ZELALIYEK LI SER GOTINA ”BEJNA XWE DITEWÎNIM” Û ”SERÊ XWE DITEWÎNIM”Ê

ZELALIYEK LI SER GOTINA ”BEJNA XWE DITEWÎNIM” Û ”SERÊ XWE DITEWÎNIM”Ê

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkoler

Di van salên dawîn de hin gotin û term ketine nêv kurdiya kurmancî ku têkiliya xwe bi çu rengî bi Çanda Kurdî ve nînin. Lê mixabin piraniya nivîskarên Kurd wan gotina bi kar tînin.

Ew gotin, ew term, ew naverokên wisa, di Çanda Kurdî de nînin. Kes jî li serê ranaweste û nasêwire ka çima û bi çi riyê ew ketine nava kurmancî!

Du roj berê dostê hêja û hevalê min ê Facebokê herweha nivîskarê romana ”Yar û Mirad-I”ê Şahin Weli (Welî Sebrî) bi telefonê got:

”Ez bejna xwe ditewînim” rast e, yan ”bejna xwe xwar dikim” rast e?”

Min gotê: Her du jî şaş in. Lewra ev gotin wek term di Çanda Kurdî de nînin.

Pêşî şaş bû ku çewa nînin û got: Her kes bi kar tîne!

Erê rast e, ez jî dizanim ku piraniya nivîskaran bi kar tînin.

Lê dema ez wan gotinên biyanî di nêv kurdiya kurmancî de dibînim, çewa ku nemir Ehmedê Xanî gotiye:

”Ez mame di hikmeta Xwedê da”

Çima ev ketin kurmanciyê da?

Kurmancî bi xelet kirin palax

Bê serûber dikin sosret û xax

Ji nijadê dûr kir, hey ax û wax!

Ta kengê ev tirkmancî dê bit max?

Gotina BEJNA XWE DITEWÎNE an SERÊ XWE DITEWÎNE / SERÊ XWE DIÇEMÎNE/SERÊ WÎ RANABE û gotina SERNIGÛN di kurmancî de hene, lê ne ji bo rêzgirtinê ne. Ew di van babetan de têne gotin:

YEK:

Dema bênamûsiyek çêdibe, xwediyê wê yekê pir şerm dike û dema derdikeve nava xelkê jî hertim serê wî berjêr e. Ji bo kesên wisa tê gotin: JI ŞERMA SERÊ WÎ DI NAVA XELKÊ DE RANABE.

Weha jî tê gotin:

JI ŞERMAN SERÊ WÎ DI NAVA GAVÊN WÎ DE YE.

DIDO:

Dema kesek tawanekî xirab dike û xelk pê dihise, ew kes pir şerm dike û di nava xelkê de serê wî ranabe, hertim serê wî berjêr e. Xelk ji wî kesî re weha dibêje: SERÊ WÎ KETIYE NAVA HÊLIK Û PILIKÊN WÎ Û RANABE.

SISÊ:

Kesê ku piştgûriyên (piştkur) wî nebin, an hebin û bi rûdanekê dimirin û ew bi tenê dimîne, bejna wî ditewe û wisa qalibê xwe digire, yanî piştxûz/piştqulûz dibe, xelk ji kesê wisa re dibêje: PIŞTÎ WÊ RÛDANÊ, TEWIYA Û PIŞTA WÎ RAST NABE.

ÇAR:

Kurd dibêjin: Meriv serê xwe tenê ji bo Xwedê ditewîne. Lê Tirk diçin ber peykerê Mistokemal û serê xwe jê re ditenînin.

PÊNC:

Di mesela baweriya rast û ya şaş de, kesê ku li şaşiya xwe rikdar dibe û piştre li xwe vardiqile ku ew şaş bû, serê wî di nava xelkê de ranabe, hertim serê wî berjêr e.

Melayê Bateyî di Mewlûda Kurmancî de ji bo kesên wisa SERNIGÛN gotiye.

Zagona Şermê di Toreya Kurdî de pir xurt e.

Mesela, kesê ku here ber gora Ehmedê Xanî û serê xwe bitewîne, diyar dibe ku ew kes ne li gor daxwazên Xanî tevgeriyaye û jê şerm dike.

Xwişk û birayên hêja!

Ciwanên dilovan!

Piştî ku SERTEWANDIN û BEJNXWARKIRIN di Çanda Kurdî de ji bo wan tiştên kirêt ku li jorê hatin gotin çêdibin, çewa çêdibe ku di van 20-30 salên dawîn de ji bo rêzmendiyê têne bikaranîn?

Di Çanda Kurdî de SERTEWANDIN û BEJNXWARKIRIN, ne ji bo rêzmendiyê ye.

Ji bo rêzmendiyê, di Çanda Kurdî de KEMERBEST heye ku meriv herdu destên xwe datîne ser hev û li ser zikê xwe digire.

Bêguman peyvên rêzmendiyê çewa ku di gelek zimanan de hene, herweha di kurdî de jî hene û gelek in jî.

Hêvîdar im ku zanayên Kurd, tiştên ku ne ji Çanda Kurdî ne bi kar neynin û şaşiyên xwe herwekî rast in nekin malê Çanda Kurdî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev