XEZÎNEYÊN XWEDÊYAN

XEZÎNEYÊN XWEDÊYAN

Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed Nesrîn Rojkan xanimê

pêşnîyara malpera me qebûl kir û soz da ku dem bi dem ji me ra

rêzenivîsa gotarên li ser VIKINGan binivîse.

Em sipasîya wê dikin û îro gotara wê a heyştan raberî we dikin.

Nesrîn Rojkan,

Seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swed


JİNA TOR, SÎVA bedew bû. Sîv jî ji asayan bû, ji ber vê yekê Tor evîndarê wê bû, ji bo çavên wê yên şîn û çermê wê yê spî, ji bo lêvên wê yên sor û kenê wê, û evîndarê porê wê yê dirêj bû, ku rengê ûşiyên genime ya havîna dereng lê diket.
Tor şiyar bû û li Sîva di xewda nêrî. Rihê xwe xurand. Paşî bi destê xwe yê gir ve hêdîka li jina xwe da û jê pirsî ”ev çi li te hatiye?”
Wê jî çavên xwe vekirin, ew çavên wek şîna asmanê û jê pirsî ”çi dibêjî tu?”Sîvê serê xwe lê fitiland û bi awirên bipirs lê nêrî. Destên xwe li ser serê xwe yê pembeyî û rût gerand. Zirav lê qetiya bû.
Tenê karî bigota ”porê min”.
Tor ser xwe nişûv kir û hejand. ”Nemaye, wî serê te keçel kiriye”.
”Wî?”pirsî Sîvê.
Tor deng nekir. Rabû û kembera xwe li pişt xwe bada. Ew kembera ku hêza wî dike du carên xwe. ”Loke. Loke wuha aniye serê te”.
”Tu çima wusa dibêjî?”Sîvê destê xwe di serê xwe yê keçel de bir û anî, çawan ku bikare bi destên xwe dîsa porên xwe bi şûn de vegerîne.
”Lewra her cara ku bûyerek neçê rû dide, hema di pêşî difikirim ku ji wî ye. Ev jî gelek dem dide min”.
Tor pê zanî ku deriyê mala Loke dadayî ye, palek wusa lê da ku derî hûr bû hate xwarê. Ket hundir û çû ba Loke, ew girt û hilda jor û jê pirsî ”çima?”
”Çi çima”di ruyê Loke de tenê bêgunehî xuya dikir.
”Porê Sîvê. Ew porê zêrîn a jina min. Çendî bedew bû ew por. Te çima jê kir?”
Sed rengên cuda li ser ruyê Loke guherîn ew dem: bêbextî, xayîntî, fenektî, zalimî û matmayînî. Tor, ew bilind kir û bi tundî hejand. Loke çavên xwe nişûv kirin û xwe bi baştirîn awayê şermîn danî û gotê ”hema kêyfî bû, ez serxweş bûm”.
Eniya Tor qirmiçî ”porê Sîvê, xemla wê ya herî bedew bû. Dê bibêjin ku porê wê ji ber cezayek hatiye kurkirin. Dê bibêjin ku tiştek nebaş kiriye, ku bi kesek re tiştek nebaş kiriye”.
”Erê rast e, xebera te ye, dê wusa bawer bikin, lê ji ber ku min porê wê ji kok de jê kiriye, dê heta hetayê jî ew bi wî serê keçel ve bijî”.
”Na, dê ew wusa nejî”Tor, ew rakiribû ser serê xwe, û ruyê Tor dima ewrên brûskê.
Loke ”mixabin dê wusa be. Lê herdem kum û kofî hene bide serê xwe”.
”Dê ew jiyana xwe wusa nejî. Lewra ger tu, ey Lokeyê kurê Laufeyê, a niha porê wê paşde neynî, nedî serê wê, ez ê hemû hestiyê laşê te bişkînim. Wan hestiyan hemû yekoyek bişkînim. Ha, ger porê wê carek din paşde neyê, ez ê dîsa li te vegerim û hemû hestiyên te dîsa bişkînim, û carek din jî. Û ger ez her rojek hestiyên te bişkînim û bi şikandina hestiyên te ez ê bêtir jîr bibim”bi wan fikran ve êdî coş dihatine Tor.
”Na”Loke bersivand. ”Ez nikarim carek din porê wê bidim serê wê. Hema wusa çênabe”.
”Îro dê seetek min bigire ku ez hemû hestiyên di laşê te de bişkînim. Lê ez iddia dikim ku piştî hinek temrînan ve ezê bikarim di yek çarîkek de hemûyan hûr hûr bikim. De ka em bibînin dê çawa be”. Tor dest bi şikandina hestiyên Loke kir û hestiya pêşî şikand jî.
”Boncî!”got Loke bi qareqara xwe ve.
”Lebê?”
”Boncî! Em dikarin hertiştê bikin. Dikarin porê zêrîn jî ji Sîvê re çêkin. Wusa çêkin ku ew porê serê wê ve bigire û paşî wek porê wê bixwe li ser serê wê şîn be, ew porê bedew yê zêrîn. Ew ê bikarin bikin. Ez soz û peyman didim ku dê bikariyana”.
”Ê de baş e, tu here bi wan re bipeyîve û ji wan re bêje”. Tor, Loke nizimkir û danî jêr.
Loke xwe li erde perpitand, perpitand heta rabû ser piyan û baz da çû, ku Tor hestiyên din jî neşkîne.
Pêlavên xwe yên firinde li xwe kir ji bo ku li ser hewayê bifire û biçe Svartalvhemê, cihê kargehên bonciyan. Li wir pê zanî ku kî ji wan jîrtirîn pîşekar sê boncî ne û ji wan re digotin kurên İvalde.
Loke çû ba hesinkarên binerd. ”Silav kurên Ivalde! Min ji herkesê pirsî ka gelo kî jîrtirîn pîşekar e, wan jî gotine min ku Brock û birayê wî Sindre ye. Ku ew herdu jêhatitîrin pîşekar in di nav hemû bonciyan de”.
”Naxêr. Em in. Heya niha jî em in jêhatîtirîn pîşekar di nav bonciyan de”, hersê bonciyan gotin.
”Ez bawer dikim ku Brock û Sindre dikarin tiştên giranbuha hingê we bedew çê bikin”.
”Derew e”kurê herî dirêj ê Ivalde got. ”Dê min tu carê nalê hespê xwe jî nedaya wan tilîsistên beredayî”.
Kurê Ivalde yê herî kin, lê herî zana tenê sermilkên xwe hejandin û gotin ”ew çi jî bikin, em dikarin ji wan çêtir jî bikin”.
”Min bihîstiye ku ew dixwazin bi we re bikevine hevrikîyê”Loke got. ”Sê tiştên giranbuha. Dê xwedayên asayan biryar bidin ka kê bedewtirîn tişta giranbuha çêkiriye. Haa erê ha, yek ji wan tiştên giranbuha jî por e. Porek zêrîn û bêqisûr û ku hema herdem dirêj dibe”.
”Em dişên çêkin”. Got yek ji kurên Ivaldeyê. Yek ji wan kuran bû ku Loke bixwe jî nezanî ka kî ji wan kuran bû.
Loke rabû çû ser çîyê û kargeha bonciyek bi navê Brock û hevkarê wî Sindre.
”Hersê kurên asa dê wek diyarî sê tiştên giranbuha ji xwedayên asayan re çê bikin”, got Loke .”Dê xweda wan diyariyan binirxînin. Kurên Ivalde ji min re gotin ku ew ne pêbawer in ku tu û birayê te Sindre bikarin wek wan baş pêk bînin. Ji we re digotin ‘tilîsistên beredayî’.
Brock ne yekî ehmeq bû û gotê: ”Loke tiştek xapînok di vê meselê de heye, tu bi xwe bawer î ku ev mesele ne karê te be? Şerxistina navbera min û kurên İvalde, wek ku karê te bi xwe be”.
Loke xwe wusa xêşîm danî çawa ku haya wî ji tiştek nebe û got ”min hay jê nîne”wusa xwe bêguneh danî û got ”min tene xwest ku haya we jê hebe”.
”Rast e ku çi feydeyê te ji vê meselê nîne? pirsî Brock.
Loke bersiv dayê ”Tu tişt”.
Brock serê xwe hejand û li çavên Loke nêrî. Birayê Brock Sindre bû pîşekarê jîr, lê Brock yê aqil bû û yê herî bibiryar bû. ”Ê de baş e, em dê banga kurên Ivalde ya hevrikiyê bipejirînin û azmûna destpêkhatiya herî baş nîşanê xwedayan jî bikin ku ew binirxînin. Ji ber ku şika ji Sindre nîne ku ji têjikên Ivalde çêtir jî û bedewtir jî dikare wê tişta giranbuha amade bike. Lê belê ka were em vê bi kare hinek bikin şexsî ka tu çi dibêjî Loke? Hii?”
”Tu çi dixwazî?”pirsî Loke.
”Serê te”got Brock û dom kir. ”Ger em di hevrikiyê de ser bikevin serê te bila bigihîje me. Serê te de gelek tişt digerin Loke û ez bawer dikim ku Sindre dê tiştek bêhempa jê çêbike. Dibe ku makîneyek hizirandinê, yan jî qloça hibirê.
”Kenê Loke neqediya bû, lê dilê wî lê sar bûbû. Ew roja ku her tiştê wî wusa xweş pêde çûbû. Lê diviya wusa bike ku Brock û Sindre ser nekevin: lê bi her awayê dê şeş tiştên giranbuha ji bonciyan bigihiştana xwedayan û Sîv jî bigihişta porê xwe yê zêrîn. Ew dê bikariya van pêkbianiya. Her çi jî be ew Loke bû, dê xweş pêk bianiya.
”Dê bila”, Loke got. ”Bila serê min ji te re be, ne xem e”.
Li aliyê din yê çiyayî, kurên Ivalde bi çêkirina tiştên xwe re mijûl bûn. Loke bi wan piştrast bû. Lê diviya wusa bike ku bi çi awayek Brock û Sindre ser nekevin.
Brock û Sindre ketine hundirê kargehê xwe. Hundir tarî bû, ji aliye pizotê sor a agirê ve ronî bûbû. Sindre çû çermê berazê ji reka jor de anî danî ser sindanê . ”Min vî çermê berêz ji bo rojek wuha spartibû”.
Brock serê xwe hejand.
”De baş e”got Sindre. ”Tu kare kûrikê bike Brock. Hema pumpe bike bes e. Ev firûn divê kel be, û hema herdem kel bimîne, ku kel nebe dê karê me pêk neyê. Pumpe bike, pumpe bike.”
Brock dest bi baweşîna kûrikê kir ku bayê bike nav dilê sindanê û hema sindanê tevde kel bike. Wî ji xwe ji berê de, gelek caran vî karî kiribû. Sindre çavên xwe li hemû tiştan digerandin ji bo ku her tişt li gor dilê wî bûya.
Sindre çû derve ji bo ku berhema xwe li derveyê kargehê bike, hema çawan derî vekir kêzikek reş firî û kete hundir. Ew kêzik ne mêş bû û ne jî moz bû, lê ji wan herduyan jî mezintir bû. Çawa kete hundir hema firî çû vî alî û wî alî.
Brock dengê çakûça Sindre li derveyê kargehê bihîst, dengê şingeşingan, dingedingan, tîqetîqan ketibû wan deran.
Ew kermêşê reş, mezintirîn mêş bû ku heta niha dîtibûn, hat xwe li ser pişta destê Brock danî.
Brock bi herdu destên xwe li kûrikê girtibû û dest ji karê xwe berneda ku yek li mêşê bide. Mêş îcar pişta destê Brock gezt û şewat pê xist.
Brock hê bayê kûrikê diweşand.
Derî vebû û Sindre kete hundir ku hêdika berhema xwe ji sindanê vekêşe. Berhema wî berazek mê û mezin, bi pirçên zêrîn ve biriqandî bû.
”Dest xweş”, got Sindre. Hema yek hindekî germtir an sartir bûya ew keda me dayê hemû dê vala biçûya.
”Destên te jî xweş bin”, got Brock.
Li arikên kargehê vizeviza kermêşê bû, dengê vizevizê bêtir û êdî bihêrs dihat.
Sindre qeftek zêr anî danî ser sindanê. ”Ev dê wan hejmetkarê xwe bike. Dema ez ban bikim tu dest pê bike, kûrikê pumpe bike, her çend ez bejim hêdî bike, yan jî lez neke, her çi dibe bila bibe raneweste. Ev kar, karek e ku hûrguli dixwaze.
”Baş e”, got Brock.
Sindre ji kargehê derket û dest bi karê xwe kir. Brock li benda Sindre ma ku bang lê bike, û hema çawan dengê wî bihîst dest bi pumpekirina xwe kir.
Mêşê reş di nav kargehê de firî, firî hat îcar xwe li ser pişta stuyê Brock de danî. Kêzikê xwe ji şivexuhdanê Brockê da alî. Lewra kargeh gelek germ bû û girtî bû. Mêşê xwe xweşkês kir û bi tundî pişta stuyê Brock gezt, lê dîsa jî bonciyê dest ji karê xwe berneda û bayê kûrikê diweşand.
Sindre vegeriya hundir. Hat û pizota bazbendek spî ji sindanê derxist. Bazbend anî xiste nav gola sar a di kevirê de ji bo ku hişk bike. Ewrek ji keleşoranê rabû dema bazbend kete nav ava sar de. Bazbend sar bû û hema rengê wê ber bi narincî, sor ve û paşî dema sar bû, ber bi zer ve çû.
”Navê vê Drauphner e”, got Sindre.
”Dilopker? çi navek ecêb e ji bo bazbendek”, got Brock.
”Ne ji bo wê”, got Sindre û paşî amaje kir ka çima ew bazbend wusa taybet e. ”Niha, difikirim ku tiştek çêkim dê demek gelek dirêj bigire. Berhema min a şaheser e. Lê çêkirina vê berhemê ji herduyên din dijwartir e. Tişta ku tu bikî divê tu hema… ”Hema bayê lê weşînim û nerawestim”, got Brock.
”Erê, erê! Hê ji berî bêtir û zûtir jî. Rîtma xwe qet neguherî, ew dem hertişt têk diçe, ”got Sindre û çû parçeyek mezin ji hesinê ku ji hemû parçeyên metalan mezintir bû û heta niha ku wî kermêşê (Loke) bi çavên xwe dîtibû, anî danî ser sindanê. Sindre ji kargehê derket û bang li Brock kir ku bayê kûrikê dîsa biweşîne.
Brock dest bi baweşînê kir, û dengê çakûça Sindre jî ji bo form bide hesin, lê diket, lehim dikir, pêve dikir.
Loke di kirasê kermêşê de pê zanî ku êdî cih ji fênekên din nemaye. Berhema Sindre ya şaheser dê dilê hemû xwedayan bidiziya, û ger xweda bi berhema wî kêfxweş bin dê Loke jî ji serê xwe bûya. Loke firî û hat xwe li ser pelîkê çavê Brock danî, û dest bi geztinê kir. Bonciyê bi çavê êşayî ve hê bayê kûrikê diweşand. Loke ji bêçareyî êdî kûrtir û hişktir digezt. Xwîn ji pelikê çavê Brock herikî ser dêmê wî, çavê wî tijî xwîn bû ku êdî pê tiştek nedidît.
Brock çavên xwe qurmiçandin û serê xwe hejand ji bo ku mêşê ji xwe dûr bike û serê xwe rast bada, çep bada, devê xwe xwahr kir û pifî mêşê kir ku ji xwe dûr bike. Pê nedibû dûr bike. Mêşê pê ve girtibû û jê nedibû, û bonciyê tenê xwîna xwe didît. Janek tûj dabû serê wî.
Brock dest bi jimartinê kir, û çawa nêzikê dawî bibe dest ji kûrikê berda û pamek bi lez û giran avête mêşê, wusa avêtê ku hindik mabû Loke li bin pama wî bipeliziya, lê zû firî û xwe jê filitand. Brock dîsa girte bi kûrikê û bayê weşande agirê.
Sindre bang lê kir ”Bes e!”
Mêşê reş li nav kargehê wek gêjan difiriya. Sindre derî vekir û hêla ku mêş derkeve der.
Sindre bi bêntengî li birayê xwe nêrî. Dêmê Brock di nav xwînê de wer bibû. ”Nizanim tu bi çi ra mijûl bûyî lê hindik mabû ku vê carê te hemû karê min têk bibira”, got Sindre. Germahî, hemû riyên dinyayê dibe dawîyê. Min çawan dixwest wusa nebû, lê ka em binerin ka dê çi lê bê.”
Loke qalkê xwe bixwe li xwe kir û xwe hejand kete hundir. ”Erê, ma we hertişt pêk aniye ji bo hevrikiyê?”
”Bila Brock biçe Asgårdê û diyariyên min radestî xwedayan bike û paşî serê te jê bike. Ez bixwe bi karê xwe yê di kargeha xwe de kêfxweş im.”
Brock bi çavên werimandî ve zîq li Loke nêrî û gotê ”ez ê bi kêfxweşî serê te jê bikim, ev mesele, bû meseleyek şexsî”.

II
Li Asgårdê sê xweda li ser textên xwe rûniştibûn: bapîrê kal ê yekçav Oden, xwedayê brûskê Torê rihsor, xwedayê çinîna havînê Frejê çeleng. Wan dê dadgeriyê bikirana.
Li pêşberê wan hersê kurên Ivalde ku hersê jî weke hev bûn, rawestiyabûn.
Brockê rihreş û bihêrs tenê bû û li rex wan rawestiyabû, tiştên ku bixwe re anî bû li bin çarşevek de veşartibû.
Oden pirsî ”Belê em ê li ser çi biryarê bidin niha?”
Loke bersîv dayê ”tiştên giranbuha. Kurên Ivalde ji te re Odenê mezin, ji Tor û ji Frej re anîne. Sindre û Brock jî her wusa. A niha divê hûn ji wan şeş tiştên herî bedew hilbijêrîn. Ez ê bixwe diyariyên kurên Ivalde nîşanê we bidim.”
Rimek bi navê Gungner radestî Oden kir. Rimek spehî bû, bi runan ve nexşandî bû.
Loke gote Oden ”Rimek wusa ye ku dikare hertiştek kun bike û dema te avêt dê herdem bigihîje hedefa xwe”. Ji xwe yek çavê Oden hebû, û nîşangeriya wî jî herdem ne baş bû. Loke gotina xwe dom kir ”û ya herî giring, sonda ku li ser rimê hatiye xwarin, tu carî nayê betal kirin”.
Oden rim girte destê xwe û tenê got ”rimek gelek rind e”.
Loke bi serbilindî dom kir ”û ev jî porê zêrîn e, bi zêrê xas ve hatiye çêkirin. Ev li serê mirovên ku pêdiviya porê li wan heye ve digire, û bi her awayî ve dibe wek porê xwediyê xwe. Sedhezar mûyên zêrîn”.
Tor gotê ”ez ê biceribînim, ka were vir Sîv”.
Sîv da xwe rabû û bi serê xwe yê pêçayî ve çû hemberê Tor rawestiya. Pûşiya serê xwe hilda. Bêhn li hemû xwedayan çikiya dema çavên wan bi serê Sîv yê rût ket. Serê bê por û sorik ve çû hêdika porê zêrîn a bonciyan danî ser serê xwe û porê ji serê xwe ve weşand. Xwedayan dîtin ka por çawan bi serê wê ve girt û dîtin ku Sîv ji berê jî biriqandî û ji berê jî bedewtir bûye.
Tor bi heyranî got ”dest xweş! Gelek bedew e”.
Sîv xwe hejand û bezî derve da porê xwe yê nû nîşanê hevalên xwe bide.
Diyariya dawî ya ji kurên Ivalde parçeyek qumaşê li hev pêçayî bû. Loke rahişt boxçikê û avêtê ber Frej.
Frej pirsî ”Ev çi ye gelo? Dimîne pûşiyek hewrimêşê”.
Brock serê xwe hejand û gotê: Rast e. Şaşîya min e, min bayê kûrikê diweşand. Lê beriya ku tu diyariya xwe red bikî, bihêle ez ji te re bêjim ka ev çakûç çima yekane ye. Navê vî çakûçî Mjölner e, brûskvedêr. Hunera çakûçê ya yekem ev neşkay e, çendî tu pê hişk jî lê bidî, tiştek lê nayê.
Tor hema bala xwe dayê. Bi salan bû ku wî gelek çekan têk biribû, piranî caran jî dema xwestibû ku bi çekên xwe li tiştekî bide, şikandibû.
”Dema tu çakûçê xwe bavêjî, tu cara hedefa xwe şaş neke”.
Bala Tor bêtir çû serê. Wî gelek çekên xwe yên baş wunda kiribû dema wan avêtibû, tiştên wî aciz kiribûn, û gelek çekên wî wusa dûr çûbûn ku êdî tu carê ew çek nexuyabûn.
”Her çend dûr jî bavêjî jî dê ew dîsa vegere bê, bikeve nav destê te”.
Tor îcar bi rastî girnijî. Xwedayê brûskê zûbizû nedikenî.
”Tu dikarî çakûçê guhirînî jî. Dikare mezin bibe, dikare vekêşe û wusa biçûk bibe ku tu dikarî di nav kirasê xwe de veşêrî jî.
Tor bi coş ket û çepikên wusa lê da ku dengê çepikên wî li hemû Asgårdê de veda.
Brock îcar bi xemgînî axavtina xwe dom kir. ”Lê dîsa jî destikê çakûçê birastî jî hinek kurt bûye çawa tu bi xwe jî dibînî. Ew jî ji şaşiya min bû. Bi min nebû ku ez bayê kûrikê biweşînim di wê dema birayê min Sindre hesinê wî dikuta.
Tor gotê ”ew destika kurt hinek ji bedewbûnê kêm dike, lê ev çakûçê han dê me ji dêwan biparêze. Ev çakûç bedewtirîn tişt e min heta niha dîtiye”.
Oden bi dilek xweş ”ev dê Asgårdê biparêze. Ev dê me hemûyan biparêze”.
Frej jî xwe avête axavtinê ”ger ez dêwek bûma ez ê gelek ji Tor bitirsiyama ger min ev çakûç di destê wî de bidîta”.
Loke jî êdî devê xwe vekir û bi tirs got, ”Erê rast e, çakûç, çakûçek bêhempa ye, lê ka bêje min Tor, por çawaya ye, porê Sîv ê bedew ê zêrîn çawa ye gelo?”
”Çi? Haa erê, erê. Porê jina min gelek bedew e. Ka were nîşanê min bide Brock, ka ez çawa çakûç biçûk bikim niha?”
Oden serê xwe hejand û got ”Çakûçê Tor ji rima min a spehî jî, û ji bazbendê min ê rind jî gelek bedewtir e.
Frej jî gotinên xweş li ser çakûçê kirin ”ev çakûç ji keştiya min jî û ji berazê min jî delaltir e. Dê xwedayên Asgårdê xweş biparêze”.
Xwedayan destên xwe li pişta Brock dan û ji wî û ji Sindre re gotin ku wan heta niha çêtirîn diyariyan çêkirine.
Brock dilşad bû û got ”Ev baş bû” û berê xwe da Loke û jê re gotê ”divê îcar serê te jê bikim û bi xwe re bibim mal Lokeyê kurê Laufey. Dê Sindre gelek pê şad bibe, em ê tiştek gelek kêrhatî jê çêbikin”.
Gewriya Loke zuwa bûbû, lê got ”ez ê bihayê serê xwe bidim we. Xezîneyên xwe bidim we”.
Brock bersiva wî dayê ”Na, Loke xezîneyên min û yên Sindre têra me hene. Em bixwe xezîneyan çêdikin. Ez serê te dixwazim.”
Loke hinek fikirî û gote Brock ”Bila be, bila serê min ji te ra be, lê ku tu bikarî min bigirî”. Loke da xwe û firî çû jor, ji serê wan bilindtir bû û yek bêhnê de ji wir firî wunda bû û çû, çû.
Brock li Tor nêrî û jê pirsî ”gelo tuyê bikarî wî peyda bikî?”
Tor sermilê xwe hejand û got ”ma ez ne mecbûr im, lê dilê min niha gelek dixwaze ku ez çakûçê xwe biceribînim”.
Piştî demek kurt Tor stuyê Loke di destan de vegeriya hat. Çavên Loke ji bêçareyîyê dibilbisî.
Brockê boncî kêra xwe derxist û gote Loke ”ka were Loke, ka were vir ku ez niha serê te jê bikim”.
”Ser serê min! Bêguman tu dişê serê min jê bikî. Lê belê – û niha ez lavayan li Odenê mezin dikim – ger tu piçek ji stuyê min jê bikî, tu dê hevpeymaniya me têk bibî, lewra te soz da min ku tu tenê serê min jê bikî, tene serê min”.
Oden serê xwe hejand û got ”Loke rast dibêje, mafê te nîne tu stuyê wî jê bikî”.
Kerba Brock rabû û got ”ma ez çawan serê wî jê kim ku stuyê wî jê nekim?”
Loke kêfxweş bûbû ”tu dizanî ger mirovan di serî de bifikiryana dê tu carî tevê Loke nebûyana, tevê Lokeyê ku herî jîr e, herî zana ye, herî kone ye, herî pêkhatî û herî çeleng e.
Brock çû ber guhê Oden û pêşniyazek jê re pistepist kir, Oden jî gotinê wî pejirand û got ”erê baş dibe”.
Brock çû kemberek çerm û kêrek anî. Kember anî li hev aland û xistê nav devê Loke. Paşî serê kêrê xistê û xwest ku kembêrê di devê Loke de kun bike.
Brock kir nekir pê nekarî û got ”Nabe! Kêra min nikare te bibire”.
Loke bi dilnizmî bersiva wî dayê ”bi zanîna min, dibe ku min xwe li dij birrînê parastibe. Ev jî tê vê wateyê ku fêlbaziya te ya ji bo serjêkirina min dê bi te nebe. Mixabin ku çi kêrek nikare min bibirre”.
Brock miremir kir, pitepit kir, çû şûjinek û bizmarek tûj kup ê di dîrûna çermande bikar tînin anî, bi şûjinê lê da çerm kun kir û li lêvê Loke da, li wir jî kunek vekir. Paşî bendek stûr anî û pê lêvên Loke dirû.
Brock ji wir derket çû û Loke jî bi lêvên dirûtî ve li dû xwe hişt kû êdî nekare çi gazindan jî bike.
Nepeyvîna Loke ji êşa canê wî, ji ber ku lêvên wî bi çermê ve hatibû dirûn, bêtir jan dida Lokê.
We niha zanî ka: xweda çawan bûne xwediyên alavên xwe yên herî giring. Şaşiya Loke bû. Hetta çakûçê Tor jî şaşiya Loke bû. Loke kesek wusa bû. Her çend jê re spasdar bin jî, herkes jê aciz bû, û her çend jê aciz bûn jî dîsa spasdar bûn jê re.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev