“PKK rêxistineke biyanî ye û divê ji Îraqê derkeve”

“PKK rêxistineke biyanî ye û divê ji Îraqê derkeve”

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

Hikûmeta Îraqê piştî ku 9 ereb hatin kûştin, diyar kir ku  “PKK rêxistineke biyanî ye û divê ji Îraqê derkeve”.

PKK, piştî ku bi Dewleta Sûriyeyê re danûstandina xwe pêş xist û bi dezgehên dewletê, bi îstixbaretê re kar kir û ket xizmeta wan, ev car li derfet û pêwendiyên din yên dewleta geriya. Her çiqas pêwendiyên Baasê Îraqê û Sûriyeyê pirr xirab jî bûn, PKKê bi Rejîma  Baasê û bi dîktatoriya Seddam re jî danûstandin kir. Pêwendiyên xwe Rejîma Baasê Îraqê gelek pêş xist, ji bona Baas a Sûriyeyê ew pêwendiya wan nebû pirsgirêk.

 

PKK, piştî ku bi Rejîma Sedam ya Faşîst re danûstandin pêş xist, li hemberî “Herêma Azad ya Kurdistanê”, “Herêma Federe ya Kurdistanê”, Hikûmeta Kurdistanê û partiyên Kurdistanê (Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê) re şer kir,  bû sedem ku bi hezaran pêşmergeyên û ciwanên Kurdistanê bên kûştin û bên şêhîd kirin. Li Kurdistanê jî, herêmên Rejîma Baasê ya Îraqê lê desthilatdar bû jî, gelek gund ketin bin bandor û îşgala PKKê.

 

PKKê, piştî ku bi giranî di sala 1998an de ji Sûriyeyê jî derket, lê bi Rejıma Baasê ya Îraqê re pêwendiya wê domand. Ew pêwendiyên PKKê ya Dewleta Îraqê heta 2003an bi Rejîma Baasê re domand. Piştî ku Rejîma Baasê di 2003an de ji aliye EmerIka û hevalbendên wê ve hat ruxandin, li Îraqê pêvajoyeke nû dest pê kir, PKKê dîsa jî li Îraqê bû û bi giranî jî li Başurê Kurdistanê bû.

 

Dema di sala 2005an de encama referanduma MAKEZAGONê ku Dewleta Îraqê bû dewleteke federal, desthilatdarî û rejîmeke nû ya pirr partitî û nîv-demokrat dest pê kir, Kurd jî bûn xwediyê dewletê; dîsa PKKê li Îraqê bû.

 

Wek tê zanîn PKKê piştî salên 1984an jî bi Dewleta Îranê ya Îslamî ve jî pêwendiyên xwe xurt kiribû, Li ser navê İranê rol û misyona pêşiya Tevgera Neteweyı ya Rojhelata Kurdistanê bigre, partiyên Rojhelata Kurdistanê tasfiye bike, girt ser mile xwe.

 

PKK, piştî dewleta federal û Hikûmeta Federal ava bû jî, ji Îraqê derneket. Bi taybetî jî li Başurê Kurdistanê zêdetir bû xeter. Dewleta Îranê  re jî bû piştgir. Hebûna xwe li Kurdistanê domand.

 

Hikûmeta Federal ya Îraqê xeteriya PKKê û kiryarên wê yên xirakirina Herêma Federe ya Kurdistanê nedît û ji xirabiya wan re midaxele nekir. Dikarim bibêjim ku Hikûmeta Malîkî û gelek hêzên Îraqê jî, ji PKKê re bûn alîkar.

 

Dewleta Federal, dewleta kurdan û ereban û hemû kêmneteweyên din e. Loma jî divê di teserruıfên xwe de li hemberı her herêmekê û neteweyekî wek hev be. Hezar mixabin Hikûmeta Federal ev vatinî û berpirsiyariya xwe neanî cîh.

 

PKK, gundên kurdan îşgal kiriye, nahêle ku gundî çandiyê bikin, ji gundiyan xeraç û bacê bi zorê digre, zarokên kurdan direvîne û dikuje û dide kûştin, pêşmergeyan dikuje; Herêma Federe ya Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û partiyên Kurdistanê rewa qebûl nake; bi deh salan Şengal îşgal kiriye, bi İranê ve gelek vekirî ji bona hemû xirabiyan  tevdigere, hezar mixabin Hikûmeta Federal dengê xwe dernexist, xeteriya PKKê nedit.

 

Dewleta Tirk bi dehgan salan e ku ji bona ku PKKê li Îraqê û li Herêma Federe ya Kurdistanê ye, operasyonan dimeşîne; 30-40 kîlometreyê ketiya nav axa Kurdistanê û ji bona herêma ewlewî ava bike, qareqol avakirine, Hikûmeta Federal ya Îraqê bê deng e. Ji Hikûmeta Federe ya Kurdistanê re nabe alîkar, biyanîbûna PKKê nîne bîra xwe.

 

Bi taybetî jî di hilbijartina giştî ya Îraqê ya dawî de PKKê li Şengalê nehişt PDKê qempenyaya hilbijartinê bimeşîne û xwest ku bi PDKê re şer derxe, Hikûmeta Federal ya Îraqê ji vê re bêdeng ma.

 

PKK û Haşdî Şabî, wek rêxistineke terorîst, biyanî û dagirker beşdarî hilbijartina giştî bûn. Hikûmeta Federal ya Îraqê ji ev rewşa nehiqûqî re jî deng dernexist.

 

Piştî hilbijartinê, Dewleta Îranê ji bona encama hilbijartinê nehiqûqî îlan bike, bi deste PKKê û Haşdî Şabî dest bi êrışan kir. lê di êrîşên xwe de bi serneketin ku encama hilbijartinê biguherînin.

 

Ev car jî ji bona ku serokkomarek gor dile wan bê hilbijartin, Hikûmeteke girêdayî wan ava bibe, dest bi xirabiye kirin û xwestin tevlihevî çê bikin.

 

Ev xirabiya wan hîn didomîne.li hemberî wan Hikûmeta Federal  tiştekî jî nake,

 

Lê dema ku encama operasyona Dewleta Tirk 9 hemwelatiyên ereb hatin kûştin û 28 ereb hatin brîndar kirin, Dewleta Federe ya Îraqê xeteriya PKKê û biyanîbûna PKKê anî bîra xwe. Wê deme diyar kir ku operasyonên Dewleta Tirk encama hebûna PKKê li Îraqê û Kurdistanê ye. Dema ku PKKê ji Îraqê bê derxistin, wê deme Dewleta Tirk jî nikare destwerdana Îraqê û Kurdistanê bike.

 

Wezîrê berevaniya Îraqê ragehand, “PKK hêzeka biyanî ye û nabe li nav xaka Îraqê ve êrişî Tirkiyê bike lê ev nabe behane bo êrişên Tirkiyê li ser xaka Îraqê.”

 

Wezîrê berevaniya Îraqê, Cum’e Înad ji televîzyoneka Îraqî re behsa şerê Tirkiye û PKKê li Îraqê kiriye û gotiye, “Tirkiye cîranê Îraqê ye û di navbera her du welatan de pêwendiyên aborî, bazirganî û civakî hene, ji ber wê jî em naxwazin di navbera me û Tirkiyê de şer û alozî derkeve.”

 

Bi gotina wezîrê berevaniya Îraqê, “pirsgirêka serekî ya Tirkiyê, PKK ye û PKK jî hêzeka biyanî ye û ne Îraqî ye loma nayê qebûlkirin PKK li nav xaka Îraqê ve êrişî Tirkiyê bike. Lê dîsa jî nabe behane bo êrişên Tirkiyê.”

 

Wezîrê berevaniya Îraq daye xuyakirin, “divê PKK ji Îraqê derkeve û gotiye, em ne li dijî doz û xebata wan in û ti pêwendiya wê jî bi me ve nîne lê nabe PKK sînor û xaka me li dijî Tirkiyê û welatekî din bikar bîne. Piştî ku me PKK ji nav Îraqê derxist wê çaxê em dikarin pêşiya Tirkiyê jî bigirin.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev