Ji nimûneyên zargotina me – 282

Ji nimûneyên zargotina me – 282

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. HEYLÊ YEMAN

 

Heylê yeman, sed caranî li min yeman,

Te me kirekî qûmekî devî çeman,

Hêşîn dike hemû deran,

Te minê anî gerandibû

Bajarê di Rewanê,

Axirsona paşin teyê minê êxistî –

Li ser koka wan qeleman.

 

Axçî, hîve, sed caranî li min hîve,

Keçê teresî, teresî babê,

Minê memikê te dîne,

Serê wan sorîne,

Binê wan sipîne,

Devê te dibî şekirê di şîrine,

Sîngê te dibî çayê di ecemîne,

Çevê te dibîne çevê ordekê ser berîne,

Lê tu rabe,

Ramûsanekê min keremke,

Gunhê min pir geleke,

Stukura xwe derîne.

 

  1. LAWIKÊ ERMENÎ

 

Lawikê ermenî!

Tu melewanî,

Behra Wanê kûre,

Tu qeyde nizanî,

Wey xasû kor bû,

Wey fener li pencerê hilanî.

 

Lawikê ermenî!

Tu melewanî,

Behra Wanê kûre,

Tu qeyde nizanî.

 

  1. HEYRANO

 

Heyrano, bese, lew temane,

Îsal heft sale –

Hîvîya te mane.

 

Heyrano, tê biçim, yek bigirim,

Te ber bikim xulame.

 

Heyrano, dem-demêd law xudêno,

Bistik derketin, pêrwik li pêne.

Heyrano, tu ramûsanekê bide min,

Em jî evdê xudêne.

 

Heyrano, were ez û tu biçine waran,

Hêstir ceşîne,

Nagire tu baran,

Emê kulikek çêkin ji gul û rihanan,

Eger kêm bû,

Emê ker kin ji gund û cîranan.

 

Heyrano, karvanê mala bavê min bi devene,

Barê wan mewîjin, serê barê wan xurmene,

Heker tu qelûn vexarî, ez pîşekarê teme.

 

Heyrano, pezê mala babê min boşin,

Nêrîyê wan hîtin,

Bizinê wan bi hoşin.

 

Heyrano, sed xwezka wî demê

Ez bibim şivan,

Tu bêy, em pez bidoşin.

Heyrano, bahare hemî deran,

Darê kenod bişkivî pêşîya hemî daran,

Heyrano, nizanim –

 

Çûnî biheştê xweşe –

Yan deşt û seyran,

Morof biçine gelî yaran.

 

Heyran, hîne, sed car hîne,

Kewêd seran firîne,

Heker lawik tunebû,

Rîspî nalecîne.

 

Heyrano, tu çend minra xirab bî,

Tu ser çoka min rûdinî,

Qet fêhim nakî rabî,

Tê diçim dê û bavê xwera bêjim,

Heyran dilxirabe, ji min venabî.

 

Heyrano, çeme, sed car çeme,

Kîsikê lawikê min çîtê eceme,

Heker tu qelûn vexarî,

Ez pîşekarê teme.

 

Heyrano, ber benî,

Li ber bendan

Alîyekî solkerin,

Yek nalbendin,

Heyrano, tu hersê şihadê xwe bîne,

Emê gelekî xeberdin.

 

Şihadê me hene melleyek,

Du feqe,

Heyla sere şaşe,

Binda gerdene.

 

Heyla jarê,

Ay li min jarê,

Heyla keçikê,

Nazdarê,

Heyla di bila xêr bê ser barê xeman,

Keleş heyranê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev