
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
- MIRAZÊ MIN
Mirazê min û xelqê delal bi tev nebû,
Girêdana qayîşa komsomolîyê para vebû,
Minê para çû girêda,
Min dî birangê min kûça Abovyanê rastî min hat, go:
-Herê tolê, ew çî te bû?
Te keçikê, nola çira,
Te bimire bav û bira,
Teyê çawa derdê bejina xwe kawa kubar xaçxûn kirim, anîm vira.
Ezê xanîkî çêkim li vê dûzê,
Derîkî lêxim ji darê gûzê,
Ez gede lawikê xwe têda derbaz bikin
Hersê mehêd vê paîzê.
- SERÊ SERDA
Serê serda min xêr nedîye,
Ji xwe vî dilî,
Darek hewşa gede kurxalê minda dişitilî.
Keçikê, keçmetînê,
Keçika bavkeremê,
Kevotkeke stuxirxale, pê narincîme,
Ez bêşike, bêşivîme,
Ez bimirim erdê Romê,
Bimînim – nefsa gede kurxalê xwerame.
Keçikê, tu gul bî, te bîn nakim,
Şekirê qend bî, te ker nakim,
Qîza Ûsivê Welîyê Wanê bî, te qebûl nakim.
Ezê gula di bîntirim,
Şekirê qenda şîrintirim,
Ezê eslê xweva gele-gele
qîza Ûsivê Welîyê Wanê çêtirtirim.
- TEW LÊ
Tew lê, tew lê, tew lê,
Genim sor bû, kete têxê,
Tew lê, tew lê, tew şîrin şêxê.
Şêxê qurban, baran barî ji xadêda,
Av şêlû bû devî rêda,
Bira xadê mirazê mirazxaza, hazira tev bike,
Mirazê min şîrin şêxa min tev bike
Balkonê jorîn, paşla dêda..
Şêxê qurban, Cercerîsê vê kevirê nîvî,
Cercerîsê vê kevirê nîvî,
Ezê herime ber rebê alemê rica û hîvî,
Bira ruhê min ser ruhê dilketîya min têxe nîvî.
- HERÊ
Herê kondere rîşê,
Ezê bimirim, bira tirba min derê mala bavê teve,
Tu êvarê wexta ava şîvê tînî,
De bira pêşa delme qutnîyê te lêkeve,
Bê: “Mirîyo, here, bira reme li gora teve”.
- HEY LÊ, LÊ
Hey lê, lê, hey qemerê!
Gundê Dodo dugelîne,
Cotê zermemika cot kanîne,
Wey malîno, hûnê qe dey nakin,
Wey gundîno, hûnê qe dey nakin,
Ezê derdê çev-birûyê beleka dimirim,
Hûnê bawer nakin.
- TIVLÎSVAN
Tivlîsvan, Tivlîsvanî,
Minê temî kirîye,
Kil-kilçîkê min xwera bîne,
Minê bihîstîye
Tu kesîbî, deyndarî,
Kandoxtorî neheqe, xwera neke bargiranî.
* * *
Eman, eman, eman,
Dilê min dêrî serî dêra,
Vê sibê dewrêşek hatîye nava mala,
Ezê zêrekî serê xelqê têlî delal biqetînim,
Bavêjim kaşkûla van dewrêşa bona xêra.
Ezê terka çev-birûyê belek, dêmê gulî, xelqê şîrin nekim,
Heta ser minra neve xire-xira tewr û bêra.
Riataza