KURD

KURD

Husên Duzen

Mîna girseyeke pirhejmar î bê maf kurd, xwe pênase dikin. Heta ji wan tê dixwazin ji pirhejmariya xwe hin mafan ji xwe re derxînin; li gor hizra wan î serdest ew neteweyek in ku ji gelek deh milyonan pêk tê.

Ka bê vê girseya bi milyonan ji bo li ser axa xwe bibe xwedî gotin ҫi kiriye, ne babeta piraniya kurdan e. Wan dema xwe ji bo serketina birayên xwe yî musulman, rêhevalên xwe yî komûnist an jî gelên cîranên xwe derbas kirine.

Kurd, di dîrokê de gelek caran bûne qurbaniyên ҫerxa felekê. Lê tu carî ev ҫerx bêyî wan nezîviriye; wan bi şêweyekî ҫalak ev ҫerxa li dijî xwe zîvirandine. Gelek dengên ji nav wan li dijî rewşa heyî derketine. Deminan serîhildanên wan jî rûdane, lê van pîkoliyan nikarîbûn bandoreke dorfireh li hizra kurdan î sedest bikirina.

Bêtir li başûrê Kurdisatên tevgera Melle Mistefa Barzanî xwedî li hizra kurdewarî derket û bi tekoşîneke bi dirêjahiya salan tovên hizir û bizaveke kurdewarî avêtin. Ji bextê kurdan î ҫê re kurê wî Mesûd dikarîbû tevgera kurdewarî bi siyaseteke zîrek li qada navnetewî bike xwedî gotin.

Ne bê sedem e ku niha, ne tenê dewletên cîran, lê beşekî kurdan î mezin êrîşî desthilatdariya Axa Azad dikin.

Min pê divî bi destnîşankrina ҫend rastiyên kurdan dît, bi qasî ez dibînim ne sedemên derveyî, lê yên naxweyî ne ku nahêlin hizra kurdewarî di nav wan de geş bibe.

Di rewşeke wisa de qet şaşwaz nemînin ku dijberên dewletbûna Kurdistanê dê bixwazin serokên wan bin ku bi hezaran keҫ û kurên kurdan di bin fermandariya wan de ne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev