”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 67

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 67

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Em destpê dikin we bi jînenîgarîya kurdzanên me yên bi nav û deng û berhemên wan yên sereke ra dikine nas. Îro kurdzanê mezin Vladîmîr Fedorovîç Mînorskî (1877-1966) nas bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Vladîmîr Fedorovîç Mînorskî (1877–1966)

Dîplomatê Rûsîyayê û zanyar-orientalistê di cihanê da binavûdeng, xudanê çend berhemên derheqa êtnografîya û arkêologîya Kurdistanê da

Vladîmîr Fedorovîç Mînorskî sala 1877an li bajarê Korçevê, li herêma Tverê di malbeteke cihûyan a sade da ji diya xwe bûye. Di salên 1896-1900î li fakulteya hiqûqê ya Zanîngeha Moskvayê xwendîye. Ew bû xaçparêzê orthodox û sala 1900î kete Înstîtûya Lazarev a zimanên Rohilatê. Piştî temamkirina Înstîtûyê di sala 1903an da ber V. F. Mînorskî riya xebata lêkolînerîyê vebû, lê di eynî wextê da wî dixwest li Wezîreta Karên Der ya Rûsîyayê kar bike. Pêşî ew wergervanê konsûlxaneya sereke ya Rûsîyayê li Tewrêzê û mîsyona dîplomatîyê ya Rûsîyayê li Tehranê bû, sala 1913an bû sêkretarê duduyan yê baylozxaneya Rûsîyayê li Stembolê (Konstantînopolê), di salên 1916-1917an da sêkretarê pêşin yê baylozxaneya Rûsîyayê bû li Tehranê.

Karê zanyarîyê yê V. F. Mînorskî hela di salên xwendkarîyê da destpê bû, lê heta sala 1917an piranî nivîsên wisa dinivîsî, ku cîyê karê wî jê dixwest seredana warên cuda cuda bike û fikira xwe a zanyarî ser wan seredanan binivîse. Mesele, V. F. Mînorskî posta xwe ya dîplomatîyê li Îranê di salên 1904-1908an da bi kar anî bona pêkanîna seredanên li Kurdistanê û parêzgehên bakur-rojava Îranê bona li ser van herêmên lêkolînên erdnîgarî, êtnografî û çandî bike. Di dema karê xwe yê wek çavdêrê Komîsyona alîyê çareserkirina pirsgirêkên sînorê Îranê-Tirkîyê di salên 1913-1915an da V. F. Mînorskî çend lêkolîn nivîsîn derheqa zarav, êtnografî û arkêologîya bakur-rojava Îranê û Kurdistanê da. Di encama lêkolînkirinên êtnografîyê ser eşîretên kurdan da ev berhemên navdar hatine çapkirin: “Kurd. Not û fikir”, “Eşîretên Îrana Bakur” û yên din.

Di meha çirîya paşin sala 1919an V. F. Mînorskî cîguhastî Fransayê bû û di nava salên paşdemê da karê mamostatîyê kir: bû mamostayê Dibistana Miletîyê ya zimanên rohalitê yên zindî li Parîsê, li Dibistana lêkolînên Orientalistî (Rohilatzanîyê) li Zanîngeha Londonê, li Zanîngeha Kêmbrîcê (Cambridge), li Zanîngeha Fuadê (Misir).

Di salên 1930-1950 V. F. Mînorskî bi weşanxaneya ”Ênsiklopêdîya îslamê”, ”Ênsîklopêdîya Brîtanîyayê”, ”Ênsîklopêdîya Çembersê” ra hevkarî kir, di wan da weke sed gotar weşand, ku derheqa dîrok, êtnografî û edebîyeta Îranê û welatên cînar da bûn.

  1. F. Mînorskî layîqî gelek navên şerefê bûye: endam-miqaledarê (akademîkê) Akademîya Zanyarî ya Brîtanîyayê (1943); endamê şerefê yê Hevalbendîya Asîyayê li Parîsê (1946); doktorê şerefê yê Zanîngeha Bryûsêlê (1948) û yên din. Sala 1962an bi medalyaya zêrîn ya Qiralîyeta hevalbendîya Asîyayê ya Brîtanîyayê û Îrlandîyayê hatîye xelatkirin.
  2. F. Mînorskî sala 1966an li Kêmbrîcê wefat bû. Bi daxweza wî cinazeyê wî anîne Moskvayê û li Goristana Novodevîçê defin kirin.

 

Berhemên sereke yên V. F. Mînorskî

Минорский В. Ф. Материалы для изучения персидской секты «Люди истины», или Али-илахи. Beş. 1. М., 1911.

Минорский В. Ф. Курды. Заметки и впечатления. Петроград, 1915.

Минорский В. Ф. История Ширвана и Дербенда. М., 1963.

Minorsky, V. Notes sur la secte des Ahl-é-Haqq // Revue du Monde Musulman. Vol. 40, 1920. P. 20–97.

Minorsky, V. Etudes sur les Ahl-i Haqq // Revue de L’Histoire des Religions. Vol. 97. № 1. Janvier 1928. P. 90–105.

Minorsky, V. Ahl-i Hakk // Encyclopaedia of Islam. New Edition. Vol. 1. Leiden: E. J. Brill, 1954. P. 260–263.

Minorsky, V. Studies in Caucasian history. Cambridge University Press, 1957.

 

Lîtêratûra hatîye bikaranîn

Абаев В. И. Памяти В. Ф. Минорского // Известия Академии наук СССР. Серия лит. и яз. 1967. Cild. 26. Çap. 4. Rûpel. 398–399.

Базиянц А. П. На страницах словаря (В. Ф. Минорский) // Над архивом Лазаревых: Очерки / отв. ред. акад. Б. Б. Пиотровский. М., 1982. Rûpel. 156–159.

Кузнецова Н. А. Владимир Федорович Минорский (Памяти ученого) // Народы Азии и Африки. 1966. № 6. Rûpel. 150–153.

Лавриненко Н. А. Профессор Владимир Федорович Минорский и его переписка с советскими востоковедами // Иран: История и культура в Средние века и в Новое время. М., 1980. Rûpel. 143–167.

Bibliography of the Publications of Professor V. Minorsky // Bulletin of the School of Oriental and African Studies. 1952. V. 14. Pt. 3. P. 669–681.

Bosworth C. E. Minorsky, Vladimir Fyodorovich (1877–1966) // Oxford Dictionary of National Bibliography. Oxford, 2004.

Eren, H. Türklük Bilimi Sözlügü. I: Yabanci Türkologlar. Ankara, 1998. S. 226–227.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev