Berhemên kurdzanên me – 279

Berhemên kurdzanên me – 279

Me di 278 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka şairê rûsan yê herî binavûdeng Aleksandr Pûşkîn ”Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da”, beşa wê a pêncan raberî we bikin.

Ev berhema giranbuha, ku berî 200 salan bi rûsî û gelek zimanan çap bûye, bi kurdî çap nebûye. Em wê kêmanîyê bi riya malpera xwe, bi wergera berpirsyarê xwe – Têmûrê Xelîl dadigrin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da – 5 

A. Pûşkîn 

Gurc ne wek me vedixun û pir zexm û bi hêz in. Nabe, ku şerava wan ji cî bê guhastin. Wê demê ew bê tam dibe. Gerekê di cî da vexwî. Şerabên Kaxêtê û Qerebaxê demeke dirêj xwey dikin. Şerab di kûpên çalkirî da diparêzin. Bi heyteholên şayînetî va şerabê ji bin axê derdixin. Van dawîyan serserîyekî rûs dema dixwest bi dizî kûpekî wisa vekira, şiqitî û kete nav kûp, di nava şeraba Kaxêtê da xeniqî, wek Klarênsê feqîr hate serê wî.

Tîflîs li rex kenarên çemê Kurrê ye, bi çiyayên kevirî va dorgirtî ye. Ew çiya wê ji bayên her çar alîyan diparêzin û ji germaya tavê ne tenê hewayê germ dikin, lê dikelînin. A hema ev e sebebê germaya xefe li Tîflîsê, ew jî wê demê, ku bajar her tenê di bin 41 dereceya firehîyê da ye. Navê wî bajarî bi xwe (Tbîlîskalar) tê maneya Bajarê germ.

Piranîya bajêr bi cûrê Asîyayê hatîye avakirin: mal nimiz in, banê wan rast û hilû ne. Di beşa bakur da xanîyên bi arkîtêktûra Awropî bilind dibin û li rex wan meydan têne çêkirinê. Bazar pareveyî li ser çend cêrgeyan dibe; dexle bi eşîyayên tirkan û farizan va dagirtî ne, û eger em buhabûna li her deran bidine ber çavan, ew êpêceyî erzan in. Çeka Tîflîsê li tevaya Rohilatê deng dabû. Mîrlaw Samoylov û V., ku li vir merivên dewlemend bûn, gelek caran şûrên xwe yên nû dicêribandin, bi derbekê ra serê du beranan, an jî serê boxeyekî hildipekandin. Li Tîflîsê piranîya binecîyan ermenî ne: di sala 1925an da li vir 2500 malên wan hebûn. Di dema şerên niha da jimara wan diha zêde bû. Malên gurcan 1500 in. Rûs xwe nahesibînin binecîyên vira. Leşkerên rûs, ku li vir qulix dikin, li Gurcistanê dijîn, ji ber ku ji wan ra wisa hatîye gotin. Şêwrmendên genc yên navdar tên vira bona rutban bistînin. Herdu jî bi çavê xerîbîyê li Gurcistanê dinihêrin.

Dibêjin, ku hewa Tîflîsê ji bo saxlemîyê ne baş e. Nexweşîyên ji germayê peydabûyî merivan ji hal diêxin; ew bi mêrkûrîyê qenc dikin, ku xudêgiravî di dema germaya pir da bê zirar e. Bizîşk bê wijdan wêya didine nexweşan. Dibêjin, ku gênêral Sîpyagîn ji wê yekê mir, ku bizîşkê wî yê malî, ku bi wî ra ji Pêtêrbûrgê hatibû, ditirsîya wan mêtodan bi kar bîne, ku bizîşkên li wir bi kar dianîn û ji wî dermanî ne dida nexweşan. Nexweşîyên li vira mînanî nexweşîyên li Qrîmê û Moldavîyayê ne û bi awayekî têne qenckirin.

Binecî ava Kurrê vedixun, ku şêlû ye, lê xweş e. Li hemû kanîyan û bîran bîna kirgûtê tê. Em wê jî bêjin, ku li vira ewqas şerabê vedixun, ku kêmanîya avê wê nehata texmînkirin.

Li Tîflîsê bêqîmetîya pereyan ez zendegirtî hîştim. Min faytonek kirê kir, nîv sehetî ji du kolanan ra derbaz bûm û ji bo wê min gerekê du rûbl bi zîvan bida wî. Ez pêşîyê fikirîm, ku ewî dixwest nehayadarîya rêwîyê tezehatî bi kar bîne; lê ji min ra gotin, ku buhayê gerê rast ewqas e. Her tiştên din buhatir e.

Em çûne kela almanan û me li wir xwerina xwe xwar. Me li wir avcehekî xweş vexwar û me ji bo xwerineke bê tam gelek pere da. Di motêla min da jî xwerin bê tam û buha bû. Gênêral Strêkalov, ku zaneyê xwerinên xweş bû, carekê ez vexwendime xwerinê; ji bextê me yê reş ra, xwerina, ku gerekê bidana me, dane zabitên îngilîs, ku li rex me rûniştibûn. Xizmetkaran wisa dor li min girtibûn, ku ez birçî ji ber maseyê rabûm. Nelet li zaneyê xwerinên xweş yê Tîflîsê be!

Ez bê sebir li benda çareserîya pirsên xwe bûm. Dawî min ji Raêvskî nameyek sitend. Ewî ji min ra nivîsîbû, ku ez bilezînim, herime Qersê, ji ber ku piştî çend rojan leşker gerekê riya xwe berdewam bikirana. Ez rojtira dinê çûm.

Ez siyarî çûm, min li qereqolên kazakan hespên xwe diguhêrand. Li dor min ji axê hulm-gulm derdiket, xefe bû. Gundên gurcan ji dûr va mîna baxçeyên bedew bûn, lê gava min ranêzîkayî li wan kir, ez rastî çend holikên xerabe hatim. Ro çûbû ava, lê xefe bû:

 

Şev xefe ne!

Siteyrk xerîb in!…

 

Hîv diçûrisî; her tişt seqirî bû; di bêdengîya şevê da tenê dengê tepe-tepa lingên hespê min dihat. Ez demeke dirêj bi siyarî çûm û min tu warekî jîyînê ne dît. Paşê min holikek dît, ku bi tena serê xwe bû. Min li dêrî xist. Malxwê malê derket. Pêşî min bi rûsî, paşê jî bi teterî av jê xwest. Ewî ez fêm ne kirim. Tiştekî ecêb! Sî vêrstan dûrî Tîflîsê û li ser riya Farizistanê û Tirkîyê ewî tu gotinek bi rûsî û bi teterî nizanibû.

Min li qereqola kazakan şevbihêrîya xwe kir, berbangê dîsa bi rê ketim, min riya xwe berdewam kir. Rê bi çiyan û daristanan ra derbaz dibû. Ez rastî teterên rêwî hatim; di nav wan da çend jin hebûn. Ewana siyarî bûn, rûyên xwe bi rûbendan va pêça bûn; tenê çavên wan û penîyên solên wan xuya dikirin.

Min destpê kir hilkişîyame çiyayê Bêzobdalê, ku li ser sînorê Gurcistanê û Ermenîstana kevinare bû. Li rex çiya rêyeke berfireh heye, ku bi daran va dorgirtî ye. Li tepeya Bêzobdalê ez bi şikevteke biçûk ra derbaz bûm, ku çiqasî tê bîra min, navê wê Dervezên Guran bû, û ez ketime ser sînorê Gurcistanê. Ber min çiyayên nû, asoyên nû vedibûn; binetara min çayîr û çîmanan hêşîn dikir. Min careke din bala xwe da Gurcistanê û ji çiya berwarî best û beyarên Ermenîstanê bûm. Bi kêfxweşîyeke nebînayî va min texmîn kir, ku hewa germ diguhêre, xefe kêmtir dibe: li vir hewayeke din bû.

Merivê bi min ra bi hespên xwe yên barbir va ji min paş diman. Ez bi tenê di nava besta gulvedayî da diçûm, ku ji dûr va bi çiyan va hatibû dorgirtin. Ez bi awayekî tevlihev bûyî li rex qereqolê derbaz bûm, ku min gerekê li wir hespê xwe biguhêranda. Ji şeş sehetan zêdetir derbaz bûbû, û min dest pê kir ez bi mezîla derbazbûnê va şaş û metel mam. Min ji dûr va qûça keviran dît, ku wek holikekê bû, û min berê xwe da wir. Di rastîyê da ez hatime gundekî ermenîyan. Çend jin bi kincên reng-rengî va li ser rûnişteka dûz, li rex holika binerd rûniştibûn. Ez bi awayekî bi wan ra peyivîm. Yek ji wana berjêrî holikê bû û ji min ra penîr û şîr anî. Ez çend deqeyan serhêsa bûm, min riya xwe berdewam kir û ji kenarê çêm yê bilind min himberî xwe kelaya Gêrgêrê dît. Ji kenarê bilind sê çavkanîyên avê bi dengekî bilind û kefgirtî dikişîyan. Ez ji çêm derbaz bûm. Du hespên, ku bi erebeyê va girêdayî bûn, bi riya çivane ra ber bi jor diçûn. Çend gurcan rêberîya erebeyê dikir. “Hûn ji kîderê ne?” – min ji wan pirsî. “Ji Tehranê”. – “Hûn bi xwe ra çi dibin?”. “Grîboyêd”. Ew termê Grîboyêdovê kuştî bû, ku verêyî Tîflîsê dikirin.

Ez qet ne difikirîm, ku ezê rojek ji rojan Grîboyêdovê me bibînim! Sala par li Pêtêrbûrgê, berî çûyîna min ya li Farizistanê, me xatirê xwe ji hev xwest. Ew xemgîn bû û xwedî bawerîyên ecêb bû, fikirên xirab diniqitîne dilê wî. Min dixwest di ber dilê wî da bêm; ewî ji min ra got: “Vous ne connaissez pas ces gens-la: vous verrez qu’il faudra jouer des couteaux” {9}. Bi bawerîya wî, di rûyê xwînrêtinê da şah wê bimire û di navbera heftê kurên wî da wê dutîretî saz bibe, wê şerê navxweyî dest pê bibe. Lê şahê kalbûyî heta niha jî sax e, lê dîsa jî gotinên Grîboyêdov yên aqilmend pêk hatin. Ew bi şûrên farizan hate kuştin û bû şehîdê necamêrîyê û bêbextîyê. Cinyazê wî yê eblû kirî, ku sê rojan li Tehranê bûbû weke lîstikekê, tenê bi destê wî hate naskirin, ku wextekê bi gulleya damençê va hatibû birîndarkirin.

 

Foto: Eyub Sinan Kiran

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev