunî û şiî, mîrgehên kurdên sunî bi osmaniyan re hevpeymanî girêdane; her wisan mîrgehên kurdên şiî jî bûne hevpeymanên dewleta sefewî (ya ku xanedaneke kurd bû). Divê bê zanîn ku hinek mîrgehên kurdan ên elewî-mezheb li nava hevpeymaniya Osmanistanê û hinek mîrgehên kurdên sunî-mezheb jî li nava hevpeymaniya sefewî mane. Di vê navberê de gelek şer û qirên di navbera her du blokên sunî û şiî de rûdane ku şerê Çaldiranê yê sala 1514an hem bi awayekî fermî kurd ji hev veqetandine hem jî tevgereke şeran a domdar li ser erdnîgariya kurdan pêk aniye. Di pêvajoya van şeran de gelê azerî yê aryayînijad pişiviye û zimanê xwe yê neteweyî bi zimanê tirkî yê dagirkeran re guhartiye. Vê rewşê hetanî dagirkeriya wêranker a rûsî berdewam kiriye; di sedsala 19an de qeyseriya Rûsyayê û piştre Rûsyaya sovyetî êrişeke tund aniye ser devera Aranê û tevgereke mînanî “paqijiya etnîkî” pêk aniye ku heta destpêka sedsala 20an êdî tenê gelheyeke kurdên êzidî li Ermenistan û Gurcistanê hiştiye. Kurdên misilman ên Gurcistan, Ermenistan, Daxistan û Azerbaycanê rastî tevgereke surgûnê ya dijwar û pişaftineke tund hatine; piraniya wan li Asyaya Navîn hatine bicihkirin, beşeke girîng li nava Rûsyayê belav bûye û hinek jî li serê riyan mirine.

Dîroknasê wêjeya kurdî Merûfê Xeznedar pêvajoya dagirkirina Kurdistanê ya piralî (sedsala 20an) wiha kurteve dike: “Piştî hilweşîna dewleta osmanî û destguhartina qeceriyan bi xanedana pehlewî, kurdan hewl daye ku li gorî rêziknameya Kombenda Neteweyan bigihêjin dewleta xwe ya serbixwe; lê belê serkeftiyên şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn tevahiya serhildan û dewletên kurdan ên avabûyî tepeser kirine, bêserûşûn kirine û komkujiyên xedar pêk anîne. Divê bê zanîn ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn (1914-1918) guhartineke cografî ya biçûk bi serê kurdên Qeceristanê de hatiye; lê belê kurdên Osmanistana hilweşiyayî ketine bin desthilatdariya çar dewletên nû: Tirkiya, Iraq, Sûriya û Rûsyaya sovyetî. Bi vî awayî erdnîgariya Kurdistanê ji aliyê sînorên siyasî û dewletan ve bi ser welatên Tirkiya, Îran, Iraq, Sûriya û Rûsyaya sovyetî ve hatiye parvekirin; lê nexşeya erdnîgariya Kurdistanê ji aliyê coxrafîk ve yekpare ye û eşkere ye ku sînorên heyî bi destan hatine çêkirin. Ew xaka yekpare ya ku kurd lê dijîn, jê re dibêjin Kurdistan, lê li derveyî Kurdistanê jî kurd hene; li kûrahiya Tirkiyayê beşeke Amasya, Çorum, Konya û paytext Enqereyê kurdnişîn e. Wihareng li piraniya bakurê Xoresana Îranê û beşeke girîng a Heleba Sûriyayê gelheyeke kurdnişîn dijî; -ji bilî van kurdan- li hemû komarên Kafkasyayê (Gurcistan, Ermenistan, Azerbaycan) û li hinek komarên Asyaya Navîn (Turkmenistan, Kazakîstan, Ozbekistan…) kurdên surgûnkirî û binecihî dijîn. Dîsan li paytext û bajarên wekî Stembol, Îzmir, Bûrsa, Tehran, Meşhed, Şam, Beyrût, ‘Eman û Bexdayê jî bi milyonan kurd dijîn. Ji salên 70yî û pê ve gelheyeke girîng a kurdan li welatên Ewropayê û Amerîkayê belavbûye ku serjimara wan bi milyonan e. Kurdistan ji aliyê erdnîgariya xwe ya suriştî ve erdekî yekser serbixwe tê hesibandin; lê belê çarçoveyeke wê ya siyasî tuneye. Mixabin bi biryarên siyasî û derewên dîplomatîk, bi zora şer û komkujiyan hatiye parevekirin. Ji ber wê yekê ye ku di nexşeya siyasî ya cîhanê de navê wê nayê nivîsandin; lê di nexşeyên xwezayî de xwediyê cihekî diyar e.” [4]

 

B.Kurdî wekî endamekî malbata zimanên aryayî

Têgihîna “zimanên aryayî” mecazî ye û ji bo dabeşkirina beşeke zimanên cîhanê tê bikaranîn; ev têgihîn pirî caran “mîrateya zimanî-çandî ya Aryaya kevnare” dinimîne. Zimanên aryayî li devereke berfireh tên axaftin ku îro welatê gelên aryayînijad ji aliyê dewletên qaşo neteweyî ve hatiye dabeşkirin; li gorî aryayînas Gernot Windfuhrî li seranserê Îran, Afganîstan, Pakistan, Hindistan, Iraq, Sûriye, Tirkiye û Tacîkistanê nêzikî 200 mîlyon axaftvanên xwemalî bi van zimanan diaxivin.[5] Mirov nizane bê ka Windfuhr çima bi zanatî qala kurd û osetiyên aryayî yên li Kafkasyayê (Rûsya, Gurcistan, Ermenistan û Azerbaycanê) nake; her wiha nayê fêmkirin bê ka çima kurd û aryayiyên din ên li penaberiyê, ango diyasporayê jî qet nayîne ser zar û zimanan. Ji aliyekî din ve aryayînas Geoffrey Haig û kurdnas Ergin Opengin zimanên aryayî li ser du şaxên sereke yên wekî “rojhilatî” û “rojavayî”, her wiha şaxa rojavayî jî li ser beşên “bakur-rojavayî” û “başûr-rojavayî” dabeş dikin. Di “malbata zimanên başûr-rojavayî” de zimanê sereke farisî ye û zimanê navdar ê “malbata zimanên bakur-rojavayî” jî kurdî ye.[6] Li gorî hinek çavkaniyên ewropî, zimanên aryayî yên kevnare li ser beşên rojhilatî û rojavayî tên parevekirin. Di beşa rojhilatî de “avestayî” û “sakayî” hene; her wiha di beşa rojavayî de jî “parsiya kevn” û “medî” hene.[7] Ji vê agehiyê tê dîtin ku bingeha zimanên kevnare yên aryayî li ser çar kujan (goşeyan) ava bûye. Dîsan li gorî van çavkaniyan, zimanên aryayî yên navîn jî li ser beşên rojhilatî û rojavayî hatine parevekirin. Vê carê zimanê avestayî yê beşa rojhilatî vegeriyaye bexterî û osetiya navîn, ango du zaravayên serbixwe jê derketine; ji zimanê sakayî (rojhilatî) jî zaravayên soxdî (saxanî), tumşuqî, xotenî û xwarezmî derketine holê.[8] Ev zanyarî heq dike ku mirov ji aliyê tevgera şer û desthilatdariyê ve li vê serdem û pêvajoyê binêre; diyar e ku devera sakayiyan desthilatdariya xwe ya siyasî ji dest daye, lewma ziman li ser gelek zaravayan belav bûye. Nexwe desthilatdariya xurt yekîtiya zimên saz dike û zimanê standard ê fermî ferz dike.

Her çi ku zimanên rojavayî ne, ji parsiya kevn parsiya navîn zaye; wihareng ji zimanê medî jî zimanê partî derketiye holê.[9] Diyar e ku medopars di vê serdemê de xurt bûne û zimanê wan zêde neqelişiye; ji ber ku îro Çîn dewleteke gewre ye û li beranberî vê gewretiyê, çîniya îro li ser du zaravayan leva bûye û ev yek ne kêmasiyeke desthilatdariyê ye. Her wiha li gelek deverên cîhanê herî kêm du zaravayên sereke li bin banê dewletekê kom bûne; hinekên wan fermî ne û hinek jî ligel zaravayê fermî gelekî berbelav in.

Dîsan ji zanyariyên berdest wisan dixuye ku zimanê sanskrîtî ji avestayiyê hatiye veqetandin, lê ev dabeşkirin kêmasiyeke zanistî dihewîne; ji ber ku avestayînas û sanskrîtînasê sedsala 19an A. V. Williams Jackson rêzimanên her du zimanan berawird dike û digihêje wê encamê ku avestayî û sanskrîtî ji zimanên ukraynî-rûsî yên silavî (yan jî ji zimanên almanî-holendî yên germenî) zêdetir nêzikî hev in.[10] Tekstên ayînî yên Avestaya aryayiyan û Gatayên sindohindûyan zimên û qabiliyetên axaftinê dispêrin çavkaniyeke xwedayî; ji xwe hebûna van zimanan bi serê xwe bûyerek e û pêwendiya baweriyên xwedayî yên kurd, pars, sindohindûyan û zimanên wan nîşan dide: “Zimanê avestayî, -jê re bi şaşîtî Zend jî tê gotin- bi zimanekî rojhilata îranî hatiye nivîsandin ku pirtûka pîroz a zerdeştiyê ye. Avestayî di du serdeman de hatiye nivîsandin: serdema hera kevn Gata ne ku asteke zimannasiyê (600 BZ) ya nêzîkî zimanê sanskrîtî yê Vedayên Hindistanê nîşan dide. Beşa herî zêde ya Avestayê bi rengekî nûtir ê zimanî hatiye nivîsandin û di şêwazên rêzimanî de gav bi gav sivikbûn û guherandinan nîşan dide. Dema ku tekstên Avestayê hatine sererastkirin (sedsala 4-6an), avestayî zimanekî mirî bûye ku tenê ji hêla muxan (magiyan) ve dihate zanîn. Bi îhtimaleke mezin, derdora salên 400î yên berî zayînê avestayî wekî zimanekî axaftinê yê rojane nemaye; lê gotinên pîroz bi kevneşopiya devkî derbasî nifşên peyrew bûne. Avestayî bi alfabeya pehlewiya dereng hatiye nivîsandin ku ji alfabeya zimanê aramî hatiye wergirtin.”[11][12] Divê bê gotin ku zimanê avestayî li ser du zaravayan dabeş dibe: zaravayê kevnare yê Gatayan û zaravayê ciwan ê pehlewiyê; her wiha zimanê avestayî û sanskirîtî bi qasî goranî û hewramî nêzikî hev in, lê ji aliyê dengsaziyê ve avestayî ji sanskrîtiyê zengîntir e.[13] Wekî mînak: di her du zimanan de jî 8 cureyên tewangê, 3 mêjer, 3 zayend hene û bikaranîna wan pir dişibihe hev; tewanga rengdêran a li gorî navdêran, kêşa cînavkan, kêşa lêkeran, rader û gerguhêzî-negerguhêzî hema hema mîna hev in.[14] Bi me, sedema vê “dabeşkirina berovajî” pesendkirina dagirkeriya ewropiyan a li ser Hindistanê bû; heke aryayînijadên sindohind û medoparsê wekî eqrebayên pir nêzik bihatana hesibandin, mafê dagirkeriya ewropiyan a li ser parzemîna Hindistanê nedima û mafê parastina medoparsiyan a vê parzemînê çêdibû. Lewre bi pêşengiya ingilîzan ev her du destebirak ji hev hatin veqetandin, bi navên cuda hatin tomarkirin û her du sêwî wekî zarokên ewropiyan hatin nîşandan.

 

Nişeyên gotarê

[1] Antonio Arnaiz-Villena, Jose Palacio-Grüber, Ester Muñiz, Cristina Campos, Javier Alonso-Rubio, Eduardo Gomez-Casado, Shadallah Fareq Salih, Manuel Martin-Villa, and Rawand Al-Qadi (2017), Genetic HLA Study of Kurds in Iraq, Iran and Tbilisi (Caucasus, Georgia): Relatedness and Medical Implications, edîtor: Tzen-Yuh Chiang; doi:10.1371/journal.pone.0169929; her wiha bnr.: https://www.ncbi.nlm.nih.gov/pmc/articles/PMC5256937/; dema gihiştinê: 27.05.2022; 06:32.

[2] S. Farjadian & A. Ghaderi (2007), HLA class II similarities in Iranian Kurds and Azeris, https://doi.org/10.1111/j.1744-313X.2007.00723.x; her wiha bnr.: https://onlinelibrary.wiley.com/doi/10.1111/j.1744-313X.2007.00723.x; dema gihiştinê: 27.05.2022; 06:49.

[3] Ali Amirzargar, Diego Rey, Ester Muñiz, Jose Palacio-Grüber, Behrouz Nikbin, Hosein Nicknam, Farideh Khosravi, Hamidreza Joshghan, Cristina Areces, Mercedes Enríquez-de-Salamanca, Narcisa Martinez-Quiles, José Manuel Martín-Villa, Antonio Arnaiz-Villena (2015), Kurds HLA Genes: Its Implications in Transplantation and Pharmacogenomics, edîtor: Ryuichi Morishita, Open Medicine Journal, ISSN: 1874-2203, Volume: 9, 2022; her wiha bnr.:https://openmedicinejournal.com/VOLUME/2/PAGE/43/FULLTEXT/; dema gihiştinê: 27.05.2022; 07:04.

[4] Meruf Xeznedar (2001), Mêjûy Edebî Kurdî, Aras: Hewlêr, c. I, r. 12-15.

[5] Gernot Windfuhr (2009), The Iranian languages, Routledge: London.

[6] Geoffrey Haig (2008), Alignment change in Iranian languages: A construction grammar approach, Mouton de Gruyter: Berlin; her wiha binêrin: Geoffrey Haig & Ergin Opengin (2015), Gender in Kurdish: Structural and socio-cultural dimensions. Teoksessa Hellinger, Marlis & Motschenbacher, Heiko (toim.), Gender across languages 4: 247-276.

[7] https://en.wikipedia.org/wiki/Iranian_languages; dema gihiştinê: 20.03.2022; 01:35.

[8] https://aspirantum.com/blog/iranian-languages; dema gihiştinê: 23.06.2022; 14:55.

[9] https://ku.wikipedia.org/wiki/Zimanên_îranî; dema gihiştinê: 20.03.2022; 01:40.

[10] A. V. Williams Jackson (1892), An Avestan Grammar In Comparison With Sanskrit (Part 1), W. Kohlhammer: Stutgart, r. V-xxxiii; ji bo nusxeyeke înternetî bnr.: https://ia800909.us.archive.org/23/items/pt1avestagrammar00jackuoft/pt1avestagrammar00jackuoft_bw.pdf; dema gihiştinê: 17.12.2021; 23:12.

[11] https://www.britannica.com/topic/Avestan-language; dema gihiştinê: 09.12.2021; 02:43.

[12] https://iranicaonline.org/articles/avestan-language; dema gihiştinê: 09.12.2021; 04:13.

[13] A. V. Williams Jackson (1892), An Avestan Grammar In Comparison With Sanskrit (Part 1), W. Kohlhammer: Stutgart, r. V-xxxiii; ji bo nusxeyeke înternetî bnr.: https://ia800909.us.archive.org/23/items/pt1avestagrammar00jackuoft/pt1avestagrammar00jackuoft_bw.pdf; dema gihiştinê: 17.12.2021; 23:12.

[14] Pandurang Damodar Gune (1918), An Introduction to the Comparative Philology, The Oriental-Booksupplying Agency: Poona, r. 116-130.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev