Festîvala torevan Qedrî Can li Elmaniyayê bajarê Essenê!

Festîvala torevan Qedrî Can li Elmaniyayê bajarê Essenê!

Dr. Îbrahîmê Mehmûd

Bi helkeftina salvegera 50î li ser koça dawî a Kurdperwer ȗ Helbestvanê navdar Qedrî Can (1911 -1972), Yekîtiya giștî a Nivîskar ȗ Rojnamevanên kurdên Sȗriyê (YNRKS) ȗ Komîta birêvebirina festîvala (mihrecan) toreyî derbarê jiyan, helwêst ȗ xebatên vî ronakbîrê mezin li darxist:

Mêvanên mihrecanê ev bûn;


Mamoste Mizgîn Qedrî Can (Nuxurîyê Helbestvan)
Rojnamevan ȗ Lêkolînvan Dr. Îbrahîmê Mahmûd
Torevan Edîb Çelkî
Romannivîs Cemîl Îbrahîm
Nivîskar Sedîq Şernexî
Helbestvan Hafîz Ebdulrehman (Gotina YNRKS xwend)
Birêvebirina festîvalê: nivîskar Fettah Tîmar bû.

Bi biryara Komîta xelata Q. Can, îsal di festîvalê de helbestvan, romannivîs, dramaturg ȗ torevanê navdar Eskerê Boyik hate xelatkirin. Mixabin jiber hin sedemên taybetî E. Boyîk nikarîbȗ di festîvalê de amade bibê (wî bi rêya sosial-Mediya pêwendî girt ȗ sipasiya xwe bi deng ji beșdaran re got, emê li jêr têxsta sipasnama wî bi weșînin, jiber wê Dr. Îbrahîm li dewsa wî xelat wergirt ȗ bi kurtî jiyana E. B. pêșkêșî beșdaran kir:

Eskerê Boyik 31ê tebaxa sala 1941ê, li gundekî Kurdan li Ermenistanê di malbateke Kurdên êzdî da hatîye dinê.
Sala 1974an navê doktorê aborîyê standiye. Heta sala 1993 wek serokê pareke (beșekê) li zanîngeha Yêrêvanê xebitiye.
Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovêtê, ji neҫarî dest ji kar û barê xwe berdide û berê xwe dide Ewropayê û li Almanîyayê bi cî dibe, wê derê jî hetanî roja îroyîn karê xwe yê nivîskariyê, zanyariyê, civaknasiyê bi temamî di warê wêje, çand, dîroka kurdî û êzdînasiyê de berdewam dike.

Dr. E. Boyîk xwedanê gelek berevokê helbest, ҫîrok, roman, xebatên edebyetzaniyê, dîrokîyê, êzdînasyê ye. Nivîsarên wî xêncî kurdî wusa jî bi zimanên ermenî, rûsî, tirkî, almanî hatine weșandin. Helbestên wî yên yekemîn ji sala 1960 î ser rûpelên rojnema “Rya teze” û bi radyoya Yêrêvanê bi zimanê kurdî hatin weşandin.

E. Boyîk ji sala 1984’an va, endemê Yekîtiya Nivîskarên Sovyêtê, Yekîtiya Nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê ye ȗ herwise jî endemekî PEN – Navnetewyî a Kurd e. Ew nêzîkî 25 salan sekreterê beşa nivîskarên kurd a Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê bûye.

Ew ji sala 1999’an ve serokê Komîteya Rewșenbîrî ya Mala Êzdiyan a bajarê Oldenbûrgê ye ȗ di sala 2012’an de „Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê“ damezirandiye. Heta niha zedetir ji 32 berhemên nivîskar: berevokên helbestan, roman, ҫîrok, lêkolînên dîrokî û șanogerî hatine weșandin: Tenê bo nemûne:

Bahoz û Evîna Qedexe, romanin… Kulîlkên çîya û Govenda Herfan helbestin… Êzdî û bawariya wan, Bi kûrayî dîroka Êzdîyên Ermenistanê lêkolînên Olî-Dîrokî ne… Sinco keça xwe dide mêr, şano ye û gelek pirtȗk ȗ lêkolînêd mayin!

Komîta birêvebirina Mihrecana toreyî a Helbestvanê navdar Qedrî Can.

13.08.2022 Essen

Sipasnameya Eskerê Boyik

Sipas rêvebir ȗ hevalên Yekîtiya giștî a Nivîskarȗ Rojnamevanên Kurdên Sȗryayê (YNRKS) ra.
Silav ȗ hurmetê min beşdar, rêvebir ȗ gotarvanên mîhrecana ronakbirê Kurdî mezin Qadirî Can ra, ku bi helkeftina 50 sal li ser koça dawî ya jiyana wî ra, ji aliyê (YNRKS ê) li bajarê Almaniyayê Êssênê da hat derbaskirin. Kêfxweşîke mezin e ku em Kurd jî mezin, ronakbir, emekdarên dîrok, çand ȗ zanyariya xwe wa bi hizkirin ȗ qedrê bilind bîr tînin.

Ji min ra hurmet ȗ kêfyweşî ye, ku we qedirekî wa mezin daye min ȗ XELATA zaniyarê mezin, nivîskarekî kovara HEWARa efseneyî, şagirtê dibistana Mîr Celadêt Bedirxan, hevalê Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nȗreddîn Zaza, Qedirî Cemîl Paşa, Hesen Hişyar Qadrî Canê nemir dane min. Ev nav bi xwe jî mezinaya Qedrî Can ȗ vê xelatê nîşan didin.

Ez razîbûna xwe elamî heval-hogirên xwe, yên Yekîtiya Nivîskarên Kurdên Sȗryayê (YNRKS ê), rêvebirîya wan dikim. Qedrî Can pêşengê helbestvaniya kurda ya nȗjen bû û timê jî nivîsê wî wek torevan nêzîkî dil û ruhê min bȗne.

Dîsa sipas: Eskerê Boyîk

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev