Kurdistan çar, kurd jî çil û çar parçe ne!

Kurdistan çar, kurd jî çil û çar parçe ne!

İkram Oguz

 

Axa Kurdistanê di bin desthilatîya çar dewletan da ye.

Li ser axa welat û li koçberîyê, kêm zede 50 mîlyon kurd dijîn.

Kurd li seranserê dinyayê belav bûne û welatên ku îro kurd tê da nejîn, kêm in.

Li Çîn û maçînê jî, li Amerîka û Afrîkayê jî mirov rastî kurdan tê.

Bi taybetî pirranîya kurdên ku ji axa bav û kalên xwe dûr ketine, bi sîyasetê ra têkildar in.

Xwedî dewleteke serbixwe nebin û hebûna dewleteke neteweyî ji xwe ra guneh bibînin jî pirranîya wan sîyasetvan in.

Sîyasetvanî pênase ya wan a herî sereke ye.

Jiber ku sîyasetvanî pênaseyeke hêsan e û dile kî/ê bixwaze dikare bi kar bîne.

Jibo bikaranîna vê pênaseyê, ne perwerdebûyîn, nê jî destûrnameyek pêwîst e.

Herkes dikare di nav karê sîyasetê da cîh bigre û gor sekna xwe ya di nav hêz û partîyekê da xwe wek sîyasetvan bi nav bike.

Heta jibo vê pênaseyê ji kurdan ra endametî û rêvebirîya hêz û partîyekê jî ne pêwîst e.

Kurd bi tena serê xwe jî sîyasetê dikin û bi kesên der û dora xwe ra, xwe sîyasetvanek serbixwe didin nasîn.

Hêz û quweta partîyên wan tunebe, heta bi tena serê xwe bin û kar û barekê negrin ser milê xwe jî, bi wê pênaseya xwe rû û rûmetê jî dibînin.

Loma li her derê sîyasetvan kêm, di nav kurdan da jî her diçe zêde dibin.

Jiber ku barê sîyasetvanên kurd sivik e.

Ne ji derva ne jî ji hundur va tu kes nikare kar û barê sîyasetvanên kurd bipirse.

Ger ku were pirsînê jî tu sîyasetvanek bersiva wê pirsê nade û tûrikê xwe yê vala bi awayek vedişêre.

Heta bi tawanbarkirina nîyeteke xirab xwedîyê pirsê di bin erdê ra dike û bixwe jî bi ser dikeve.

Loma qasî ku sîyasetvan zedê dibin, kurd jî ewqas ji azadî û serxebûnê dûr dikevin.

Jiber ku daxwaz û nîyetên kurdan û sîyasetvanên kurd hevdu nagrin.

Kurd welatekî serbixwe dixwazin û bi wê mebestê li pey sîyasetvanên kurd dimeşin, sîyasetvan jî bi sîyaseta li ser navê biratî û cînartîya gelan û melan wan dixapînin.

Ew daxwaza ku di kûrahîya dilê kurdan da cîh digre, sîyasetvan gor rewşa her pêvajoyê tiştekî demkî derdixin pêş û wê daxwazê vediguhezînin.

Di bin her şert û mercan da, sîyasetvan şev û roj qala yekitîyeke milî dikin û gotinên xwe bi teorîyên pûç û vala va dixemilînin.

Lêbelê di pratîkê da jibo avakirina yekîtîyeke milî gavekê pêşda ya jî şûnda navêjin.

Ji xalên hevpar zêdetir, li cudahîyên piçûk digerin û wan derdixin pêş.

Bi wê hest û helwestê kesên der û dora xwe, heta alîgir û endamên xwe jî dixapînin.

Loma hinek hêz û partî carcaran nêzîkî hev bibin û dema xwe bi çîrokên li ser yekîtîyê derbas bikin jî, her carê bêtir ji hev dûr dikevin û rêya xwe ya hevpar jî ji hev diqetînin.

Dû ra vedigerin û hemû kêmasî û nîyetên xwe yên veşartî, bi hest û helwesta rikberên xwe va girê didin.

Rikberên xwe qirêj… Xwe jî pîr û pak nişan didin.

Mixabin ev nexwaşî ne tenê nexwaşîya sîyasetvana, nexwaşîyeke kurdan e.

Qasî sîyasetvanên kurd, ronakbîr û rewşenbîr, nîvîskar û hunermendên kurd jî bi pirranî, bi vê nexweşîyê ra duçar in.

Ew jî gor pênaseyên ku bi xwe va girê dane, tevnagerin.

Ew jî şev û roj peyva yekîtîyê wek benîştê nêrbend dikin devê xwe û dicûn.

Kar û xebata ji bo avakirina yekîtîyeke milî bidin alîkî, li hîmê wê jî xwedî dernakevin.

Ji zimanê xwe dûr disekinin…

Zimanê xwe yê zikmakî bizanibin jî, bi hinek mebestên pûç û vala bi kar naynin.

Ew ên bi kar tînin, ew jî di nav ziman da li cudatîyê digerin.

Ne ku di warê rêzimana ziman da, carcaran li ser peyvekê jî bi hev nakin.

Li hevparîyke maqûl nagerin…

Jiber ku bi pîvanên herêmî tevdigerin û gor bihîstina ku ji dê û bavê xwe ya jî gund û bajarên xwe bihîstine, peyv û hevokan bi kar tînin.

Loma ew ji ziman, xwendevan û guhdarvanên wan jî ji wan dûr dikevin.

Sedem vê yekê ye, bi zêdebûna sîyasetvanan va Kurdistan, bi zêdebûna ronakbîr û rewşenbîr, nîvîskar û hunermendan va jî ziman azad nabe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev