YGGDRASIL Û NEH DINYA

YGGDRASIL Û NEH DINYA

Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed Nesrîn Rojkan xanimê

pêşnîyara malpera me qebûl kir û soz da ku dem bi dem ji me ra

rêzenivîsa gotarên li ser VIKINGan binivîse.

Em sipasîya wê dikin û îro gotara wê a şeşan raberî we dikin.

Nesrîn Rojkan,

Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed

 

DARAREŞKA YGGDRASIL dareke gelek mezin, bedewtirîn û xweştirîn dar e: û her wuha mezintirîn jî. Ew dar di navbera neh dinyayan de şîn bûye, wan neh dinyayan bi hev re girê dide. Çiqên darê wusa dirêj dibin ku ji asmanan jî diborin.

Wusa mezin e ku qurmên darê digihije sê dinyayan, û ew ava xwe ji sê bîran digire.

Koka yekem û ya kûrtirîn heya dinyaya binderdê Nifelhemê diçe, ew warê ku beriya hemû warên din hebû. Di nava wê dinyaya tarî de herdem xurexura bîrek bi navê Hvergelme bû, dengê biqebiqa kelandina mencelekê li ser agirê jê dihat. Ejderhayê Nidhögg di wê avê de dijî, û kokê darê ji binya ve dikevije.

Koka duyem digihije Jotunheimê, welatê dêwên warê qeşayê, bîra Mimerê.

Li ser şaxa çiqê herî bilind, qertelek pirzana û teyrek baz ku xwe di navbera herdu çavên qertelê de daniye.

Sivorikek bi navê Ratatosk, çiqên dara dinayê de dijî. Ew gotin û peyaman kom ji laşxwar û xwînxar Nidhöggê digire û digihijîne qertelê û ji qertelê digire digihijîne Nidhöggê. Sivorik ji ji herduyan re jî derewan dike û ji dijminiya navbera wan de jî kêfxweş e.

Çar xezal li ser çiqên darê dijîn. Ew pelên darê diçêrin û qalikê darê dixwin. Di binya darê de gelek mal hene û ew mar kokên darê digezin.

Dara dinyayê tê hilkêşandin. Ew dara ku Oden xwe pê ve aliqandibû, ev dar bixwe bû. Wî dar ji xwe re kiribû sêdar û xwe jî kiribû Hangagud (xwedayê aliqandî).

Xwedê hilnakêşine ser dara dinyayê. Ew pira keskesorê Bifrostê ji xwe re bikar tînin ji bo ku ji dinyayek biçine dinyayek din. Tenê xwedê dikarin bi keskesorê bigerin; dê ew keskesor lingên dêwên qeşayê û yên trolan bişewitanda, ger wan bixwesta pê biçûna Asgårdê.

Ew neh dinya

ASGARD, mala asayan/xwedayan. Mala Oden e li vir.

ALVHEM warê alv yan jî alfên ronî. Alfên ronî wek rojê û stêrkan bedew in.

NİDAFJÂLL warê bonciyan yan jî carina jê re dibêjin SVARTALVHEM (mala alfên reş) ew li binê çiyayê dijîn û berhemên ecêb diafrînîn.

MIDGARD mala mirovan e, dinya ya ku mala me lê ye.

JOTUNHEIM, ew dera ku dêw, dêwên qeşayê û dêwên çiyayan lê dijîn, digerin û oliyên wan hene.

VANAHEM ew dera ku van lê dijîn. Asa û van xweda ne ku bi hev re peymana aştiyê kirine, û gelek van li Asgårdê asan re jiyan dikin.

NIFELHEM, ew dinyaya tarî ya mijî.

MUSPELHEM, dinyaya şewitandî, ew dera ku Surt li bendê ye.

Û cihek jî heye ku navê desthilatdarê wê lê ye: Hel, mirîyên ku ne bi awayek wêrekî mirinê diçin wir.

Koka sêyem û ya dawî digihîje bîreke welatê xwedêyan li Asgårdê ku mala xwedêyan lê ye. Xweda herroj li vir kom dibin û gengeşeyên xwe dikin. Ew dê heta roja axiretê beriya ku biçine şerê dawî ya Ragnarökê dê li wir bicivin. Navê wê bîrê, bîra Urdarê ye. Urdarbrunn.

Sê xwîşk hene, sê “norn”. Hersê jî keçên zana ne. Ew teşiya qederê dirêsin.

Ew bîrê diparêzin û xwedî li kokên dara Yggdarsilê derdikevin ku baş bin û di nav herîyê de bimînin. Bîr a Urd e: Urd qeder e û çarenûs e. Ew ya bihûrî ye. Verdandî bi wê re ye. Wateya navê wê ”ew a ku bibe”. Nûyîn a wê ye, û herwuha Skuld ku navê wê wateya ”ew a ku bibe” ew xwediya siberojê e.

Ew hersê norn biryarên li ser jiyana te didin. Ji wan hersêyan bêtir norn hene. Nornên dêw, nornên alf, nornên boncî, û nornên vanan, nornên baş, nornên nebaş. Û qedera te ji aliye wan ve tê biryardan. Hinek norn jiyanek xweş didin mirovan û hinek ji wan jiyana dijwar didin, yan jî kurt, yan jî tevlihev.

Ew dê li cem bîra Urdarê form bidin jiyana te.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev