Berhemên kurdzanên me – 283

Berhemên kurdzanên me – 283

Me di 282 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka şairê rûsan yê herî binavûdeng Aleksandr Pûşkîn ”Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da”, beşa wê a sisîyan raberî we bikin.

Ev berhema giranbuha, ku berî 200 salan bi rûsî û gelek zimanan çap bûye, bi kurdî çap nebûye. Em wê kêmanîyê bi riya malpera xwe, bi wergera berpirsyarê xwe – Têmûrê Xelîl dadigrin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da – 9

A.Pûşkîn

18ê hezîranê kampê cîyê xwe guhart. 19ê mehê, dema topê teze em hişyar kiribûn, li kampê bû şarevar. Gênêral çûne ser karên xwe. Alayî hazirîya xwe didîtin; zabit li serê taxbûrên xwe sekinîn, serokatî li wan kirin. Ez bi tenê mam, min nizanibû di ku alî da herim, û min hespê xwe berda, gazî Xwedê kir û bezîyam. Ez rastî gênêral Bûrsov hatim, ku bangî min kir xwe li riya çepê bigirim. “Riya çepê tê çi wateyê?” – ez fikirîm û min riya xwe berdewam kir. Min li wir Mûravyov dît, ku gulle berî topan dabû. Zûtirekê dêlîbaş xuya bûn û li bestê berevî ser hev bûn, ew û kazakan gulle berî hev didan. Peyayên wan yên pirjimar bê xem ji bestê ra derbaz dibûn. Gênêral Mûravyov ferman da gulle berî wan din. Narincok-bombeya me kete nava koma wan. Tirkan xwe dane alîkî û piş giran xwe veşartin. Min li wir mîrlaw Paskêvîç dît, ku di nav barêgeha xwe da bû. Tirk ji leşkerên me derbaz bûn, ku di navbera wan da gelîyek hebû. Mîrlaw Pûşçîn şand bona wî gelîyî bişopîne. Pûşçîn bi siyarî çû. Tirkan got qey ew hespê xwe direqisîne û dibe berê xwe bide wana, lema jî agir kirin. Gişk kenîyan. Mîrlaw got topên xwe saz bikin û gulleyan bireşînin. Neyar li çiyê û li gêlî bela bûn, serê xwe xilaz kirin. Li warê ser milê çepê, ku Bûrsov bangî min kiribû ez derbazî wir bim, tevlihevîyek saz bûbû. Ber wan (pêşberî navbendê) siyarîyên tirkan hespên xwe didane tiradan. Mîrlaw gênêral Raêvskî şande dijî wan û ewî alaya xwe ya Nîjêgorodskê şande wir û êrîş kir. Tirk betavebûn, revîn. Teterên me dor li birîndaran girtin û ew şêlandin, rût-tazî kirin, pişta xwe dane wan û çûn. Gênêral Raêvskî ber devê gêlî sekinî. Du taxbûr, ku ji alayê veqetîyayî bûn, xalifî bûn; ew ji alîyê serhing Sîmonî da hatine dîyarkirin û piştgirîkirinê.

Şer hinekî betilî; tirkan hema ber çavên me destpê kirin erd vekolan û kevir anîn, bona ji xwe ra qeleçeyan çê bikin. Me guh neda wan. Em ji hespan peya bûn û me destpê kir çi Xwedê kiribû qismet, xwar. Wê demê çend dîlgirtî anîne bal mîrlaw. Yek ji wan giran birîndar bûbû. Pirs-pirsyar li wan kirin. Nêzîkî seheta şeşan leşkeran dîsa ferman sitendin êrîşî neyaran bikin.

Tirkan li kelefeyan xwe livandin, bi gulleyên topan va em qebûl kirin û zûtirekê paşda vekişîyan. Siyarîyên me çûbûne pêş; me dest pê kir em ji gêdûkê berjêr bûn; axa bin lingê hespan ji hev diçû û dipişirî. Hespê min dikaribû her deqe biketa, û wê demê alaya Ûlanê dikaribû ser min ra derbaz bûya. Lê Xwedê hate hewara min. Em teze derketibûne ser riya fireh, ku ber bi çiya dibir, me dît, ku tevaya siyarîyên me bi carekê va hicûm kirin. Tirk revîn; kazak topên, ku li ser riya hîştibûn, tundurust dikirin û di ber me ra derbaz dibûn.

Tirkan xwe avîtine gelîyên herdu alîyên rê; wana îdî gulle ne dikirin. Ango, tu gulleyek ber guhê me ra ne kire zingîn. Ji me alayên me yên teteran pêşîyê da diçûn, ji ber ku hespên wan bi lezçûyîn û hêza xwe va ji yên me dihatine cudakirin. Hespê min hinek êm xwar û ji wan paş ne ma; min bi zor wî zevt dikir; ew ber termê tirkekî genc sekinî, ku li ser rê dirêj bûbû. Wisa xuya bû, ku ew 18 salî bû, zede li sûretê wî yê gencînîyê ne ketibû. Şe`ra serê wî di nav toz û xubarê da bû; patika wî ya kurkirî bi fişekê va hatibû qulkirin. Ez peya çûm; zûtirekê Raêvskî hat gihîşte min. Ewî bi qelemê li ser perçekî kaxez derheqa têkçûna neyaran da ji mîrlaw Paskêvîç ra nivîsî û riya xwe berdewam kir. Min ji dûr va da dû wî.

Tarî kete erdê. Hespê min yê westîyayî û kesirî paş dima û ser her gavekê dilukumî. Mîrlaw Paskêvîç got, ku şerê xwe nedine sekinandin û bi xwe serokatî li me kir. Desteyên siyarîyên me pêşîya min ketin; ez çav li serhing Polyakov ketim, ku serekê topçîyên kazakan bû û wê rojê roleke giring lîst, û bi wî ra tevayî hate gundê xalîbûyî, ku mîrlaw Paskêvîç jî li wir hêwirîbû û di rûyê wê yekê da, ku şev di ser wan da hatibû, şer dabûne sekinandin.

Me mîrlaw li rex derê malika binerd, ber êgir dît. Dîlgirtî dianîn bal wî. Ewî bi wan ra lêpirsîn derbaz dikir. Hema bêje hemû serek li vir bûn. Kazakan hevsarên hespên wan girtibûn. Alava êgir wêneyê li wir ronahî dikir, ku mînanî wêneyê Salvator-Rozayê bû, çem di tarîyê da dikire xuşexuş.

Wê demê behs ji mîrlaw ra hat, ku li gund aletên teqandinê hatine veşartinê û gerekê haya wan hebe, ku ewana dikarin biteqin. Mîrlaw ji wê malika binerd derket, yên din li wir man. Em ber bi kampa xwe va çûn, ku 30 vêrstan dûrî wî warî bû, ku me şevbuhêrîya xwe li wir derbaz kiribû. Rê bi desteyên siyarîyan va dagirtî bû.

Em teze hatibûne warê xwe, dema ezman ji nişkêva bere-bere çîk û sayî bû û me dengê teqîneke ji dûr va bihîst. Ew malika, ku me berî 15 deqeyan terk kiribû, hilpekîya ezmîn: li malikê aletên teqandinê hebûn. Kevirên ji malê pekîyayî li çend kazakan ketin û ew di bin da man.

Hemû tiştên wan deman min dîtibû, ev bûn. Êvarê ez pê hesîyam, ku di şerê duh da zora sereskerê Erzurumê birin, ku bi 30 000 leşkeran va diçû hewara Heqî-paşa. Seresker ber bi Erzurumê direvîya; leşkerên wî, ku şandibûne wî berî Saxan-lûyê, ji hev bela bû, topên wan hatine zevtkirin, û Heqî-paşa kete destê me. Mîrlaw Paskêvîç rê ne da wî fermanan bide.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev