TOFAN BI SER KURDAN Û PÊKHATIYAN RE TÊ

TOFAN BI SER KURDAN Û PÊKHATIYAN RE TÊ

HA SÛRIYE/ÎRAN/HIZBULLAH DAGÎR BIKE, HA TIRKIYE DAGÎR BIKE

Bayram Ayaz

Destkevtiyên me ji dest derdikevin!

Xwîna ciwanên Kurdan û dostên wan badilhewa diçe.

Destkevtiyên Kurdan li rojavayê welat nuha ji nû ve ser masêya gur û keftaran e! Çareserî yekrêziya Kurdistanî ye, lê PKK pêşî lê digre!

Hinek Kurdperwer û dostên Kurdan yên dilsoz, bang û gazî û gazind dikin ji bo piştevaniya rojavayê Kurdistanê.

Ev bang û gazind cîhê rêz û hurmetê ne.

Rast e, hewce ye Kurd û Kurdistanî piştevaniya statuya rêvebiriya federe li başurê Kurdistanê bikin û parastina destkevtiyên li rojavayê Kurdistanê jî ji xwe re bikin derd û xemê sereke.

Bêguman em amade ne û ez wisa pê bawer im her Kurd û Kurdistaniyê dilsoz jî amade ye ku her xizmetekî bo parastina destkevtiyên li rojavayê Kurdistanê bike.

Baş e, kî nahêle ev parastin û piştevanî pêk were, kî ne nahêlin ku hêzên Kurdistanî li dora başur û rojavayê Kurdistanê mil bidin hevdu û hevra van destkevtî û derfetên sedsala 21. biparêzin?

Di dem û qonaxekî de ku pkk bi Îranê re di mistewa îro de li her derî hevra kar dikin, bûne parçeyekî ji hêzên “Hîlala şii” ku rejîma Îdamê (Îranê) wan wekî “Hêzên mîhveri mukavemet” bi nav dike, li Iraqê bi Haşdî şaabî û grupên milisên şia yên din re kar dikin, li Suriyê lingekî wan bi riya HSD/SDF/QSDê li gel hêzên Hevpeymanî (bi serekatiya DYAyê) re ye, lingekî wan din bi rejîmê re ye. Û ev -bi kêmasî- du sal in Fransî û Amerîkî ji rêvebiriya rojavayê Kurdistanê (PYDê) daxwaz dikin ku ew û ENKS û partiyên Kurdî yên din hevra yekrêziya siyasî pêkbînin, lê mixabin her carê ku ev hêz nêzîki hevdu dibin, pkka Cemil Bayik desttêwerdanan dike û van hevdîtinan dixitimîne, nahêle ev hevdîtin bigihîn encameke erênî û biserkeve ku xelkê rojavayê Kurdistanê li hêviyê ye.

Baş e, di van şert û mercan de, dê Kurd û Kurdistanî çawa bikarin xwe li dora rojavayê Kurdistanê bidin hevdu?

Ji aliyekî ve li başurê Kurdistanê bi hemî hêza xwe hewl didin, bi temamî li goreyê planên rejîma Îdamê (Îranê) û hêzên Hîlalî şii yên Iraqî bi hevra dijayetiya rêvebiriya H. Kurdistanê dikin, li Silêmaniyê, li herêma Germiyan, Kerkûkê, Mexmûrê, Sengalê her derî bûne parçeyekî ji liv û bizavên tevgera şîa ya ser bi rejîma Îranê. Ji aliyê din ve li hêrêma Bahdînan ser sînur bi Tirkiyeyê re qaşo di şerekî de ne, li wan deran jî gav bi gav hêzên Tirkan dikişînin nav başurê Kurdistanê.

Her Kurdekî/a xwedî însaf hewce ye ji xwe bipirse, bo çi hûn vî şerî tînin digihînin heta nêzîkî Amediyê, bo çi we vî şerî anîye xistiye nahiya Kanî Masî ye?

Ma çi ferqa şerê we yê tahrîpkar demê “şerê hendek û barîkatan” û nuha li ser axa azad li başurê Kurdistanê heye?

Bo çi hûn wan deran dikin cîhê şer û pevçûn û topbaran û bombebaranê?

Bo çi hûn nahêlin hêzên pêşmergeyên Kurdistanê derbasî wan deran bibin û pêşî li hatina leşkerên Tirkan bigrin?

Hûn li Suriyê bi rejîmê re li hev dikin, li bin alaya wan, qaşo hûnê bi wan re li dijî hêrîşên Tirkiyê rawestin!

Baş e, çima hûn bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re li hev nakin û rê li ber hatina wan digrin?

Bi rejîma Suriyê re, bi Hizbullaha Libnan re hûn lihev dikin, lê dijminahiya hêzên pêşmergeyan dikin!

De bes e, bes e ji van tehrîbat û dijayetiyên we re!

Bes e ji propagandayên we yên bo dijminahiya başurê Kurdistanê! Bes e vir û derewên we li dijî başurê Kurdistanê!

Bi serkêşiya Iranê hêzên Hîlalî şii (hêzên mîhverî mikavemet) li dijî statuya başurê Kurdistanê planeke têkdana wê statuyê dimeşînin û we jî bi kar tînin.

Mumkin e, li pişt perdeyê hinek sozan jî dabûne we, -wekî li Sengalê, Silêmaniyê û devera Germiyan- û ji we re dibêjin ‘hûn li kû derê bikarin kontrol bikin, emê alîkariya we bikin ku ew der ji we re bimîne(!)”. Bizanin ev xapandin e û bi hev dan kuştina Kurdan e. Leyistok û fêlbaziyan “nîkaha muta” ya farisan e. Bila bê zanîn ku nîkaha muta, rewa kirina zîna şevekî ye. “Nîkaha muta ya siyasî” jî bi Kurdan re ji xeynê têkbirin û fêlbaziyê ti soz û qewl û qerar jê re nine!

Mixabin îroroj hinekan ji nav rêvebirên Pkkê vê “nîkaha muta ya siyasî” bi rejîma ayetullah-pasdaran-etteilat re girêdane û ji vê “nîkahê” ji Kurdan re ti feyde tune, berevajî dê Kurd zerarekî mezin bibînin ji vê hevkariya pkkê bi hêzên Hîlalî şîi re.

JIBER VÊ YEKÊ EM BANGÊ LI HEMÎ KURD Û KURDISTANIYÊN DILSOZ DIKIN:

Di vî warî de hewce ye, her Kurdek çi jê tê bike, hewl bide, pêşî li vê rewşa bi tehlûke werê girtin. Kî dikare bi kîjan rê û rêçikan karekî xêrê bike, daku Kurd nebin şîv û paşşîva Hîlalî şîi û hêzên tirkçî-turanî dê ji bo doza Kurd û Kurdistanê karekî qenc bike.

Serê her karî,

Hewce ye, PKK demildest bi lez û bez dawî li desttêwerdanên şerî (mudaxeleyên milîsî-çekdarî) li nav başurê û rojavayê Kurdistanê bîne. Kî dixwaze karê siyasî bike, meydan ji her hêz û aliyên Kurdî û Kurdistanî re azad e. Heta nuha li başurê Kurdistanê Hukumeta Kurdistanê pêşiya ti hêzekî Kurdî û Kurdistanî negirtine. Li rojavayê Kurdistanê jî bihêlin xelkê resen yên wê derê, bi azadî vegerin ser mal û milkên xwe û xelk hemî bi hevra dezgehên xwe yên rewa daynin, hilbijartinên xwe azad û demokrat pêkbînin û îradeya xwe bi xwe diyar bikin. Encam çi ye, kî ne, mafê kesê lê nine desttêwerdanan bike. Hêzên Kurdî û Kurdistanî yên rojavayê Kurdistanê bi têra xwe xwedî ezmûn û zanînan in.

BANGÊ LI PKKê bikin, bila dawî li vê siyaseta xwe ya ji hev xistina Kurdan bînin. Heta ev desttêwerdan hebin, dê metirsiyên ser rojavayê û başurê Kurdistanê berdewam bin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev