Pîşesaziya Sabûna Xarê

Pîşesaziya Sabûna Xarê

Muhemed Şerîf Cilînî

Sabûna Xarê celebeke ji sabûnê ye, tê çêkirin ji cerba (zeyta) Bêrînê (cerba tê wergirtin ji bermayên guvaştina zeytûnan) an cerba zeytûn a pir tirş bûye û cerba zeytûnên dara Xarê, a bi bihneke xweş, dema cerb tê lêkarkirin bi qelayê re (soda kostîk), di destpêkê de rengê sabûnê keske, paş hişk û zuha dibe reng dibe zerê qehweyî, şeş meh pê divê hişk û zuha bibe. Dîroka çêkirina sabûna xarê li Helebê, vedigere berya zayînê bi (2000) sal, û tê zanîn ji dîrokê, ku devera Helebê beşek ji keyîtiya Horo-Mîtaniyan bû, ewên pêşiyên Kurda bûn, û neha jî bêtirî (10) kargehên vê sabûnê li devera Efrînê ên kurda hene, ya herî mezin Sabûngeha Kêfo ye, mixabin piraniya wan hatine talan kirin ji aliyê çetên neyar da.

Ji wê demê heya vê demê, hawê çêkirina sabûna xarê, pir ne hatiye guhertin, û hê bi hawê kevneşopî û nîvdestî tê çêkirin, tevlî hinek guhertin bi demê re pêk hatinin, bi gelemperî (60-98)% ji cerba dibe sabûn, ji cerba bêrînê ye, û (2-40)% cerba xarê ye.

Niha sabûna xarê tê çêkirin li gor van astan:

A – Asta Kelandinê:

1.Beriya niha dîzika (beroş an niqre) kelandinê ji sifir bû, beşê jêrîn nîv gogî bû û dihate tevdan bi destan bi darê tevdanê, dîzik li ser hêtûnekê siwar dibû, di hêtûnê de êzing dihate şewitandin ji bo kelandinê, paş re şewatkerê arduwê petrolê hate bikaranîn, lê niha dîzik ji hesine, lûlekî ye ji jor ve, kovikî ye ji jêr ve, tevdan pêk tê bi tevdankera li ser karevayê ye, germ kirin pêk tê bi derbasbûna keldûmana avê di boriya badokî ya di nav cerbê de ye, gewdê dîzikê (3) cara ji gewdê (4200) kg ji cerbê (zeytê) mezintire, ji bo behem kirina (5000) kg sabûn, di her kelandinekê de.

2.Cerba (zeyt) bêrînî pompey dîzikê dibe (beriya niha cerb bi destan dihate valakirin di dîzikê de), germkirin û tevdan dest pê dibe, dema cerb digihê pila kelandinê, li derdora (600) kg, qela qaşilî an hişk kevirî, hin bi hin tevlî cerba kelandî dibe, qela lêkar dibe bi cerbê re û car bi car hinek ava germ tevlî dîzikê dibe, divê kelandin û tevdan ne kêmî (4) demjimêran dirêj bibe, paş re kelandin û tevdan tê rawestan, mawey rojek an du rojan, ji bo sabûn bimeye û avqeliya sor û gemarî dawerive.

3.Di hin kargehan de derdora (200) kg xwê tevlî sabûna kelandî dikin, tozî be an avxwiya têr, ji bo kêmkirina qelatiya sabûnê.

4.Paş dawevirdinê û helberrîna sabûnê, avqela sor û gemarî tê rijandin û cerba (zeyta) xarê tevlî sabûna kelandî dibe bi tevdanê re, ji bo cerba xarê lêkar bibe, bi qela azad ya di sabûnê de maye, cerba xarê di dema kelandinê tevlî cerba bêrînê nabe, ji ber cerba xarê bîna xwe wenda dike bi kelandinê.

B – Asta raxistina Sabûna bi dest ketî:

Sabûna reng giyayî tê pompe kirin û raxistin li ser erdeke rast û dûz, li ser kaxezê şima kirî, sabûn tê raxistin, ruyê rijîneka sabûnê tê dûz û rast kirin bi teraşekî ji text.

C – Asta piçkirina rijêneka sabûnê û muhir kirinê:

1.Paş rojekê rijêneka sar û riçbûyî tê piçandin li gor dirêjayî û panayîya wê, piçkirin pêk dibe bi karanîna piçankereke (birîneker) taybet ji hesin, mîna melhêbekê ye, bi çend kêrên piçandinê û bi doxeke dirêj ji dar, bi doxê ve, werîsek bi doxê vedibe, yek ji karkeran derdikeve ser piçanekê, dudu an sê karker bi werîs digirin û piçanek tevlî karker li ser dikişînin ber xwe ve, dema kêrên piçanekê di rijêneka sabûnê çikin, hoste jî li ber piçanekê çavdêriya rastbûna piçandinê (birînê) dike û bi vî hawî hemî piçên sabûnê weke hev têne piçandin û li aliyê hev rêz dibin.

2.Paş rojekê piçanek yekoyeko têne muhir kirin, bi çakûçekî serê çakûç mîna muhirekê ye, navê kargehê û celebê sabûnê li ser hatiye nivîsandin bi tîpên berz.

D – Asta rakirin, komkirin û zuhakirina xwezayî.

1.Paş picandin û muhir kirinê, piçanên sabûnê têne rakirin ji erdê û têne veguheztin li ser depên textî bo embara zuhakirina xwezayî, divê embar xweş baweşîn be.

2.Piçanên sabûnê li ser hev têne danîn bi awayê pîramîdî, bi hawê navbir di nabera piçanan hebe ji bo derbasbûna bayê.

3.Car bi car pîramîd ji nû ve têne avakirin ji bo guhertina ber û rûyên piçan.

4.Zuha kirina xwezayî dirêj dike nêzî (6) mehan, dema sabûn ji cerba (zeyta) hatibe çêkirin, nîşana zuhabûnê, rengê sabûnê ji keskê giyayî dibe zerê qehweyî.

5.Paş zuhabûnê sabûn tê dagirtin di tûran an di kartonan de, beriya niha dihate dagirtin di tûrên kizî de bi giraniya (75) kg, lê niha tê dagirtin di tûrên cawê pilastîk de (polîpropîlîn) an di kartonan de, bi giraniya (10) kg û sabûn amade dibe ji bo firotanê.

Sabûna pestandî tê çêkirin bi vî hawî:

1.Paş zuhabûna sabûnê, piçanê zuhakirî têne şikandin û hêrandin di aşekî bi çakûc û bi du gundêrên berovacî hev digerin.

2.Sabûna hêrayî mîna qaşila tê strandin di strandeka badokî de, û dibe şeîrok.

3.Şeîrok jî têne strandin di strandeka din de ji bo bibe morîn.

4.Morîna sabûnê tê piçandin û piçan têne pestîn kirin di pestîna serî bi kufe, di kufê de navê kargehê û celebê sabûnê bi tîpên berz hatine nivîsandin.

5.Piçanên pestîn kirî têne dagirtin yek bi yek di kartonên biçûk de ligor endeza piçan, paşre kartonên biçûk têne dagirtin di kartonên mezin de.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev