Berhemên kurdzanên me – 282

Berhemên kurdzanên me – 282

Me di 281 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka şairê rûsan yê herî binavûdeng Aleksandr Pûşkîn ”Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da”, beşa wê a sisîyan raberî we bikin.

Ev berhema giranbuha, ku berî 200 salan bi rûsî û gelek zimanan çap bûye, bi kurdî çap nebûye. Em wê kêmanîyê bi riya malpera xwe, bi wergera berpirsyarê xwe – Têmûrê Xelîl dadigrin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da – 8

 

A. Pûşkîn

 

Serê Sisîyan

 

Derbazbûna ji Saxan-lûyê. Pevçûn. Jîyana kampê. Yezîdî. Şerê bi sereskerê Erzurumê ra. Malika teqandî.

Ez di wextê da hatim. Hema wê rojê (13ê hezîranê) leşker emir sitend pêşda here. Gava min bal Raêvskî nan dixwar, min guhê xwe da gênêralên genc, ku behsa hilbijartina riya, ku wê tê ra biçûna, dikirin. Gênêral Bûrsov xwe li riya Erzurumê girtibû, ser milê çepê ra diçû, ku tam pêşberî kampa tirkan bû. Lê gorîqanûnê ew gerekê wek hemû leşkeran ser milê rastê ra biçûna, ku rastî neyaran nehatana.

Nêzîkî seheta pêncan leşkeran êrîş kir. Ez bi ordîya Nîjêgorodskê ra diçûm û min bi Raêvskî ra qise dikir, ku çend sal bû em rastî hev nehatibûn. Şev di ser me da hat; em li bestê man, ku ji bo leşkerên me warên lêhiwirînê hatibûn çêkirin. Ji bo min hurmeteke mezin bû, ku li vira hevalan ez bi mîrlaw Paskêvîç ra dame naskirin. Dermala mîrlaw ronahî kirîbû û barêgeha wî li dorê bû. Ew eşq bû û bi dilbaristanî ez qebûl kirim. Ez haj ji qeyde û qanûnên leşkerîyê tunebûm û şika min jî tunebû, ku qedera rêwîtîya min di van deqeyan da dihate biryardan. Li vira min Volxovskîyê me dît, ku di nav tozê û xubarê da winda bûbû, rîyê xwe berdabû, bi xeman va dagirtî bû. Lê ewî wext dît bi min ra wek dostê berê bipeyîve. Li vira min Mîxaîl Pûşçîn jî dît, ku sala par birîndar bûbû. Ew wek hevalekî bê qusûr û leşkerekî mêrxas ji alîyê hemûyan da dihate hizkirinê. Gelek dostên min yên berê dor li min girtin. Ewana çiqasî hatibûne guhastin! Wext çiqas zû derbaz dibe!

 

Heu! fugaces, Posthume, Posthume,
Labuntur anni… {10}.

 

Ez bal Raêvskî mam û min şevbuhêrîya xwe li konê wî kir. Ez nîvê şevê ji qêrîneke bi hewar û gazî hişyar bûm: ez fikirîm, ku dibe dostê min êrîşî li yekî kir. Raêvskî hinek kes şandin bona bizanibe ka sebebê wê hewarê çi ye: çend hespên teteran kapên xwe qetandibûn, li kampê dibezîyan, û musulman (me ji wan teteran ra digot, ku bal me leşkerîya xwe dikirin) ew bend dikirin. Berbangê leşkerên me pêşda çûn. Me ranêzîkayî li çiyayên bi daristanan kir. Em ketine gelîkî kûr. Leşkeran di nav hev da digot: “Haya we ji we hebe, ber xwe bidin: naroncokên me têra me dikin”. Di rastîyê da ew war bona xweparastinê bêhempa bû; lê tirkan, ku ji êrîşa gênêral Bûrsov xwe dabûne alîyekî din, serdestîyên xwe bi kar ne anîn. Em ji gelîya bi xeter bi awayekî serketî derbaz bûn û gihîştine girên Saxan-lûyê, ku deh vêrstan dûrî kampa neyaran bû.

Hewa li dor me ewrayî bû. Bayekî sar dihat, çiya bi berfê va hatibûn nixamtin.

 

…nec Armeniis in oris,
Amice Valgi, stat glacies iners
Menses per omnes… {11}

 

Me teze pê ra gîhandibû hinekî serhêsa bin û nan bixun, ji nişkêva dengê gulleyan û bêrdangan hat. Raêvskî hinek kes şandin, bizanibe ka çi qewimî. Ji wî ra gotin, ku tirkan berê tivingên xwe dane me, gulle berî me didin. Ez bi Sêmîçêv ra çûm bala xwe bidime vê bûyera ji bo min teze. Em rastî kazakekî birîndar hatin: ew rûniştibû, di cî da dişewişî, reng lê çûbû û di xwînê da mewicî bû. Du kazakên din hatibûne hewara wî. “Tirk pir in?” – Sêmîçêv pirsî. “Ez benî, weke koma berazan pir in”,- yekî ji wana bersîv da. Dema em ji gêlî derbaz bûn, ji nişkêva me dît, ku li ser girên çiyayê pêşber weke 200 kazak hene, ku li rêzê sekinîne, û ji wan hevraztir jî weke 500 tirk hene. Kazak bi lez paşda vekişîyan; tirkan bi hovîtîyeke zêde êrîş kirin, ji dûraya 20 mêtran nîşan digirtin, gulle dikirin û paşda vedikişîyan. Çek-rihalên wan û wergirtina hespên wan yên ciwan tam eksî rihalên kazakan yên rengşîn û bêrewş bûn. Ji me 15 kes îdî birîndar bûbûn. Serhing Basov şand dû leşkerên din, ku bêne alîkarîyê. Wî çaxî ew bi xwe di ling da birîndar bûbû. Kazak hew mabû ji hev bela bûna, lê Basov careke din li hespê xwe siyar bû û ji koma xwe bi dûr ne ket. Leşker hatine hewara wan. Tirk dema çav li wî ketin, destxweda fizirandin, çûn û li dû xwe termê kazakekî yê tazî, bê serî û perçe-perçekirî hîştin. Tirk serên birrî dişînine Konstantînopolê, lê destên kuştîyan dibirrin, di nav xwînê da war dikin û li ser alên xwe dixin. Dengê gulleyan hate birînê. Pêşîkêşên leşkeran rabûne serê çiyê û ji wê bilindayê bala xwe didan dijminên xwe, li dû wan digerîyan. Wê demê koma gênêralan û zabitan ber çavên wan ket: mîrlaw Paskêvîç hat û berê xwe da wî çiyayî, ku tirkan xwe li wir veşartibûn. Li wir 4 000 siyarî hebûn, ku xwe li gelî û gebozan telandibûn. Ji bilindaya çiyê kampa tirkan bi me va xuya bû, ku bi gelîyan û gebozan va ji me hatibû başqekirin. Em dereng vegerîyan. Gava ez li rex kampa me ra derbaz dibûm, min birîndarên me dît, ku ji wana weke 5 kes hema wê şevê û berbanga rojtira din mirin. Êvarê min seredana Ostên-Sakênê genc kir, ku hema wê rojê di şerekî din da birîndar bûbû.

Jîyana kampê li min gelekî xweş hat. Topê em bilind kirine serê jorîn. Xewa li çadirê pir rehet û saxlem e. Dema xwerinê me kibabên Asîyayê bi avcehê û şampaynê xwar, ku ji berê da di nav berfa sîs da sar kiribûn. Koma me rengereng bû. Begên alayên musulmanan jî berevî çadira gênêral Raêvskî bûbûn; û sohbeta me bi destî wergêr dibuhurî. Di nav leşkerên me da him nûnerên gelên herêmên me yên Pişkavkazê, him jî nûnerên wan axan hebûn, ku berî çendekê hatibûn zevtkirin. Di nav wan da min bi balkêşî li êzdîyan dinihêrî, ku li Rohilatê wan wek şeytanparêz nas dikin. Weke 300 malbetan li deşta Araratê dimînin. Wana desthilatdarîya padîşahê rûsan nas kir û qebûl kir. Serekê wan, ku mêrekî bejinbilind û eblû bû û kurkekî sor li xwe kiribû û papaxekî reş dabû serê xwe, carna bi hurmetgirtin dihate bal gênêral Raêvskî, ku serekê siyarîyan bû. Min hewil da ji wî êzdîyî derheqa rastîya dînê wan da pê bihesim. Ewî bersîva pirsên min dida, digot, ku ew kesên ku dibêjin xudêgiravî êzdî bawerîya xwe bi şeytan tînin, çîrok in, gotinên vala ne; ku ewana bawerîya xwe bi yekxwedêtîyê tînin; ku gorî qanûna wan, nabe ku neletê li şeytan bînin, ji ber ku ew niha bextreş e, lê dikare bi demê ra bê efûkirin, ji ber ku meriv nikare sînoran dayne nava dilrehmîya Xwedê da. Ev şirovekirin bi dilê min bû, ez jê memnûn bûm. Kêfa min hat, ku êzdî bawerîya xwe bi şeytan naynin; û şaşîtîyên wan bi min wisa dihatine xanê, ku yên efûkirinê ne.

Merivê min sê rojan pey hatina min ra hate kampê. Ew bi dostekî xwe ra hatibû û tevî ordîya NB bû: di dema tevaya rêwîtîya me da tu erebeyek ji koma me ya mezin ji alîyê neyaran da nehate zevtkirin. Ereba wisa bi qeyde û qanûn bi dû leşkeran ra diçûn, ku hewasa merivan pê dihat.

17ê hezîranê berbangê me dîsa dengê gulleyan bihîst û pey du sehetan ra me alaya Qerebaxê dît, ku bi alên tirkan va dorgirtî vedigerîyan: serhing Frîdêrîks çav li neyarekî xwe ket, ku xwe li piş çingilên keviran da veşartibû, zor lê kir û ew ji wan deran raqetand; Osman-paşa, ku serokê siyarîyan bû, bi dijwarîyekê xwe xilaz kir.

 

Foto ya Rohan Amedyan

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev