Pirsa we û bersiva me – 229

Pirsa we û bersiva me – 229

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 34

1.

Delala min, ma tu nafikirî ku em dawîya hefteyê wextekî xweş û romantîk derbas bikin? 

-Ooox belê! 

-Gelek baş e, wê çaxê em dê roja duşemê hevdû bibînin! 

 

2.

Şêf: 

-Hûn bi jiyanek piştî mirinê bawer dikin? 

Karker: 

-Qetiyen na! Ji bo vê yekê bi tevahî delîl tune. Ma kî ji wê dinyayê hatîye? 

Şêf: 

– Na! Lê delîl heye! 

– Duho piştî tu zû çûyî, beşdarî merasîma cenazeyê apê xwe bûyî, apê te hat vir û li te pirsî !!! 

 

3.

Mêrik çav li kumên vîtrîna dikanê dike û xwe nagire, dikeve hundur û herî kêm 20 kum/kulavî dide serê xwe. Dawîya dawî yek eciband. Ji xwedîyê dikanê dipirse: 

-Bihayê vî kumî çend e? 

Xwedîyê dikanê: 

-Ne tiştek. Gava tu hatî hundir ew li serê te bû.  

4.

Polîsek ku bi otomobîla xwe ber bi qereqolê ve diçû piştî rojek dijwar a li kar, dixwaze roja xwe biqedîne. Otomobîleke sivîl dide pêşîya wî û dilezîne û dema polîs ronahî û sîrenên şîn vêdixe ew zûtir dajo. Li pêştir trembêla sivîl li kêleka rê sekinî, û polîs nêzîkê şofêr dibe. 

– Te hinekî lezgîn ajot, û çima gava ku min sîrên û ronahiyên şîn vêxistin tu ne rawestîyayî? Niha wusa ye ku rojek min dijwar derbas bû û ez dixwazim herim malê, ji ber vê yekê heke vegotinek te ya baş hebe, ez ê te bihêlim û serbest berdim ku tu di rê ya xwe de here.  

Mêrik:

– Hefteya çûyî jina min bi polîsekî re reviya, ji ber vê yekê ez ditirsiyam ku ew dixwaze wê vegerîne! 

Polîs: Bajoo !!! 

 

5.

Ferho pirtûkek bi navê: “Hûn dikarin bibin zilamê mala xwe” dixwend.  

Ew çû mitbaxê û jina xwe re got:  

– Ji niha pê ve divê tu zanibe ez zilamê vê malê me û gotina min qanûn e. Tê xwarinên xweş ji min re çêkê û êvarê gava ku min xwarina xwe xilas kir, tê ji min re xizmetê bikê û şêranîyên xweş deynê ber min.  

Paşê, divê tu ji min re serşokek tijî av bikê da ku ez rihet bim. Tê pişta min bişo û min bi destmalek nerm paqij bikî û doşeka nerm bide min. Wê çaxê divê hûn ling û destên min masaj bikin. Texmîn bike ka sibe kî dê min ji xew şîyar bike û porê min şeh bike? 

Jinikê bi dengek aram bersiv da: 

– Melayê kebara ser mirîyan û cenazeyan texmîna min a yekem e.  

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev