”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 68

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 68

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Em destpê dikin we bi jînenîgarîya kurdzanên me yên bi nav û deng û berhemên wan yên sereke ra dikine nas. Îro kurdzanê mezin Îosîf Abgarovîç Orbelî (1887-1961) nas bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Îosîf Abgarovîç Orbelî (1887–1961)

Rohilatzanê bi nav û deng, serwêrê efsaneyî yê Êrmîtaja Dewletê, bingehdarê Beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî ya YKSS, akademîsyen.

 

Îosîf Abgarovîç Orbelî li Kûtaîsîyê (li Gurcistanê) di maleke ermenîyan, ya xwedî tradîsyonên çandî ya kevinare da, ji diya xwe bûye. Sala 1904an kete beşa klasîk ya fakulteya dîrokê-felsefeyê ya Zanîngeha Peterburgê, lê sala 1907an di eynî wextê da di beşa ermenî-gurcî-farisî ya fakulteya zimanên rohilatê da xwendina xwe dewlemendtir kir.

Piştî xilazkirina Zanîngehê di sala 1911an da Î. A. Orbelî bo karê zanyarî şandine Ermenîstana Tirkîyê. Li wire w salekê ma, fêrî zaravên ermenî û kurdî bû û lêkolînên arkêologîyê kir. Sala 1914an li fakulteya zimanên rohilatê dest bi karê mamostatîyê kir, sala 1917an hate kivşkirin wek sêkrêterê zanyarî ya Kolêgîya derheqa pirsên mûzêyan ya Komîsarîata Gelî ya Perwerdehîyê.

Sala 1920î Î. A. Orbelî destbi karê xwe yê 30 salan dike li Êrmîtaja Dewletê da. Pêşî ew tê hilbijartin wek xebatkarê zanyarî, dû ra dibe serwêrê Beşa Kavkazê, Îranê, Asîya Navîn û welatên Rohilata musulmanîyê. Sala 1925an bi însîyatîfa wî li Êrmîtajê pêşengeha heykelên hunermendîyê yên Kavkazê, Îranê û Asîya Navîn ya bi navê “Rohilata musulmanîyê” tê vekirin. Sala 1926an ew dibe serwêrê Beşa Rohilatê li Êrmîtaja Dewletê, lê li sala 1933an – serokê Êrmîtajê. Sala 1935an Î. A. Orbelî tê hilbijartin wek endamê eynsî (akadêmîsyen) yê Akademîya Zanyarî.

Karê welatparêzîyê yê Î. A. Orbelî di salên Şerê Wetenîyêyî Mezin da rûpelekî cuda ye di dîroka hesarkirin-dorpêçkirina Lênîmngradê û di dîroka rohilatzanîya welêt da. Parastina cewahirên Êrmîtajê di nava demeke kurt da hate organîzekirin. 1ê tîrmehê sala 1941ê koleksyonên pir bi qîmet û çend xebatkar ji Lênîngradê derxistin. Î. A. Orbelî bi xwe li Lênîngradê ma.

Li zêrzemîna Qesitra Zivistanê qeleçeyên xweparastina ji bombebaranan hatine çêkirin, ku heta du hezar meriv dikaribûn xwe tê da biparastana. Êrmîtaj bû navbenda parastina qîmetîyên hemû mûzêyên Lênîngradê û der û dorê wê. Bona parastina berevokên Akademîya Zanyarî Î. A. Orbelî sala 1944an bi ordena Lênîn va hate xelatkirinê, lê sala 1945an du ordenên Alaya Xebatê a Sor û medalyayên ”Bo parastina Lênîngradê” û ”Bo parastina Kavkazê” sitend. Sala 1946an ew wek şahid li pêvajoya Nyurnbergê xeberda.

Piştî salên şêr karmendîya Î. A. Orbelî berî her tiştî bi wê yekê va girêdayî bû, ku careke din Êrmîtajê ava bike, lê sala 1951ê ew ji nişkêva ji kar hate avêtin. Ji sala 1953an Î. A. Orbelî li Înstîtûya Zimanzanîyê kar kir, karê lêkolînerîyê li ser zimanên ermenî û kurdî, amadekirina ferhengên kurdî berdewam kir. Sala 1956an bû serokê Beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê (niha Înstîtûya destnivîsarên Rohilatê ya Akademîya Zanyarî ya Rûsîyayê).

Bi însîyatîfa Î. A. Orbelî sala 1958an careke din Kabîneta Kavkazê ya Beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Zanyarî ya YKSS hate vekirinê. Sala 1959an bi hereketê Î. A. Orbelî cara pêşin di nava ulmê hemcihanê da kolêktîveke zanyarî ya serbixwe – Koma kurdî – hate sazkirin, ku bi karê bi komplêksî lêkolînkirina gelê kurdan va mijûl dibû.

 

Berhemên sereke yên Î. A. Orbelî

Орбели И. А. Каталог Анийского музея древностей. Вып. 1. Описание предметов первого отделения (с 26 рисунками в тексте и 1 таблицею). СПб., 1910.

Орбели И. А. Краткий путеводитель по городищу Ани (с планом). СПб., 1910.

Орбели И. А. Временная выставка сасанидских древностей. Петроград, 1922.

Орбели И. А. Басни средневековой Армении. М.; Л., 1956.

Орбели И. А. Армянский героический эпос. Ереван, 1956.

Орбели И. А. Избранные труды. В 2 т. Т. 1. Из истории культуры и искусства Армении X–XIII вв. М., 1968.

Орбели И. А. Избранные труды. В 2 т. Т. 2. Курдско-русский словарь / подг. текста Ж. С. Мусаэлян и И. И. Цукермана. Ереван, 2002.

 

Lîtêratûra hatîye bikaranîn

Пиотровский Б. Б. Академик Иосиф Абгарович Орбели (Биографический очерк) // Исследования по истории культуры народов Востока. Сборник в честь академика И. А. Орбели. М.; Л., 1960. Rûpel. 5–12.

Юзбашян К. Н. Академик Иосиф Абгарович Орбели (1887–1961). М., 1964.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *