Pirsa we û bersiva me – 228

Pirsa we û bersiva me – 228

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 33

1.

Axaftina du efserên ku gihîştine cihê bûyerê û bi navenda leşkerîyê re dipeyivîn: 

– Em gihîştin cihê bûyerê, ezbenî. 

Rewş çi ye? 

-Jinekê mêrê xwe yê ku bi pêlava xwe li ser korîdora ku nu paqij kiribû re meşî kuşt. 

-We jinik girt? 

-Na, ezbenî, hêj zemîna korîdorê ziwa nebûye.

 

2.

Ferhano ji Qamîşlo çûbû serdana birayê xwe yê li Stenbolê. Dema vegera malê, jina wî jê pirsî: 

– Ferhan: Stenbol çawa bû? 

– De here lê, go dibe Stenbol. Dinya bi ser hev ve kirine û navê wê kirine Stenbol.  

 

3.

Misto seyîsê hespan e. Roja înê, ew diçe mizgeftê. Wusa dixuye ku kes li wir nîne. Gava melayê ku ji bo xutbê xwe amade dikir dît ku cemaat tune, ji Misto pirsî: 

Ji bilî te kes nîne. Tu çi dibêjî; Ez waezê bidim an na? 

Misto, ez seyîs im, ez ji van tiştan fam nakim. Bîst hespên min hene. Heger ku ew gişt birevin û yek tenê bimîne, ez wê paşguh nakim, ez ê dîsa lê binêrim … 

Li ser viya, mela dirêj dirêj waezan dide. Piştî nimêjê, mela ji Misto dipirse:  

-We ji xutba min hez kir? 

Misto dibêje: 

-Ez seyîsê hespa me, ez ji xutbê fam nakim. Lê belê, ez av û alifê bîst hespan nadim hespekî û wî pê aciz nakim.

 

4.

Firoşyar: 

– Dayîka te li malê ye? 

Çeto: Nexêr, ew çûye bazarê. 

– Ewê kengî vegerê malê? 

Çeto baz da midbexê û bi dengek bilind ji dayîka xwe pirsî: 

– Yadêêê! ez niha çi bêjim? 

 

5.

Wextekî şevê Şemo ji xwe re derdikeve der û digere. Hew dibîne ku kesek li binê stûneke elektrîkê li tiştekî digere. Diçe nêzîkê wî dibe û dipirsê. 

– Tu çi dike? 

– Ez li mifteyên xwe digerim. 

– Te mifteyên xwe li vir winda kirine? 

– Nexêr, li binê wê dara han. 

– Ê çima tu li vir digere? Here li binê wê darê bigere. 

– Ne evder ronîtir e. Binê dara ku min lê winda kirî tarîye. Ezê çawa li devera tarî û reşê de miftê xwe bibînim!… 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev