Fedakariya Jinekê

Fedakariya Jinekê

Memê Miksî

Di vê tabloyê da mehkûmekî extiyar ê destgirêdayî û jineke ciwan ku wî dimêjîne hatiye resimkirin. Cîmon (zelamê extiyar) ji aliyê iqtidar a wî wextî ve ca ku li ser hinek tiştan li xwe mikur bê, bi birçîbûnê tête cizakirin.

Peroya keça wî ya nû hemla xwe daniyî jî, her ro carekê bacê dide gardiyanên zîndanê ca ku babê wê ji birçiyan nemire, li ber pêsîra xwe dimêjîne.

Di navberê da gelek wext derbaz dibe; yê ev ciza dayî wî bi gardiyanan ve gelek şaş û metel dimînin ka çawa heta niha ev kes nemirîye û sedema saxmayîna wî çi ye?

Berpirsyar dirabin vê yekê ji gardiyanan pirs dikin, ew jî dibêjin “ezbenî, ev jinik çi dema dihat heta cihê mehrem bigehe me kontrol dikir, qet me nediye tişteka xwarinê derbazê hundir kirî”.

Li ser vê yekê ji jinikê ra dibêjin em ê bavê te azad bikin, lê belê tu yê ji me ra bibêjî di bin van şert û mercên giran da te çawa bavê xwe xweyî kir û nemir?

Jinik, hem ji tirsa kuştina bavê xwe û hem jî heyakirina “mêjandinê” bes van çar rêzikên li jêr ji wan ra dibêje:

Bavê min bavê min e

Ez keça bavê xwe me

Bavê min kurê min e

Ez diya bavê xwe me

Berpirsyarên li wir ji ber vê fedakarî û cesareta jinikê cok didin û bavê wê azad dikin

Têbinî: Her tişt ne wekî xwe xuya dike ye. Beriya her tiştî mirov divê bisebir be û heta mijar zelal nebe, kirina rexneyeke neyênî xetayeke mezin e.

Tablo: Peter Paul Rubens 1635

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev