Hempeyvîn bi Dr. Casoê Wezîr Osmanov ra

Hempeyvîn bi Dr. Casoê Wezîr Osmanov ra

Alî Gurdilî 

Dr. Casoê Wezîr Osmanov, li paytexta Gurcistanê hatiye dinyayê. Bi zimanê gurcî û rûsî, perwerde bûye. Di komeleyên kurdan da, wekî aktîvîst û serokekî, kar kiriye. Li Meclîsa Netewî, serokatîya Navenda Çandî û Rewşenbîrîya kurdên Gurcîstanê kiriye. Li Tbilîsê, aktêrî li Şanoa Gelêrî a Kurdî da kiriye. Li dibistanên almanî, mamostetîya zimanê kurdî kiriye. Damezirdarê Hostexana Sênarîo û Fîlmprodûksîona bi navê: Three World Midia’ê ye. Doktoraya xwe, li ser Zanista Dramatûrgîê kiriye. Kurdistana Başûr lêktorê Derhênan û Sênarîo Fîlmê bû. Niha, li Almayayê dijî û li ser hinek mijarên philosophic, mytholojîk û dramatûrgîaê xebatên wî ên demdirêj hene. Em li ser têkilîya felsefe, şano, mythology û dramatûrgîayê û li ser hinek arîşeyên civakî, peyîvin.

 

”Li ser vê mijarê, di hindik aspêkt û têbînîyan da, ne tev raman û nirxandinên Arîstotêlês im. Rast e, hebûna mythologie-an hindik shaxên felsefê têra xwe jî ava kir, lê mêtafîzîka pêshsokratîyan, dema xwe da, wek nûvekir-shirovekirên nasîna xwezaê di întêgrasyona kosmogoniê û fantasmagorîya gelêrî da efirandî, hindik impûls dane têgîhîshtina xwezaê û rola meriv di kosmosê da, lê demên derengtir da, gava Platon rêya fîlosofîyan berfireh kir û chû babetên wek Moral, Etîk, Êsthêtîk, yan jî ne dawîê da komarbûn, ewê ramanvanîê xwe ji ya mêtafîzîka mîlêyzîyan veqetandin û derbazî asteke ramanvaniê ya bilindtir bûn.

 

Arîstotêlês di ZoonPoliticon-a xwe da jî wek shagirt û berfirehkarê theorien jor binavkirî, bi kûrayî xwe nêzîkî nirxandin û lêkolîna hebûna Moral û komarê di klassifikasyonan da bi cêh kir, ku tu bandora mythologiyan li wir nebû.

 

Yanê xût dema van her duyan da rola fîlosofîê kêm ser bandora nirxdarên fênomênê sirushtê bû, chendîn jî em bi zimanê îro bêjin, dema efirandina felsefa praktîkî, belkî biwêrim bêjim jî bingehêd Êksîstênsîalîzmê wir hatin danîn.

Da gotina xwe bi kurtî bînime dawîê; em kurd dikarin bê xwespartina mîthologîyan jî, felsefeyeke xwe ya eksîstênsîalîzmê biefirînin. Bi vê yekê mebesta min qet ne ew e, ku em Bysicle-a nû biefirînin, lê belê ji vê xezîna ramanvanîê yêd cîhanê nava sê hezar salan da efirandîye, xwe ra wek kirasekî bejina xwe ra biguncînin.”

Dr. Casoê Wezîr Osmanov

 

Çavkanî: Di hejmara dudîan a Kovara Philosophiaê da 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev