Felsefeyekê Serhildanê: Serî hildidim, nexwe, em hene

Felsefeyekê Serhildanê: Serî hildidim, nexwe, em hene

Wate, rewşeke absurde ye. Rewşeke wiha absurdîk da jî

meriv nikare gelek tiştan bi awayekî ratîonalîst binirxîne,

îmkana vê yekê namîne û em mirov bêgavin ku

bi destê xwe ratîonalîteya xwe hilberînin.

Alî Gurdilî 

“Min edaletê, hilbijart û bi vî hawî, ez wê baweriya xwe a ku bi dinyayê dihînim, diparêzim. Maneyekê derexwezayî a vê dinyayê tune û ez, hê li ser vê baweriya xwe me. Ligel vê yekê, dizanim ku li vê dinyayê maneya tişteke heye û ew jî, mirov e. Lewra tekane heyînê ku li maneya jiyana xwe digere, mirov e. Li vê dinyayê, qe nebe rastîniya mirov heye û li hemberî enînivîsê, divê em mirov mafdar derbixînin.”(Albert Camus)

Dîroka ramanî, ti guman nîne ku dîroka ketumetbûna ramanî ye û di seranserê dîrokê da, hatiye peyîtandin ku gelek raman, ji hevûdin ketumet bûne û di bin, tesîra hevûdin da mane. Li ser vê xalê, helbet meriv dikare çend nimûneyan jî bide. Roja îro, em dizanin ku çavkaniya ramana sêkoçka pîroz a xiristiyaniyê (Bav, Kur û Ruhê Piroz) wate trinitya (teslis) xiristiyaniyê, theoriya ‘Rêzepergala Xwedayî’ (Doctrine of Divine Hierarchy) a Numenîosê Apameaî û nêrînên feylesofên neoplatonîst e ku Numenîos Berî Mîladê, di sedsala 2an da jiyaye. Theoriya Numenîosî, derbarê çêbûn û peydabûna heyînan da ye û  li gor vê theoriyê, meriv dikare behsa sê xwedayan bike: Xwedayê yekem, xwedayê prensîpê yekem ê hebûnê ye (protos theos). Xwedayê yekem, hemin Xwedayê çalakiya ramanî a xwerû ye jî (nous) û bi tu hawî dest nedaye çêbûna dinyayê an jî, ti rola wî di çêbûna dinyayê de tune.

Li vir wiha xwiya dike ku Numenîosî, îdeaya başiyê a Platon û Xwedayê ku Arîstoteles wî tesewir kiriye, kiriye yek. Xwedayê duyem, ‘Demiurgos’ e ku di kitêba xwe a ‘Timaeos’ê da, Platon behsa wî dike. Demiurgos para xwe ji xwedayê yekem girtiye û bi vî hawî, bûye xweda û şekil daye madeya ezelî a bêform (geneseos arkhe). Li gor nêrîna Numenîosî Xwedayê sêyem jî, ew dinya a ku ji aliyê Demiurgosî ve hatiye afirandin, e. Beyî guman, dema meriv baş bala xwe dide vê theoriyê û sêkoçka pîroz a xiristiyaniyê, meriv baş têdigihêjê bê çuqasî dişibine hevûdin.

XIRISTIYANÎ DI RAMANÊN HEGELÎ DA

Piştre, em dibînin ku Georg W. Friedrich Hegel jî bi zanetî, dogmeya sêkoçka pîroz a xiristiyaniyê, tevlî felsefeya xwe kiriye. Wekî dihê zanîn di xiristiyaniyê da ku Hegel wekî ‘dînê mitleq’ diwesfîne, sê (3) qad hene:

1- Xwedayê ku di xwe da ye û ji bo xwe (an und für sich) heye. Xweda di vir da beriya xuliqandina dinyayê ye, ji bo xwe ye, bi xwe ye û li derveyê dinyayê ye.

2- Xuliqandina (afirandin) dinyayê.

3- Demajoya (prose) lihevhatinê: Di vê qonaxê da, Xwedê ruhê civakê ye. Heke meriv vê yekê bi awayê akîdeya teslis bibêje: hikumranîya xwedê, hikumranîya kur, hikumraniya ruhê pîroz e.

Li cem Hegel ev cudahî, vebûna ruhê mitleq e, jiyana ku di xwezayê da hêşîn dibe ye. Ev ramana (idee) gelemperiyê di kategoriyên mantiqa Hegelî da ‘Gelemperîtî’, ‘Cudatî’, û ‘Yekîtî’ ye. Axirî, meriv dikare bibêje ku di ramanên Hegelî da Xwedê, bi awayekî dîtbar (somut, concrete) û nedîtbar (soyut, abstract), xwe ragihandiye mirovan û ji ber ku ruhê xwe daye mirovan, xiristiyanî dîne herî zelal (vekirî, aşkere) û bêhempa ye. Çimkî dînê xiristiyan, çareseriya temamiya xaçepirsan daye mirovahiyê û dînekî, ne razmend e. Bi vê ramana xwe, Hegel sîstema felsefeya xwe û xiristiyaniye, dixwaze mîna hev nîşan bide. Çimkî diyalektîka wî a sêqolî ku ew jî tez, dijtezî û sentez in; bi sêkoçka pîroz a xiristiyanîyê ra, gelekî lihevhatî ye. Çimkî ramana (idee, tez) wî, di xiristiyanîyê da dibe ‘Xweda’, di qonaxa duyem de xweza (dijtezî) dibe Kur (Hz. Îsa) û di qonaxa sêyem de Geist (Ruhê Mitleq) jî, dibe Ruhê Pîroz (heiliger Geist) ê xiristiyanîyê.

DIYALEKTÎKA ÎDEALÎST Û JEAN-PAUL SRATRE

Jean-Paul Sartre jî, têgihên mîna “hebûna di xwe da”, “hebûna ji bo xwe”, “bîreweriya di xwe da”, “bîreweriya (bilinç, cosciousness) ji bo xwe” û hwd. yên felsefeya Hegel ji bo felsefeya xwe bikar haniye. Dîsa Sartre wiha xwestiye ku diyalektîka îdealîst a Hegelî, ji Geistê cuda bike û bîreweriya mirovî, ji bin xizmeta Geistê derbixe. Bi vê yekê jî xwestiye ku mirov xizmeta xwe bikin, xwe bidin der û bi vî hawî, xwe pêk bîhînin. Mirov, beyî girêdayîtiya tiştekî an tesîra wî, nikare bibe sebebê xwe û nikare hem di xwe da be û rewşa, bîreweriya di xwe da, bijî. Yanî, di heman demê da nikare têbigihêje vê yekê. Lêbelê, raman berdewam e û mirov, dîsa xwe li xeta tiştekê din, dike hebûnî û bîrewerî, beyî tesîrekê ji derve û jê serbixwe, dîsa nikare hebûnatîya xwe pêk bîhîne. Lêbelê heke meriv bikaribe wê tesîra der wekî gewhera xwe, wekî jêma û heyîneke di xwe da bi cîh bike, wê demê ew tesîra der ji holê radibe û dibe mirov bi xwe. Ew kes, êdî dê bikaribe xwe bi xwe, xwe destnîşan bike û dê bikaribe, bibe sebebê xwe. Wisa ye; gelek caran hinek ramanwer an feylesof, felsefeyên berî xwe ji bo ramanên xwe dikin çavkanî û spartek, û bi vî hawî, felsefeya xwe a xwemalî diafirînin. Maneya vê yekê, ne qopîkirin an jêgirtin e û beravajîya wê, afirandina felsefeyeke nû a xwemalî ye. Loma em dibêjin felsefe ne wekî zanistê (science) ye û bi pêş nakeve. Lê, meriv dikare bibêje ku felsefe li ser hev dicive û kumulatîf e.

RAMANÊN DESCARTES DI FELSEFEYA CAMUSÎ DA

Albert Camusê ku gotiye “serî hildidim, nexwe em hene.” (I rebel therefore we are), jî em dizanin ku ji Descartesê welatiyê xwe îlhamê girtiye û bi vê gotina xwe, felsefeyekê serhildanê ava kiriye. Wekî hûn dizanîn, Descartes jî gotibû ‘difikirim, nexwe ez heme (cogito, ergo sum). Li gor nêrîna Camus, hebûnatî bêmane ye, vala ye û tewş e. Meriv jî, biyaniyê vê dinyayê ye û xwelîser e. Lewra, daxwazên mirovî û  guhnedêrîya (bêdengî) dinyayê a dûrî aqil, tûşî hev dibin. Çareseriya vê yekê jî ne rev e, an jî ne xwekuştin e û bi awayekî jidil, serhildan e. Loma gotiye ‘divê mirov wekî lehengan bijîn, serî hildin (rakin) û têbikoşin. Dîsa gotiye “madem ku em hene, heta ji dest bê divê em hebin.” Çawa ku “cogito” sparteka felsefeya Descartesî ye, Camus jî vê gotinê kiriye sparteka felsefeya xwe û xwestiye ku bi rêya serhildanên şexsî, bîreweriyeke hevpar (ortak bilinç, collective consciousness) biafirîne û vê yekê, li dijî rejîm û rêvebirîyên zordest, bike rêya rizgarîyê.

TÊKILIYA ‘ABUSTRD’ Û ‘SERHILADANÊ’

Ê baş e, gelo çima Camus gotiye ku jiyan beredayî û vala ye, tewş e û mirov jî, biyaniyê vê dinyayê ne? Di felsefeya wî da, maneya ‘absurde’ û ‘serhildanê’ (l’absurde et la révolte) çi ne? Çima ‘xweşkuştinê’ wekî arîşeyeke esasî nirxandiye û ji bo wî, maneya ‘mirov’ çi ye? Em dizanîn ku wî, xwe wekî feylesofekî jî qebûl nedikir û xwe wekî, nivîskarekî dida nasîn. Gelo ji bo çi? Desta ewil meriv dikare bibêje yekîtiya di felsefeya wî da, xwe li dorûdora du xetan dicivine, ku ew jî absurd û serhildan in û di felsefeya wî da, wekî du têgihên ramanî ên esasî ne. Camus, pêşî xwestiye arîşeyê biresmîne, raxe holê û piştre jî, li hemberî wê tabloya ku raxistiye holê, behsa helwesta mirovî a ku divabû mirov xwediyê wê bin, kiriye. Di felsefeya wî da, mirov ew ferd (birey, individual) in ku di jiyana dîtbarî (somut, concrete) da, xwedan cihekî ne û tê da ne. Ji ber vê yekê jî di felsefeya wî da, di şûna devjeniyên metafizikî da û ji zimanekî philosophic zêdetir, meriv dikare bibêje ku vegotineke edebî xwe dide der. Di vê xalê da meriv dikare bibêje hem destpêka felsefeya wî û hem jî, hevîrê felsefeya wî, ji rastînîya mirov a li dinyayê û ji jiyana wî, pêk dihê. Pirsa maneya jiyanê çi ye? di seranserê felsefeya wî da heye û bênavber, ew li bersiva vê pirsê digere. Jiyan ji me zêdetir e, li wê deyê me ye û îmkan tune, ku em bikaribin têbigihêjinê. Mirov, heyîneke zindî ye, mehkûmê vê dinyayê ye û alternatîveke vê yekê jî, tune. Desta ewil, divê mirov bizanibin ku dijîn û ev yek, rastînîya yekem a ku divê têbigihêjê ye. Alternatîveke vê jiyanê, ango alternatîveke vê dinyayê jî tune. Helbet, dinyatî û jiyana li dinyayê a bêgav, di felsefeya wî da dibe rewşekê wiha ku di xwe da, gelek encaman jî diguncîne.

DUHÊLIYA (DUALÎTÎ) JIYANÊ DI FELSEFEYA CAMUSÎ DA

Jiyana me a li dinyayê, an jî hebûna me a li dinyayê, ji ber xwe ve; ne xwediyê maneyekê ye. Wate, rewşeke absurde ye. Di rewşeke wiha absurdîk da jî, meriv nikare gelek tiştan bi awayekî ratîonalîst binirxîne, îmkana vê yekê namîne û em mirov, bêgav in ku bi destê xwe ratîonalîteya xwe hilberînin. Di vê maneyê da, meriv dikare bibêje ku felsefeya Albert Camusî, xwedîyê du hêla (serî, rexbend, pole) ye û ber bi armancekê ve, me beralî nake. Lêbelê, dikare were gotin ku xala destpêkê (raxbend) nîşanî me dide. Di berhema xwe a bi navê  ‘L’envers et L’endroit’ê da, behsa dualîtîya (duhêlî) jiyanê dike û dibêje, du aliyên rastînîya mirovî hene û ji bo têgihiştina wan, divê bi hev ra werin nirxandin. “Dualîtiyên mîna ciwanî-kalitî, jiyan-mirin, bextiyarî-bextreşî, erê-na, nexweşî-tendiristî, başî-xirabî û maneya kûr-sadetî, herdem du alîyên dinyayê vedibêjin.” Ev karakterên (character) dualî, ji bo Albert Camusî rastînîyên aşkere û bêgav in. A mihîm, têgihiştina rewşê û dîtina, têkilîya di navbera wan da ye, ku têkiliyeke kûr û tevdeyî ye. Pejirandina wan têkilîyan a bi hevûdin ra, ji aliyekî ve pejirandina dinyayê ye jî.

Camus di berhema xwe a navborî da, di navbera jiyan û mirinê da, têkiliyeke dîyalektîkî ava kiriye û bi beramberî, bi hev ra girê daye: “Mirin tunebe, eşqa jiyanê jî tune. Bextereşîya (neşadî) jiyanê, mirin û bêîmkanetîya daxwaza jiyaneke bêdawî, hêza jiyanê dide mirovan.” Li gor dîtina Albert Camus, bi awayekî aqilî (ratîonal) meriv nikare salixdaneke (betimleme, description) dinyayê raber bike û îmkana vê yekê jî, tune. Loma em dibînin ku têgiha absurdê, di rêya nasîn û têgihiştina rastînîya mirovî, jiyan û dinyayê da, wekî têgiheke guncav dertê pêşberî me. Ramanên wî ên bi rengî, wî nêzî ramanwerên hebûnparêz kiriye û wî gihandiye vê encamê: “Hebûn û hebûnatî, bi awayekî têgihî (kavramsal, conceptional) nikare were têgihiştin.” Loma hatiye gotin ku destpêka absurdê, di vê rewşê da rasthatinek e: rasthatina, di navbera mirov û dinyayê da. Wate, rasthatina irrationaltîya dinyayê û bîrewerîya (bilinç, cosciousness) mirovî. Ji ber vê yekê jî, ne dinya û ne jî mirov, bi serê xwe ne absurde ne. Ji ber vê yekê jî, absurde ne şeklekî hebûnê ye û têkilîyeke îfade dike. Li gor vê têkiliyê, hêvî û daxwazên ji dinyayê a bîreweriya mirovî û bêdengîya (guhnedêrî) dinyayê ku ne li gor hêvî û daxwaza bîrewerîya mirovî ye û ne jî xwedîyê pergaleke çak e, dinyayê û heyatê, bêmane dikin.

Di esasê xwe da ev rasthatin, rasthatina subjekt-objektê ye û li ser vê mijarê Camus wiha gotiye: ‘Ez ne bawer im ku tevahîya pêşbînîyên me ên dilzîz, şaş bin. Tenê, absurde (tewş) ye. Serborîya tekane a ku min eleqeder dike ew e ku her tişt tam jî li cihê xwe ne. Ji bo dilşadîyê pêkanîna hemû îmkanan û dilşadîya ji kirinên xwe. Tiştê ku min cezb dike û ji dinyayê, xwe digihîne min ev e. Ev olana cotik, dibe sebeb ku dilê min tevlî kar dibe û heta dawîya wî sînorê ku dê dawîya bextewarîya dinyayê bihîne û dê min jî bextereş bike, dibe serwerê bextewarîya min. Montherland dibêje “Ez ê çêbikim û hilweşînim (Aedificabo et destruam). Ez jî bêtir ji ‘ez ê çêbikim û dê hilweşîne’ hez dikim (Aedificabo et destruat). Veguherîn (transformation), nikare ji min xwe bigihîne min. Lê dikare ji dinyayê xwe bigihîne min û ji min jî, xwe bigihîne dinyayê.”

XWEŞKUŞTIN: ARÎŞEYA TEKANE A FELSEFEYÊ

Li gor vê yekê meyla min a ber bi dinyayê ve an jî ber bi objektê ve, yekaneya maneyê vedike û ji bo Camusî, mane zanînê jî diguncîne û xwedîyê taybetiyeke wiha ye. Zanînî (bilgi, knowledge) ne tenê jiriya (intelligence) xwerû û yekîtiya dîdemiyên (imge, image) hişî ye. Ji ber vê yekê ye ku Absurd, xwedîyê hêlekê maneyê ye. Bi gotina Albert Camusî, ‘dema em dibêjin maneya tiştekî tune jî, em tiştekî bimane dibêjin.’ Mane (wate, meaning), jiyan bi xwe ye. Arîşe û lêpirsîna xwekuştinê jî, di vê xalê da xwe dide der û dibe wekî pirsekê sereke. Li ser mijara xwekuştinê jî, Albert Camus wiha gotiye: “xwekuştin, arîşeya tekane a felsefeyê ye. Heke em bikaribin bersiva pirsa ‘gelo bi rastî jî jiyan hêjayê jîyînê ye yanê na?’ Bidin, dê ev bersiva me bibe bersiva pirsa bingehîn a felsefeyê. Pirsên mayî jî ji rêza duyem in û leyîstok in. Desta ewil, divê meriv bersivê bide.”

Axirî, meriv dikare bibêje ku Albert Camus, serhildanê wekî alternatîveke xwekuştinê û felsefeyekê jiyanê, raber dike. Ji ber vê yekê, di pêşika L’Homme révolté da, gotiye ku ‘kuştin û xwekuştin, heman tişt in; dema meriv yekî bipejirîne divê a din jî bipejirîne û dema yekî red bike, divê a din jî red bike.’ Lewra nakokîyek e ku meriv absurdê wekî prensîpa jiyanê binirxîne û dibe ku di şûna vê yekê da, serhildan tekane alternatîv be. Di dema Camusî da, gelek nakokî û arîşeyen sadsalê hene û mirov bêgav bûn ku bi şeklekî nû a hebûnatîyê, maneya jiyana xwe bibînin. Jiyan, di xwe da ne xwedîyê maneyekê ye û mirov, bêgav in ku maneyekê lê barbikin. Loma li hemberî absurdê nabe ku meriv xwe bikuje an jî bireve, divê meriv serî hilde û helwista rast jî, serhildan e. Di vê rewşê da serhildan, vediguhere prensîpê hebûnê û loma Camus gotiye ku ‘Serî hildidim, nexwe em hene.’ Cogito ergo sum’a Descartes, behsa karwerîyeke (act, edim) tekane dike û Albert Camusî jî, behsa helwisteke piranîparêz dike û ji ber vê yekê jî, xwebûneke civakîparêz destnîşan dike. Bi piştgirî û mildanê, mirov dibe hebûnî û maneyekê, dide qada hebûnatiya xwe.

Çavkanî: https://www.gazeteduvar.com.tr/

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev