”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 69

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 69

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Em destpê dikin we bi jînenîgarîya kurdzanên me yên bi nav û deng û berhemên wan yên sereke ra dikine nas. Îro kurdzanê mezin Olêg Lyûdvîgovîç Vîlçêvskîy (1902-1964) nas bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Olêg Lyûdvîgovîç Vîlçêvskîy (1902–1964)

Kurdzanê Rûsîyayê, zimanzan, dîrokzan, xudanê berhemên êtnografîyê yên fundamental derheqa kurdan da

Olêg Lyûdvîgovîç Vîlçêvskîy li Sankt-Peterburgê, di mala zabitê behrê da ji diya xwe bûye. Sala 1924an Înstîtûya Zimanên rohilatê yên zindî (Petrograd/Lênîngrad) xilaz kirîye, ku pişt ra hema li wir dersên zimanê kurdî dan xwendkaran. Di salên 1930-1932an O. L. Vîlçêvskîy li aspîrantûra li rex Akademîya Zanyarî ya YKSS hîn bû, paşê bû karmendê zanyarî yê sere li Înstîtûya ziman û fikirandinê ya AZ YKSS. Sala 1939an ewî dîsêrtasyona xwe bo sitendina dereceya namzetê ulmên fîlologîyê parast.

Di hezîrana sala 1941ê O. L. Vîlçêvskîy bi rezadilî çû pêşenîya şêr. Di salên 1942-1954an li Serwêrtîya sîyasî ya pêşenîya Rojavayê ya herêma leşkerî ya Pişkavkazê kar kir, gotarên xwe yên derheqa qeydê dewletê yên li welatên Rohilata Navîn û derheqa pirsên mayîn da di weşanên surî da çap kir. Li pêşenîyên Lênîngradê û Volxovê şer kir. Bi medalyayên ”Bo keda şervanîyê”, ”Bo parastina Kavkazê”, ”Bo serketina himberî Almanîyayê di şerê Wetenîyê yê Mezin di salên 1941-1945an da”.

Piştî ku bi rutbeya serhing teqewut bû, ji tebaxa sala 1954an heta dawîya jîyana xwe Olêg Lyudvîgovîç karê zanyarî-lêkolînerîyê ya bi naveroka ”Dîrok û êtnografîya gelên Asîya Pêş” wek karmendê zanyarî yê sere li Beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Êtnografîyê ya Akademîya Zanyarî ya YKSS kir. Salên dirêj karê wî yê zanyarîyê yê sereke lêkolînên li ser êtnosa kurdan bû. Wî çend berhemên fundamental derheqa kurdan da nivîsîn. 12ê sibatê sala 1963an O. L. Vîlçêvskî dîsêrtasyona xwe ya bo sitendina navê doktorê ulmên dîrokê parast.

Olêg Lyûdvîgovîç Vîlçêvskîy xudanê ji sîyî zêdetir berhemên zanyarî ye. Encama karê zanyarîyê yê pirsale berhemeke bêhempa ya bi sernavê ”Kurd. Pencereya di nav dîroka êtnîkîyê ya gelê kurd da” bû, ku sala 1961ê hate çapkirin. Arşîva şexsî ya O. L. Vîlçêvskîy li Mûzêya antropologîyê û êtnografîyayê ya Akademîya Zanyarî ya Rûsîyayê tê parastin. Nivîsên div ê fondê da hatine berevkirin, derheqa wê yekê da dibêjin, ku O. L. Vîlçêvskîy li ser amadekirina berhemên ”Gelên Asîya Pêş” ya ji rêzapirtûkên ”Gelên cihanê” û gotarên derheqa kurdan da bo ”Ênsîklopêdîya Sovêtîyê ya Mezin” (1951-1960) karekî pir ciddî û dagirtî kirîye.

 

Berhemên sereke yên O. L. Vîlçêvskîy

 

Вильчевский О. Л. Мукринские курды: (Этнографический очерк) // Труды Института этнографии АН СССР. Cilde. 39. 1958. Rûpel. 180–227.

 

Вильчевский О. Л. Курдское национальное движение. Тбилиси, 1946.

 

Вильчевский О. Л. Краткая грамматика курдского языка. Фонетика и морфология. Ереван; Тбилиси, 1936.

 

Вильчевский О. Л. Курды северо-западного Ирана. Тбилиси, 1944.

 

Вильчевский О. Л. Н. Я. Марр и курдоведение. М.; Л., 1937.

 

Lîtêratûra hatîye bikaranîn

 

Вильчевский О. Л. // Азиатский музей — ЛО Института востоковедения АН СССР. М., 1972. Rûpel. 363, 388, 397.

 

Жигалина О. И. Олег Людвигович Вильчевский и курдоведение // Иран: (История и современность). М., 1983. Rûpel. 42–64.

 

Кисляков Н. А., Пещерова Е. М. О. Л. Вильчевский: (Некролог) // Народы Азии и Африки. 1964, № 6. Rûpel. 235–236.

 

Курылев В. П. Олег Людвигович Вильчевский (1902–1964). Rûpel. 124–125, портр.; Основные печатные труды О. Л. Вильчевского. Rûpel. 125–126. (Хронол. перечень 20 книг и статей за 1934–1964 гг.) // Советская этнография. 1964, № 5.

 

Милибанд С. Д. Востоковеды России, XX — начало XXI века: биобиблиографический словарь: в 2 кн. Кн. 1. А-М. М., 2008. Rûpel. 246.

 

Rypka L. O. L. Vilčevsky: Nachruf. S. 329–331; Ausgewählte Bibliographie von O. L. Vilčevskijs Arbeiten. S. 331–332. Archiv Orientálni. 33. 1965, № 3.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev